Dewlemendiya safranê û xizaniya jinan

Safran ku wekî zêrê sor tê zanîn, yek ji berhemên girîng ên hinardekirinê ya Îranê ye. Lê li pişt vê dewlemendiyê, kedeke giran û nedîtbar a jinên karker ku tevî xebata xwe ya zehmet, mûçeyên pir kêm distînin, heye.

Dewlemendiya safranê û xizaniya jinan

SARA PÛRXEZARÎ

Kirmaşan – Jin li dora girseyeke mezin a kulîlkên binefşî kom bûne. Ev dîmen, mîna merasîmeke kevnar ku hatibe jibîrkirin û navê wê jî ji bîran hatibe rakirin e. Jin bi baldarî her kulîlkekê digrin destê xwe, têlên sor ên hundirê wê derdixin û piştre derbasî kulîlkek din dibin.

Ev kevneşopiya zehmet ku her sal di nîvê payîzê de dubare dibe û bi giranî li ser milên jinan dimeşe, di rastiyê de çînina safranê ye. Jinên ku bi saetan li ber girseyên kulîlkan rûdinin û têlên safranê yek bi yek derdixin, di berdêla vê xebata dijwar de, tenê mûçeyeke pir kêm û sînordar distînin.

Safran wekî zêrê sor tê binavkirin. Ew berhemeke biha ye ku di pakêtên luks de tê firotin û yek ji wan berhemên girîng ên hinardekirinê ya Îranê ye. Lê li pişt vê wêneyê lusk, rastiyeke biêş veşartî ye; Keda jinên ku zêrê sor ji nav kulîlkan derdixin û êşa ku ew dikişînin. Ji vê dewlemendiya hêja, para jinan tenê mûçeyeke kêm û westiyîneke bêdawî ye.

‘Divê hûn bêyî ku xeletiyeke biçûk bikin, bi baldarî bixebitin’

Jina binavê Rababe ya li taxa Karnachi ya Kirmanşahê bi çend jinên din re vê karê dike, serpêhatiya xwe wiha vedibêje: “Ev kar tenê salê mehekê didome. Ji bo her kîloya kulîlkên safranê yên em paqij dikin, 140 hezar tûmen didin me. Lê piştî gelek hewldanên me, 30 hezar tûmen zêde kirin û mûçe gihîşt 170 hezar tûmenan. Ev kar bi rastî pir zehmet e. Divê hûn bêyî ku xeletiyeke biçûk bikin, bi baldarî bixebitin. Paqijkirina yek kîlo kulîlkan ji bo yek kesî di navbera du û çar saetan de dem dixwaze. Lê ger du kes bi hev re bixebitin, dikarin vê karê di du saetan de biqedînin.”

Dema ku mûçeyên jinan tên nirxandin û berpirsiyariyên wan ên din ya wekî lênêrîna zarokan û karên malê jî tên hesibandin, xuya dibe ku her jin dikare rojê tenê yek kîlo kulîlkên safranê paqij bike. Ev jî tê wê wateyê ku dahata rojane ya wê tenê 170 hezar tûmen e.

Lê ji yek kîlo kulîlkên safranê re di navbera 12 û 20 gram safran de tê bidestxistin. Li bazarê jî bihayê gramek safran di navbera 400 hezar û yek milyon tûmenî de diguhere.

Li gorî bihayên herî kêm û herî zêde yên firotinê, kîloyek kulîlkên safranê dikare ji bo kardêran di navbera 4 milyon û 800 hezar heta 20 milyon tûmen dahatê peyda bike. Li hemberê ve yekê, kardêr ji bo paqijkirina yek kîlo kulîlkan ji karkerên xwe re mûçeyeke kêmtirê ji nirxa nîv gram safran dide.

