Li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê niha dema jinan e (8)

Tevî tundî, cudakarî, pevçûn û hilweşîna parastinê, jinên li Bakurê Efrîkayê berdewam radibin û bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Ew amûrên nûjen ji bo berxwedan û adaptasyonê diafirînin, torên ji bo hevgirtinê û bersivê ava dikin .

Li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê niha dema jinan e (8)

Navenda Nûçeyan - Ji belgekirin û parêzvaniya yasayî bigre heya torên hevgirtinê û bersiva mirovî, jinên li Bakurê Efrîkayê bi karanîna amûrên ku li gorî rastiyên taybetî yên her welatekî hatine çêkirin, bi tundî û cudakariyê re rû bi rû dimînin. Her çend înîsiyatîfên bi pêşengiya jinan di eşkerekirina binpêkirinan û vekirina qadan a ji bo daxwaza guhertinê de biser dikevin jî, di derbarê parastina yasayî, domdariya karûbaran û beşdariya di biryardanê de dijwariyên girîng dimînin. Gelo ev hewildanên berxwedanê bi rastî dikarin bibin maf û destkeftiyên berbiçav?

Di vê beşa dosyeyê de, em rêyên sereke yên berxwedana jinan li Morîtanya, Misir, Lîbya û Sûdanê ronî dikin - amûrên ku hatine bikaranîn û encamên ku hatine bidestxistin, lêkolîn dikin. Em her wiha dijwariyên ku bandor û domdariya van hewldanan sînordar dikin, vedikolin. Di dawiyê de, em pirsek dikin ku ji pîvana van destpêşxeriyan wêdetir diçe: ew heta çi radeyê dikarin guhertinek rastîn di jiyana jinan de bikin û mafên îlankirî veguherînin parastin, wekhevî û beşdariya watedar a rastîn?

Morîtanya: Ji guhertina pratîkên civakî heta parêzvaniya parastina hiqûqî

Jin û keç li Morîtanyayê bi gelek awayên îstîsmara civakî û navmalî re rû bi rû dimînin. Di nav de sinetkirina zayendî ya jinan (FGM), zewaca zarokan û tundiya laşî û cinsî, ligel pratîkên cudakar ên ku xweserî û mafên wan sînordar dikin. Li gorî daneyên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), nêzîkî ji sedî 67’ê jin û keçan rastî kêmendamkirina wesleyên zayendî hatine û nêzîkî ji sedî 37’ê wan jî beriya temenê 18 salî zewicîne.

Di vê çarçoveyê de, hewldanên ji bo têkoşîna li dijî tundî û cudakariyê, di navbera Mijdara 2025’an û 2026’an de, li ser du xetên paralel bipêş ketin: têkoşîna li dijî pratîkên civakî yên kûr, bi taybetî FGM û zewaca zarokan û parêzvaniya berdewam ji bo avakirina çarçoveyeke yasayî ku parastineke berfirehtir li hember tundiyê peyda bike.

Komele û çalakvanên herêmî, bi rêya xebatên hişyarkirinê û diyalogê ligel malbat û pêşengên civakê, jin û keç tevlî hewldanên ji bo guhertina nêrînên civakî kirin. Her wiha, jinên navbeynkar û torên çavdêriyê yên civakî, di gihîştina wan dever û komên ku bi gelemperî xizmetên fermî yên giştî nikarin bigihîjin wan de, roleke girîng lîstin.

Encamên bernameya UNFPA’yê ya sala 2025’an, mezinahiya van destpêşxeriyan nîşan didin: 36 hezar û 893 keç û jinên ciwan beşdarî nîqaş û çalakiyên parêzvaniyê bûn ku armanca wan bidawîanîna FGM’ê bû. Her wiha 5 karwanên hişyarkirinê bi beşdariya jinên navbeynkar hatin organîzekirin. Di bernameyê de her wiha hat ragihandin ku pergalên çavdêriyê yên civakî alîkar bûn ji bo parastina 22 hezar û 925 keçên di bin temenê 15 saliyê de ya ji vê pratîkê. Di nav van hewldanan de, perwerdekirina 88 karbidestên dadwerî û polîsan li ser protokola birêvebirina dozên bi vî rengî jî hebû. Di encamê de sê doz bi serkeftî li dadgehê hatin şopandin.

