NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo - Huner ne tenê qadeke ji bo nîşandana bedewî û afirîneriyê ye, di heman demê de amûrek girîng e ji bo vegotina serpêhatî, hestan û pirsgirêkên civakê ye. Bi riya muzîk, sînema û hunerên dîtbarî, hunermend dikarin dengê xwe bigihîjînin civakê û deriyên nû ji bo fikir û afirîneriyê vekin. Di vê çarçoveyê de, Mihrîcana “Melodiyên Payîzê” bi armanca pêşxistina çand, huner û berhevkirina hunermend û hezkiriyên hunerê, derfeteke nû ji bo danûstandina çandî û pêşkêşkirina jêhatîbûnan pêşkêş dike.
Têkildarî Mihrîcanê hunermend û dengbêja koma Yekpar Sîdar Îbrahîm, der barê armanca sereke ya lidarxistina Mihrîcana “Melodiyên Payîzê” ji ajansa me re axivî.
Sîdar Îbrahîm, beşdariya Mihrîcana “Melodiyên Payîzê” de nirxand û wiha got: “Ev şeş sal in di Koma Yekpar de wekî hunermend û dengbêj dixebitim. Her wiha ev cara Pêncemîn e ku em Mihrîcana Melodiyên Payîzê li dar dixin û kêfxweş in ku dîsa di vê çalakiya hunerî de cih digrin.”
Pêşxistina folklora Kurdî
Sîdar Îbrahîm bal kişand ser armanca sereke ya lidarxistina vê mihrîcanê û wiha berdewam kir: “Armanca me ew e ku em folklora Kurdî ne tenê li Rojavayê Kurdistanê bi pêş bixin, li hemû cîhanê bidin nasandin. Wekî ku em dibînin, her sal eleqeya civakê bi folklorê re zêdetir dibe û ev yek me teşwîq dike ku em vê mîrateya çandî zindî bihêlin û bi pêş bixin.
Mihrîcan ji bo pêşxistina huner û çanda Kurdî gelek girîng in
Sîdar Îbrahîm baş kişand ser girîngiya lidarxistina mihrîcanên hunerî di parastin û pêşxistina mîrata çandî de û wiha pê de çû: “Ev mihrîcan ji bo me gelekî girîng e, ji ber ku ji bo gelê me û nemaze li Rojavayê Kurdistanê, derfeteke girîng e. Çiqas hunermendên me di warê stran, govend, sînema û hemû qadên hunerî de kar û berhemên xwe pêşkêş bikin, ewqas em dikarin hunera xwe bi pêş bixin û çanda xwe zindî bihêlin.”
Astengiyên li pêş koma Yekpar û hewldana gihandina hunera Kurdî
Sîdar Îbrahîm bal kişand ser zehmetî û kêmasiyên derfetên ku Koma Yekpar bi riya li lidarxistina konser û çalakiyên hunerî rastî wan tê û diyar kir ku tevî astengiyan, dixwazin hunera Kurdî li gelek bajar û qadên cihêreng pêşkêş bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em weke Koma Yekpar dixwazin li her bajarî mihrîcanên bi vî rengî li dar bixin lê mixabin derfetên me pir kêm in. Em ji bo lidarxistina konser an mihrîcanek gelek zehmetiyan dikşînin û ji bo peydakirina derfetên pêşkêşkirina hunera xwe gelek hewl didin. Her kes hewcedarî huner, kêfxweşî û muzîkê ye, ji ber ku muzîk ruh têr dike. Ji ber vê yekê divê hunera Kurdî, bi taybetî hunera hunermendên Rojava, derfetê bibîne ku li her derê bê pêşkêşkirin û li seranserê cîhanê belav bibe. Armanca me ew e ku em bi hemû derfetên heyî hunera xwe bigihîjînin gel û li qadên cihêreng pêşkêş bikin.”