‘Jin neçar dimînin bi mûçeyên kêm bixebitin’

Çalakvana mafên jinan Ferengis, rewşa kar û şert û mercên karkerên jin wiha dinirxîne: “Kedê jinan ji bo xwediyê kar kesayeteke ye ku ji kapasîteya xwe zêdetir dixebite, lê di berdêla wê de kêmtirîn mûçeyê distîne. Parêzgeha Kirmanşahê yek ji wan herêman e ku rêjeya bêkariyê lê herî bilind e. Tevî vê yekê dema derfetên kar peyda dibin jî ji ber cudakariya zayendî, di bazara kar de mêr li pêşiya jinan e. Lewma ev herêm ji bo kardêrên ku li pey hêza keda jinan a hema bejê bêpere ne, bûye mîna bihiştekê. Ji ber ku kardêr baş dizanin ku jinên ku li kar digerin, ji ber bêkariyê ya berfireh, xizanî, sînorkirinên li qadên kar û bi dehan sedemên din, neçar in çiqas kêm be jî her cure mûçeyê, qebûl bikin.

Çalakvana mafên jinan Ferengis, da zanîn neçar hiştina jinan ku ji bo 170 hezar tûmen, çar saetan xwe ji vê karê re veqetînin, bi zelalî asta xizaniyê ya li parêzgehê û kêmasiya çavdêriya li ser dayîna mûçeyên karkeran nîşan dide û got: “Ji bilî vê yekê diyar kirina mûçeyan bi tevahî ji bo kardêran hatiye hiştin. Ez bawer im ku ger kardêr bixwaze, dikare jinan ji bo paqijkirina kulîlkên safranê bi mûçeyeke ji vê jî kêmtir bixebitîne.”

Ev gotin nîşan didin ka karkerên jin di bin çi zextê de ne û çawa neçar dimînin ku ji bo bidestxistina mûçeya herî kêm, daxwazên kardêran qebûl bikin.

‘Ger zehmetiyên jiyanê nebûna, min vê mûçe qebûl nedikir’

Jina binavê Kobra ku vê karê dike, der barê zehmetiyên xwe yên jiyanê de wiha got: “Kar tune ye, her tişt biha bûye. Lewma em neçar in her karê ku li pêş me derkeve bikin. Dema ku tengasiyên jiyanê me ewqas tengav dikin, 50 hezar tûmen ji bo min gelek girîng e. Ez jî dizanim ku divê ji bo paqijkirina kulîlkên safranê mûçeyeke zêdetir bidin me. Lê ger zehmetiyên jiyanê nebûna, min vê mûçe qebûl nedikir. Ez çi bikim? Çareyek din tune ye.”

Lêkolînkirina malperên serhêl ên wekî malpera “Dîwar” ya daxuyaniyên kar lê tên weşandin, nîşan dide ku gelek serkarên komên ku di karên demsalî de dixebitin, karkerên jin bi mûçeyên ji vê jî kêmtir dixebitînin.

Jin wekî hêza kar ya herî erzan tên dîtin

Ji ber ku di karên çandiniyê yên demsalî yên wekî berhevkirina safranê, xiyar, bacan, sebze û berhemên din de, jin wekî hêza kar ya herî erzan tên dîtin. Hejmara zêde ya karkerên jin jî destê kardêran xurttir dike.

Ji ber ku gelek jinên li Kirmanşanê kar digerin, neçar dimînin bêyî ku asta wan a perwerdehiyê an jî asta zehmetiya karê ku dikin were hesibandin, karên bi vî rengî qebûl bikin.

Zêdebûna hejmara jinên kar digerin û pêşbaziya di navbera wan de dibe sedem ku jinên ku safranê paqij dikin, bêyî ku bikaribin li ser mûçeyê danûstandinê bikin, pêşniyara ewil a kardêr qebûl bikin. Ev rewşa karkerên jin ên demsalî, asta xizaniyê û kêmbûna derfetên dahata bi adilane ya ji bo jinan eşkere dike. Di heman demê de ew nîşaneke zelal a giraniya tengasiyên aborî ye.

Jinên ku her roj di nav dehan kîlo kulîlkan de, ji bo debara jiyana xwe li pey dahateke biçûk digerin, safranê ku wekî zêrê sor tê binavkirin, bi destên xwe paqij dikin. Lê bi pereyên ku qezenç dikirin re, nikarin ji bazarê gramek ji vî berhema biha bikirin.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.