NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo - Jin bi huner, afirînerî û karên destan dikarin derfetên nû biafirînin û hêza xwe di jiyana civakî û aborî de nîşan bidin. Di vê çarçoveyê de, Saziya Jinên Suryan li Qamişloyê ji bo du rojan “Bazara Noelê” vekir. 25 jinên ji pêkhateyên Suryan, Kurd û Ereb beşdarî bazarê bûn û berhemên destan ên ku bi xwe çêkirine, pêşkêş kirin.
Der barê armanca vekirina bazarê de, endama rêveberiya Saziya Jinên Suryan û yek ji organîzatorên bazarê Jumana Sefer ji ajansa me re axivî.
Jumana Sefer ragihand ku ew dixwazin jin xwe weke kesên xwedî hêz û îrade bibînin û wiha domand: “Divê bizanibin ku cihê jinan ne tenê mal e. Bi vê bazarê em dixwazin mîrateya xwe û berhemên destan nîşan bidin. Ev hemû sembolên hêza jinan in, karakter û îradeya wan xurt dikin. Di heman demê de, nîşan didin ku jin dikarin di hemû waran de bixebitin û bibin endamên çalak di civakê de.”
‘Em dixwazin kesayeta jinan xurt bikin’
Jumana Sefer bal kişand ser girîngiya xurtkirina xwebaweriya jinan û avakirina kesayeteke ku li ser hêz û îradeya xwe bisekine û wiha berdewam kir: “Di vê bazarê de 25 jin amade ne. Armanca me ew e ku em balê bikşînin ser jinên ji hemû pêkhateyan û jin bibin xwedî kar û xwe bispêrin xwe. Em dixwazin kesayeta jinan xurt bikin, xwebaweriya wan zêde bikin û wan bihêz bikin. Divê jin di jiyana xwe de li ser xwe bisekinin û bibin kesên ku dikarin bi hêza xwe bi pêş bikevin.”
Di berdewama axaftina xwe de, Jumana Sefer li ser girîngiya naskirina kar û hunerên destan ên jinan û rola bazarên wiha di teşwîqkirina wan de. Jumana diyar kir ku ew ê ji bo pêşxistina jêhatîbûnên jinan û vekirina derfetên nû bazarên din jî organîze bikin û wiha pê de çû: “Hê gelek kar û berhemên jinan bi awayekî berfireh nehatine nasandin. Bi lidarxistina vê bazarê, em dixwazin balê bikşînin ser wan û jinan teşwîq bikin ku karên xwe bibpêş bixin. Em ê di demên pêş de bazarên din jî li dar bixin her wiha bazara Paskalyayê jî nava planên me de ye. Em dixwazin jin hemû berhemên ku dikarin pêşkêş bikin, derxin holê û hêza afirîneriya wan nîşan bidin.”
Projeyên ji bo pêşerojê

Jumana Sefer di heman demê de bal kişand ser beşdariya jinên ji pêkhateyên cuda, got ku armanca wan ne tenê pêkhateyek e her wiha piştgirî, hêz û derfetên ji bo jinan e û wiha şîrove kir: “Di vê bazarê de jinên ji hemû pêkhateyan amade bûn. Ji bo me ya girîng ew e ku em li ser derfet û hêza jinan a pêşkêşkirinê rawestin.”
Jumana Sefer got ku Saziya Jinên Suryan ji bo bipêşxistina kar û jêhatîbûnên jinan gelek projeyên din amade dike, bazara Noelê yek ji wan gavên destpêkê ye, hêz û kapasîteya jinan nîşan dide. Jumana di dawiya nirxandinên xwe de ev agahî dan: “Ji bo jinan gelek projeyên din di nava planên me de hene. Ez bi hêvî me di demeke nêz de bên pêkanîn. Lê di destpêkê de me ev proje hilbijart, ji ber ku me dixwest em hêz û kapasîteya jinan nîşan bidin. Bi hêvî me ku di demeke nêz de bazara Paskalyayê, piştî vê bazarê bê vekirin.”






































