HENAN HERAT
Mexrîb- Li Mexribê, di Baxçeyê Yekîtiya Dewletên Erebî de, di çarçoveya kampanyaya "16 Rojên Çalakiyên li Dijî Tundiya li ser Bingeha Zayendî" de Gundê Hişyarkirinê hate vekirin. Armanca vê çalakiyê nasandina xebatên saziyên fermî û komeleyên ku ji bo parastina jin û keçan dixebitin û gihandina xizmetên piştgirî û rêberiyê ji welatiyan re bû.
Parêzvanên mafên jinan ên beşdarî çalakiyê bûn, tekez kirin ku têkoşîna li dijî tundiyê divê ne tenê bi roj û çalakiyên navneteweyî re sînordar bimîne, divê bi awayekî domdar û hevpar, bi berpirsiyariya saziyên fermî û hevkariya rêxistinên civaka sivîl, were meşandin.
Ev destpêşxerî, ji aliyê Pergala Neteweyên Yekbûyî ya li Mexribê ve, di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya ku her sal di navbera 25’ê Mijdarê û 10’ê Kanûna de tê lidarxistin, hate organîzekirin. Dirûimeya kampanyaya vê salê “Ji bo tinekirina tundiya li dijî jin û keçan bibin yek: Edaletê pêk bînin, jin û zarokan ji tundiyê biparêzin û bêcezabûnê bi dawî bikin.”
Gundê Hişyarkirinê, armanc kir ku saziyên cuda yên di warê têkoşîna li dijî tundiyê de dixebitin li hev bicivîne û ji bo diyalog, hişyarkirin û piştgiriya hevpar zemînekê ava bike. Her wiha derfet da serdakeran ku bi xizmetên heyî, mekanîzmayên parastin û piştgiriyê, bi taybetî maf û xizmetên ku di Yasaya Hejmara 103.13 a li dijî tundiya li ser jinan de hatine diyarkirin, nas bikin.
Di vê destpêşxeriyê de saziyên fermî, hêzên ewlekariyê, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên ciwanan beşdar bûn. Ev beşdarbûn ji bo xurtkirina hevahengî û danûstandinê ya di navbera aliyên cuda de û nasandina rola her saziyê di têkoşîna li dijî tundiyê de bû.
‘Divê ji bo parastina jinan, piştgirî û têkoşîna hevpar bênavber bidomin’
Endama Komeleya Mafên Jinan Latîfe El-Hemmar, diyar kir ku xebatên wan ên li dijî tundiyê bi rojên taybet re sînordar nîne, lê di tevahiya salê de didomin. Latîfe El-Hemmar, got ku komele jinên ku serî li wan didin ber bi xizmetên tenduristî û hiqûqî ve rêberî dike û tekez kir ku ji bo parastina jinan, pêwîste piştgirî û têkoşîna hevpar bênavber bidomin.
Endama Komeleya Yekîtiya Karkerên Jinan Zehra El-Verdî, da zanîn girîngiya vê çalakiyê di civîna saziyên fermî û rêxistinên civakî de ye û destnîşan kir ku ev yek derfetê dide wan ku agahiyan parve bikin û hevkariyê xurt bikin. Latîfe El-Hemmar, tekez kir ku jibo domandina xebatên komeleyan ,piştgirî û çavkaniyên pêwîst divê bên peydakirin.
‘Armanca hêsan kirina xizmetên ji bo jin û ciwanan e’
Federasyona girêdayî tora Încadê ya Komeleyên Mafên Jinan, şêwirmend û pisporê karûbarên civakî Suad El-Ekaşî, diyar kir ku armanca beşdarbûna vê çalakiyê ew e ku xizmetên ji bo ji nû ciwanan hêsantir bên gihandin.
Suad El-Ekaşî, tekez kir ku komeleyan bi tena serê xwe nikarin tundiyê ji holê rakin û divê hemû alî, di nav de medya û saziyên perwerdehiya civakî, hevkarî bikin. Suad El-Ekaşî, girîngiya îradeya siyasî û bersivdana giliyên mexdûran destnîşankir û diyar kir ku pêkanîna van mercan dê têkoşîna li dijî tundiyê bi hêztirbike û rê li ber vê yekê bigire ku komeleyan tenê berpirsiyariya piştgirî û parastinê hilgirin.
Bişra Abdou jî got ku Gundê Hişyarkirinê ji bo ku jin û ciwan bi rol û xizmetên saziyên berpirsiyarên parastina jinan nasbikin, derfetek girîng e û tekez kir ku gihandina van agahiyan bi taybetî ciwanan re dê bibe sedem ku çanda li dijî tundiyê di civakê de belavtir bibe.
Bişra Abdou, destnîşan kir ku xebata hevpar, hişyarkirin û belavkirina nirxên wekheviyê ji bo guhertina hişmendiya civakê û têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiyê yên li ser jinan girîng e.
Banga avakirina pergala parastinê
Koordînatora projeyan a Komeleya Maf û Dadê Meryem Huvad, diyar kir ku Gundê Hişyarkirinê saziyên fermî û rêxistinên civaka sivîl li hev dicivîne û xebatên piştgiriya jinan eşkere dike. Meryem Huvad, tekez kir ku parastina jinan ne tenê berpirsiyariya komeleyan e û bang li saziyên fermî kir ku berpirsiyariyên xwe bicih bînin û ligorî hewcedariyên jinan, pergaleke parastinê ya berfireh ava bikin.