Di Hezîrana 2026’an de, welêt mazûvaniya forûmeke neteweyî kir

Li gel hewldanên ji bo guhertina pratîkan, rêxistinên jinan û mafên mirovan li ser parêzvaniya ji bo pejirandina pêşnûmeya yasayî ya bi navê "Rûmet" (Karama) ku armanca wê têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û keçan e, piştî salên rawestanê berdewam bûn. Di Hezîrana 2026’an de, welêt mazûvaniya forûmeke neteweyî kir ku ji bo nîqaşkirina vê pêşnûmeyê hatibû amadekirin. Di vê forumê de, nêzîkî 40 rêxistin û komeleyan memorandumeke parêzvaniyê û nameyên vekirî pêşkêş kirin.

Ev destpêşxerî tenê bi daxwaza pejirandina pêşnûmeyê sînordar nema. Her wiha hewl da ku nîqaşên derbarê naveroka wê de berfirehtir bike. Di 27’ê Îlonê de, li şaredariya El Mina ya li bajarê Nouakchottê,  ji bo ku xalên pêşnûmeyê bên hêsankirin û bi zimanên neteweyî bên pêşkêşkirin, kampanyayeke hişyarkirinê hat destpêkirin. Armanca vê hewldanê ew bû ku gotara yasayî ji bo xelkê herêmî hêsantir bê gihîştin û tevlêbûna civakê di daxwaza parastinê de bê xurtkirin.

Di Mijdara 2026’an de protokoleke hevkariyê hat îmzekirin

Di asta sazûmanî de, di Mijdara 2026’an de protokoleke hevkariyê di navbera Komîsyona Mafên Mirovan, Çalakiyên Mirovahî û Têkiliyên bi Civaka Sivîl re û Çavdêrxaneya Neteweyî ya Mafên Jin û Keçan de hate îmzekirin. Armanca vê protokolê ew e ku çarçoveyekê ji bo şêwirmendî, danûstendina agahiyan, perwerdekirin û şopandina stratejî û sozên têkildarî mafên jinan ava bike.

Tecrûbeya Morîtanyayê girîngiya xebatên civakbingehîn di rûbirûbûna pratîkên civakî yên zirarê de, her wiha şiyana gihîştina jin û keçan û bilindkirina hişyariya wan derbarê mafên wan de, derdixe pêş. Lê belê, di heman demê de ev tecrûbe sînorên van hewldanan jî nîşan dide. Bi taybetî jî dema ku parastineke yasayî ya berfireh tune be. Her çend bangên ji bo pejirandina pêşnûmeya yasaya "Rûmet" (Karama) berdewam dikin jî, ceribandina rastîn a bersivdana sazûmanî ya ji bo mafên jinan, di veguherandina salên parêzvanî û însiyatîfên civakî de bo yasayên pêkanînbar û mekanîzmayên parastinê yên bi bandor de ye.

Lîbya: Berxwedana jinan di nav dabeşbûn û tengbûna qada sivîl de

Dema ku hewldanên li Morîtanyayê balê dikşînin ser guhertina pratîkên civakî û dabînkirina parastina yasayî, jinên li Lîbyayê rûbirûyê parçebûna siyasî û sazûmanî ne. Tiştek ku beşdarbûn û bandora wan di pêvajoyên guhertinê de asteng dike û her wiha bi tundiya nav malê û ya cinsî, gefan, şantajê û tundiya dîjîtal re rûbirû ne. Ew her wiha bi binpêkirinên girêdayî şer, bêaramiya ewlehiyê û cudakarî, di yasayên rewşa kesane û hemwelatîbûnê de têdikoşin. Li gorî plana sala 2026’an a Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), nêzîkî 92 hezar û 100 kes li wî welatî hewceyî xizmetên têkildarî tundiya li ser bingeha zayendê ne. Ev yek nîşaneya mezinbûna pêdiviyan û kêmasiya pergalên parastinê yên heyî ye. Li ber çav girtina vê rastiyê, berxwedana jinan tenê bi daxwaza reforma yasayî re sînordar nemaye. Lê belê, hewldanên ji bo parastina hebûna xwe ya di pêvajoyên diyalog û şêwirmendiyê de û her wiha hevrêzkirina helwestên li ser mijarên ku bandorê li mafên wan û beşdarbûna wan a giştî dikin jî, dihewîne.

