Ji sedî 70 rojnamevanên jin ên Sûdanî bêkar mane

Sekreteriya Karûbarên Zayenda Civakî ya Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê ragihand ku ji destpêka pevçûnan ve, zêdetirî ji sedî 70 rojnamevanên jin bêkar mane û 300 rojnamevan jî rastî tundiya dîjîtal hatine.

Ji sedî 70  rojnamevanên jin ên Sûdanî bêkar mane

Navenda Nûçeyan – Sekreteriya Karûbarên Zayenda Civakî ya Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, bi daxuyaniyeke ku di çarçoveya kampanyaya "16 Rojên Çalakiyên li Dijî Tundiya li ser Bingeha Zayendî" de hat weşandin, bal kişand ser binpêkirinên mafên ku rojnamevanên jin li welat bi wan re rûbirû dimînin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka pevçûnan ve, zêdetirî ji sedî 70 rojnamevanên jin bêkar mane û tu karek ku pê debara xwe bikin nedîtine. Hat diyarkirin ku zêdetirî 300 rojnamevanên jin jî rastî cureyên cuda yên tundiya dîjîtal hatine.

Sekreteryayê tekez kir ku ji ber pevçûnên berdewam, xirabûna şert û mercên jiyanê, kêmbûna derfetên kar û lawazbûna mekanîzmayên piştgiriyê ewlekarî, mafên pîşeyî û debara jiyana rojnamevanên jin hemû di bin xeterê de ne.

Tundî û gefên dîjîtal zêde dibin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tundiya dîjîtal a li dijî rojnamevanên jin bi awayekî berdewam zêde dibe û hat gotin ku gelek ji van êrîşan ji ber helwesta pîşeyî ya rojnamevanan, bi taybetî piştgiriya wan a ji bo aştiyê û redkirina şer û pevçûnan, çêdibin. Di nava bûyerên hatine belgekirin de tacîz, kampanyayên reşkirinê û şantaja serhêl hene.

Li gorî raporên ku berê ji aliyê Yekîtiya Rojnamevanan ve hatine weşandin, di navbera destpêkirina pevçûnan di 15’ê Nîsana 2023’an û dawiya Hezîrana 2026’an de, 673 binpêkirinên li dijî xebatkarên medyayê hatine tomarkirin. Binpêkirin ev in: Kuştina 34 rojnamevanan (di nav de jin jî hene), 116 bûyerên girtina kêfî, binçavkirin an windakirina bi zorê, 120 bûyerên gefxwarin û gotinên nefretê, 34 bûyerên hedefgirtina rasterast an berdana agir û 64 dozên darizandinê.

Banga ji bo berpirsiyarî û parastinê

Sekreteryayê banga pêkanîna mekanîzmayên hesabdayîna yasayî û dîjîtal kir û xwest sûcdar bê ceza namînin. Her wiha daxwaz kir ku bernameyên lezgîn werin lidarxistin ji bo ku rojnamevanên jin ji nû ve tevlî hêza kar bibin û tedbîrên parastina wan li dijî êrîşên pîşeyî, yên li ser bingeha zayendî û dîjîtal werin girtin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku parastina rojnamevanên jin ne tenê daxwazek ji bo pîşeyî ye, şertê bingehîn e ji bo mafê raya giştî bikaribe bigihîje agahiyan. Di dawiyê de hat xwestin ku ji ​​bo piştrastkirina pirsgirêkên ku jin û zarokên keç bi wan re rûbirû dimînin, nemaze li deverên pevçûnan, xebatên ragihandinê bi rengekî profesyonel werin meşandin.