Sê jin, sê çîrok û têkoşîna ji bo wekheviyê

Fîlma “Hejmarên Veşartî”, çîroka sê jinên matematîkzan ên reş ên Emerîkî yên tevî nijadperestî û cudakariya zayendî jî di serkeftinên fezayî yên NASA’yê de roleke girîng lîstin û bi têkoşîna xwe beşdariya jinan di zanistê de ronî kirin, vedibêje.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.

Navenda Nûçeyan – Fîlma “Hejmarên Veşartî” (Hidden Figures) ku ked û destkeftiyên veşartî yên jinan a di dîroka zanistê de dide xuyakirin, jiyana sê jinên matematîkzan ên ku di pêşketina lêkolînên fezayê yên NASA’yê de roleke girîng lîstine, dixe ber çavan.

Ev sê jin di salên 1960’î yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de, di serdemeke ku nijadperestî û cudakariya li dijî jinan berbelav bû de, bi gelek astengiyan re rûbirû bûn. Lê wan bi jêhatîbûn, zanebûn û îradeya xwe karîbûn sînorên civakî derbas bikin û navên xwe li dîroka zanistê tomar bikin.

Di serkeftinên NASA’yê de îmzeya sê jinan

Fîlm, di sala 2016’an de hate weşandin û derhêneriya wê ji aliyê Theodore Melfi ve hate kirin. Ev berhem li ser bingeha çîroka rastîn a Katherine Johnson, Dorothy Vaughan û Mary Jackson hatiye çêkirin.

Bûyerên fîlmê, di salên 1960’î de di serdemeke ku cudakariya nijadî û newekheviya di navbera jin û mêran de li Emerîkayê berbelav bû de derbas dibin. Ev sê jin ên ku li NASA’yê dixebitîn, ne tenê ji ber rengê çermê xwe, ji ber ku jin bûn jî di jiyana kar de rastî gelek astengiyan dihatin. Tevî van zehmetiyan jî wan bi zanebûn û jêhatîbûna xwe di pêşketina lêkolînên fezayê de roleke girîng lîstin.

Katherine Johnson, bi jêhatîbûna xwe ya di warê matematîkê de hesabên girîng ji bo mîsyonên fezayê yên NASA’yê pêk dianî. Bi taybetî hesabên wê ya di pêvajoya şandina astronotê Emerîkî John Glenn a ji bo fezayê û ketina wî ya di dorhêla Dinyayê de, têvkariya yek ji serkeftinên girîng ên dîroka fezayê bû.

Dorothy Vaughan, di serdemeke ku teknolojiya komputerê nû dest bi pêşketinê dikir de, xwe di vî warî de pêş xist û ji bo hevalên xwe yên kar ku bi teknolojiyên nû re xwe biguncînin bû pêşengek. Di heman demê de, ji bo pêşketina pîşeyî ya jinan jî têkoşîn dikir.

Mary Jackson jî ji bo pêkanîna xeyala xwe ya endezyar, li hemberî pergala perwerdehiyê ya cudakar a vê serdemê rawesta. Tevî hemû astengiyan jî karî mafê xwendinê bi dest bixe û di warê endezyariyê de pêş bikeve.

Li hemberî nijadperestî û cudakariya zayendî

Di fîlmê de ew sê jin ji ber rengê çermê xwe û jinbûna xwe rastî nijadperestî û cudakariyê dihatin. Tevî van astengiyan jî wan bi têkoşîna xwe jêhatîbûna xwe îspat kir û di pêşketina zanistê de roleke girîng lîstin. Fîlm têkoşîna jinan ji bo wekhevî û mafên xwe nîşan dide.

Çîroka jinên ku di dîroka zanistê de hatine paşguhkirin

Ev fîlm çîroka wan jinên ku ked û beşdariya wan a di dîroka zanist û teknolojiyê de bi salan di paşperdeyê de hatiye hiştin, careke din tîne rojevê. Bi riya jiyana Katherine Johnson, Dorothy Vaughan û Mary Jackson, girîngiya naskirina rola jinan a di pêşketina zanistî de derdixe holê.

“Hejmarên Veşartî” nîşan dide ku serkeftin bi zayend an jî rengê çerm nayê pîvan û dema ku derfetên wekhev ji hemû kesan bên peydakirin, jin dikarin di her warî de bigihîjin serkeftinên mezin.

Ev fîlma li ser bingeha çîrokên rastîn hatiye çêkirin, zanist, wekhevî, hevgirtin û têkoşîna jinan a di berhevokekê de dicivîne û wek yek ji wan berhemên hunerî ku dikare ji temaşevanan re bibe çavkaniya îlhamê, tê hesibandin.