Pergala yasayî hîn jî gelek astengiyan li pêşiya wekhevî û parastinê derdixe. Yasaya Rewşa Kesane ya Hejmar 10 a sala 1984’an, xalên cudakar derbarê zewac û berdanê de dihewîne. Di demeke ku çarçoveyeke yasayî ya serbixwe û berfireh ji bo têkoşîna li dijî tundiya nav malê û parastina kesên ku ji tundiyê rizgar bûne, tune ye. Her wiha, di Yasaya Hemwelatiyê de cudakarî berdewam dike. Ev yasa mafê dayîna hemwelatiyê ji zarokên jinên Lîbyayî re (yên ku bavên wan biyanî ne) bi awayekî wekhevî ligel mêran, ji wan re red dike. Hin xalên Yasaya Cezayan jî bûne sedema rexneyên parêzvanên mafên mirovan. Di nav wan de Xala 375’an heye ku rê dide kêmkirina cezayan ji bo tawanên ku bi navê "rûmetê" hatine kirin û Xala 424’an ku di şert û mercên diyarkirî de destûrê dide rawestandina dozên yasayî an cezayan di bûyerên destavêtinê de, eger tawanbar bi qurbaniyê re bizewice.

‘Civîna Jinên Lîbyayî’

Ji bo bersivdana van newekheviyan, diyaloga birêkûpêk a ku di sala 2025’an de ji aliyê Mîsyona Piştgiriya Neteweyên Yekbûyî li Lîbyayê (UNSMIL) ve hat destpêkirin û heta sala 2026an berdewam kir, bû qadeke ku jinan tê de hewl dan hebûna xwe di nîqaşên derbarê paşeroja welêt de xurt bikin. Di vê çarçoveyê de, "Civîna Jinên Lîbyayî" (Libyan Women’s Gathering) wekî platformekê derket pêş. Ji bo hevrêzkirina helwestan, berfirehkirina şêwirmendiyan a di nav beşdaran de û misogerkirina ku pêşengiyên jinan di nîqaşên siyasî û sazûmanî de cih bigrin, hewl dan. Ev pêvajo di Hezîrana 2026’an de dema ku diyaloga bi rêkûpêk karê xwe bi dawî anî û zêdetirî 525 pêşniyar pêşkêş kirin, gihîşt qonaxeke girîng. Ev pêşniyar têkildarî pêvajoya siyasî, yekkirina saziyan û çareserkirina sedemên kûr ên pevçûnê bûn. Jinan ji sedî 35’ê beşdarên vê diyalogê pêk dianîn.

Di heman demê de, Vekolîna Periyodîk a Gerdûnî (UPR) ya derbarê mafên mirovan de ku encamên wê yên têkildarî Lîbyayê di Adara 2026’an de ji aliyê Konseya Mafên Mirovan ve hatin pejirandin, bal kişand ser nakokiyên berdewam ên derbarê reformên yasayî yên ku ji bo xurtkirina parastina jinan pêwîst in. Li gorî rêxistina Human Rights Watch, her çend rayedarên Lîbyayê ew pêşniyarên ku armanca wan xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e qebûl kirin jî, wan pêşniyarên girîng red kirin. Pêşniyarên ku daxwaza sûc hesibandina destavêtina di nava zewacê de, misogerkirina mafên wekhev di dayîna hemwelatiyê de, betalkirina yasayên malbatê yên cudakar û rakirina wan xalên ku rê didin tawanbar bi rêya zewaca bi qurbaniyê re ji cezakirinê bireve, dikirin.

Herçend beşdariya jinan di pêvajoyên diyaloga siyasî de derfetê dide wan ku bandorê li nîqaşên derbarê paşeroja welêt de bikin jî, ev yek bi awayekî misoger garantî nake ku daxwazên wan ên ji bo bidestxistina mafan bên pêkanîn. Cûdahiya di navbera hebûna nûneran di pêvajoyên şêwirmendiyê de û redkirina pêşniyarên curbecur, bi taybetî yên têkildarî wekhevî û reforma yasayî, nîşan dide ku berfirehkirina beşdariyê divê bi îradeyeke sazûmanî re be, da ku ev daxwaz veguherin yasayên pêkanînbar û siyasetên pratîk. Ji ber vê yekê, bandora hebûna jinan ne tenê bi hejmara beşdarên jin an pêşniyarên ku pêşkêş dikin tê pîvan, belkî bi wê yekê tê pîvan ku ev hebûn di rastiyê de di warê mafên jinan de çiqas dibe sedema pêşveçûnên berbiçav.

