ZUHÛR MEŞRIQÎ
Tûnis — Di demekê de ku hinek dezgehên medyayê kuştina jinek bi gotinên "kuştina ji ber evînê" diweşînin, diyar dibe ku medya ji rola xwe ya wekî çavdêrek bêalî derbas zêdetir dibe perçeyek ji feraseta heyî li dijî jinan.
Li Tûnisê tevî çarçoveyek yasayî ya pêşketî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan heye jî zimanê medyayê ne li gorî wê ye. Medya ku divê pirsgirêkên ji be pergalê çêdibin eşkere bike, dijberî wê tevdigere. Tam li vê derê bandor û giraniya ziman diyar dibe. Ziman wisa girîng e divê bikaribe hemû faktoran bi awayê rastîn vebêje.
Bi awayekî hestiyarî û romantîk dîtina sûcên ku ji ber serdestî û kontrolê çêdibin, dibin sedem ku kesa bûye hedef careke din mafê wê were binpêkirin. Ev yek dibe sedem ku tiştên kiryar werin meşrûkirin û sûc ji aliyê exlaqî û civakî ve sivik bibe. Zimanê heyî rojnamegeriyê bi ezmûneke krîtîk a pîşeyî û etîk re rûbirû dihêle. Gelo dê rojnamegerî li dijî bûyerên kuştina jinan berpirsyariyê bigre yan bi gotinên xwe dê bibe hevkarê bûyer û kiryarên bi vî rengî?
Kêmasiya girêdana bi rêgezên etîk ên pîşeyî re
Rojnamegera Femînîst Rîm Saudî, diyar dike ku gelek saziyên medyayê û rojnameger, dema nûçeyên li ser tundiya jinan çêdikin, li gorî rêgezên etîk ên pîşeyî tevnagerin. Rîm Saudî, bal kişand ku vê kêmasiyê dibe sedem ku li cihê kesên bûne hedef werin parastin, medya dibe mekanîzmayeke ku di raya giştî de dubarebûna tundiyê.
Zimanê medyayê nêzikahiyeke vederkirinê di xwe de dihewîne
Rîm Saûdî bal kişand ku rola gerînendeyên giştî yên weşanê ew e ku di mijarên jinan de pispor bin, ji bo wekheviya zayendî hewl bidin û wiha got: “Li cihê ku tenê weke çavdêr yan jî kesên pasîf bûyeran ragihînin di esrî de mafên jinan divê dozên mafdar bi awayekî herî çalak biparêzin. Zoriya ku em di warê pîşeyî de rast tên, bêdengkirina kesên mexdûr û venegotina tiştên ku jiyane ye. Weşan gelek caran nêzikahiyeke ji bo vederkirina civakî raber dike.”
Rîm Saûdî di nirxandina li ser medyaya profesyonel jî wiha got: “Medyaya Tûnisê tevî ku li ser rêgezên nûçegihaniya profesyonel gelek caran kursên perwerdeyê dîtine jî di mijarên weke mafên jinan de seranser e. Ev nêzikahî, ji bo destkeftiyên jinan bi xeter in. Her wiha reqabeta medyayê û daxwaza ji bo balkişandinê, gelek saziyên weşanê nêzikahiyên ku jinan ji aliyê civakî ve veder dikin dipejirînin. Civak tundiya li ser jinan mafdar dibîn, ev yek jî em dizanin ji ber termînolojiya klîşebûyî ya ku di çarçoveyeke baviksalar de di medyayê de tê bikaranîn çêdibe.
Civaka sivîl, kampanyayên xwe yên ku ji bo jin ji tundiya nava malê werin parastini ji bo jinên dixebitin mercên bi ewle werin avakirin û yasayên taybet werin derxistin, li dar dixe didomîne. Ziman û têgehên medyayê yên ji bo bala raya giştî bikşîne, dibin sedem ku tundî û cudakarî xwe dubare bike. Bi vê yekê dibe sedem ku civak nêzikahiya xwe ya ku jinan veder dike, rol û berpirsyariyên wan biçûk dike bidomîne. Ev yek jî dibe derbe li dijî rêgeza wekheviyiya zayendî.”
‘Birîneke fizîkî bi pêçandinê baş dibe lê gotineke sar bi salan bandora xwe dihêle’
Aktivîsta femînîst Suad Ben Receb, bal kişand ser çanda ku jinan veder dike û statuya wan qels dike, diyar kir ku li Tûnisê bandoreke baş a reform û yasayan çênabe û tundî jî didome.
Suad Ben Receb bal kişand ku medya di warê tundiya li ser zarokan de peywira xwe bi cih nayne û got: "Tundî ruh û jîriya zarokan perçe dike, bandorek neyînî li ser pêşketina mêjî dike. Tundiya sembolik, ji ya fizîkî bi xetertir e. Birîneke fizîkî bi pêçandinê aş dibe lê gotineke sar bi salan bandora xwe dihêle.”
Suad Ben Receb da zanîn ku xala girîng û yekem malbat e, diyar kir ku divê dayîk û bav der barê xeterên tundiyê de werin hişyarkirin û pêşniyar kir ku ji bo xwe ji bo ber bi tundiyê ve necin ji bernameyên radyo û televîzyonê sûdê bigrin û wiha bi dawî kir: “Heta ku li ser pergala malbatê ya çavkaniya tundiyê ye neyê rawestîn dê hewldanên saziyên ku destekê didin jinên rastî îstîsmarê hatine bi sînor bimînin.”