Misir: Parastina yasayek yekgirtî û têkoşîna li dijî tundiyê

Li Misirê, tundî di şêwazên cûda de derdikeve pêş. Wekî destdirêjî, êrîşên fîzîkî û cinsî, tundiya nav malê û kuştin. Ev bûyer hem di nava malbatan de, hem jî li cihên giştî, cihên kar û saziyên perwerdehiyê pêk tên. Li gorî raporeke ku ji aliyê "Weqfa Malath a ji bo Piştgiriya Jinan" ve hatiye amadekirin, di navbera Nîsan û Hezîrana 2026’an de, 128 bûyerên tundiyê li dijî jin û keçan hatine belgekirin. Di nav vana de 60 bûyerên destdirêjiyê, 41 êrîşên fîzîkî û 27 bûyerên kuştina jinan hebûn. Divê bê zanîn ku ev dane, li ser bingeha bûyerên belgekirî ne û hejmara giştî ya li ser asta welêt, bi temamî nîşan nadin.

Hewldanên parêzvanên mafên jinan balê dikşînin ser valahiyeke girîng a di çarçoveya parastinê ya heyî de. Nebûna yasayeke yekgirtî û berfireh ku hemû şêwazên tundiya li dijî jin û keçan dihewîne. Digel xebatên parêzvaniya yasayî, rêxistinên mafên jinan û mafên mirovan amûrên şopandin û belgekirinê bipêş xistin. Di heman demê de, saziyên dadwerî jî dest bi nîqaşên ji bo baştirkirina mekanîzmayên rêvebirina dozên ku têkildarî rizgarbûyên tundiyê ne, kirin. Di Tîrmeha 2026’an de, endama parlamentoyê Maha Abdel Nasser pêşnûmeyasayeke yekgirtî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan wergirt û pêvajoya xistina wê di rojeva yasayî de da destpêkirin. Ev pêşnûmeyasa encama hevkariya çar rêxistinan bû: "Tadweyn a ji bo Lêkolînên Zayendî", "Weqfa Qahîreyê ji bo Pêşveçûn û Yasayê", "Weqfa Parêzerên Jin ên Misirî" û "Navenda Misirî ji bo Mafên Jinan". Di heman demê de, destpêşxeriyên bi pêşengiya jinan berdewam kirin ku belgekirin û çavdêriyê bikar bînin da ku celebên tundiyê yên ku dibe ku di statîstîkên fermî de nehatibin tomarkirin, ronî bikin. Di derbarê karûbarên parastinê de, raporek ji hêla tîmê Neteweyên Yekbûyî ya li Misrê ya 2025’an de, destnîşan kir ku zêdetirî 94 hezar jin û keç ji karûbarên pêşîlêgirtin, parastin û bersivdayînê yên ku ji hêla NY’ê ve tên destekkirin sûd wergirtine. Di nav de alîkariya hiqûqî, piştgiriya psîkososyal, stargeha bi ewle û şandina karûbarên taybet hene. Di raporê de her wiha piştgiriya ji bo 18 mekanîzmayên ji bo ragihandin û lêgerîna alîkariyê û xebata berdewam a 50 yekîneyên dijî tundiyê di nav zanîngehan de, hat destnîşankirin.

Forumek ji bo danûstandina ezmûnan, lêkolîna rêyên xurtkirina parastin û piştgiriyê

Her çend ev nîşane berfirehkirina gihîştina piştgirî û parastinê temsîl dikin jî, ew bi serê xwe ne bes in ku pîvandina asta ku hewcedarî têne bicîhanîn, an domdariya van karûbaran. Saziyên dadwerî jî li ser çawaniya baştirkirina birêvebirina dozên ku jin û keçên mexdûrên tundiyê ne nîqaş kirine. Di 10-11’ê Tebaxa 2026’an de, Wezareta Dadê ya Misrê  bi hevkariya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li ser Derman û Sûc (UNODC) û UN Women, ji bo serokên dadgehên asta yekem û berpirsên dadwerî rûniştinek li dar xist. Ev bûyer wekî forumek ji bo danûstandina ezmûnan, lêkolîna rêyên xurtkirina parastin û piştgiriyê di nav pergala dadweriyê de û baştirkirina mekanîzmayên hevrêzkirin û sevkkirinê ji bo karûbarên piştgiriya hiqûqî, psîkolojîk û civakî xizmet kir. Ev înîsiyatîf gaveke saziyî ber bi pêşvebirina bersiva dadwerî ve temsîl dike.

Berovajî vê, kapasîteya rêxistinên jinan ji bo peydakirina xizmetan bi hebûna çavkaniyan û hevkariya saziyî ve girêdayî ye. Di vî warî de, Navenda Misrî ya Alîkariya Hiqûqî ya Jinan (ECWLA) ragihand ku Wezareta Hevgirtina Civakî 6 projeyên ku ji hêla rêxistinên cûda ve di heyamek du salan de hatine pêşkêşkirin red kiriye, an jî asteng kiriye.

Ezmûna Misrê pêşketinên di hewldanên parêzvaniyê de yên ku armanc dikin çareserkirina kêmasiyên yasayî, ligel înîsiyatîfên belgekirinê yên berfireh û pêşxistina kanalên piştgirî û bersivê, eşkere dike. Lê belê, pêşkêşkirina pêşnûmeyek yasayê nayê wateya temamkirina çarçoveya parastinê. Pejirandina wê ya fermî, asta ku ew cûrbecûr celebên tundiyê vedihewîne û piştrastkirina ku rêxistin dikarin berdewam bikin ku xizmetên xwe pêşkêş bikin, di nav pirsgirêkên herî girîng ên berdewam de dimînin. Di dawiyê de, veguherîna ji destpêşxeriyên takekesî û pêşniyaran a ji bo çarçoveyek yasayî ya berfireh û xizmetên domdar, ji bo pîvandina bandora van hewldanan wekî pîvana sereke xizmet dike.

Sûdan: Jin di navbera şer û pevçûnan de torên parastinê ava dikin

Şerê li Sûdanê, ku niha nêzîkî sala xwe ya 4’emîn dibe, rastiyek pir dijwar li ser jin û keçan ferz kiriye. Ji ber ku kapasîteya saziyan ji bo peydakirina xizmetên bingehîn kêm bûye, koçberî belav bûye û pêdiviyên mirovî zêde bûne.

Ji destpêka şer û pevçûnê ve, jin bi binpêkirinên giran re rû bi rû mane. Di nav vana de tecawiz, tecawizkirina komî, koletiya cinsî, revandin, zewaca bi zorê û êrîşa bedenî ku ji ber koçberiya berfireh û hilweşîna pergalên parastinê zêde bûne, hene. Li gorî raporek ji sala 2026’an a Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), di navbera Nîsana 2023’yan û nîvê Nîsana 2026’an de 546 bûyerên şîdeta cinsî ya têkildarî şer hatine belgekirin, ku bandor li 838 qurbaniyan kirine. Di nava de 539 jin û 284 keç hene. Raport tekez dike ku ev hejmar, ji ber dijwariyên mezin ên di raporkirin û belgekirinê de, pîvana rastîn a binpêkirinan nîşan nadin.

Di nav vê hilweşînê de, rêxistinên bi pêşengiya jinan, odeyên bersivdayîna lezgîn û torên civakî, wekî mekanîzmayên bersivdayîna herêmî yên girîng derketine holê. Çalakvanan pêşengiya destpêşxeriyan kirine da ku xwarin, alîkariya bijîşkî, piştgiriya psîkolojîk û parastinê peyda bikin, di heman demê de alîkarîyê bidin malbatên koçber. Ev destpêşxerî ji dabînkirina alîkariyê wêdetir çûne. Wan torên hevgirtinê û rêxistina civakî bipêş xistine. Ew, hewl didin ku tundiya li ser bingeha zayendî di hawîrdorekê de çareser bikin ku tê de şiyana ragihandina bûyeran û gihîştina xizmetên bingehîn, bi giranî kêm bûye.

Rêxistinên jinan her wiha ji bo rûbirûbûna bi stîgmaya li dora kesên saxmayî û xurtkirina beşdariya civakên herêmî di hewldanên parastinê de, xebitîne. Encamên anketek ku ji hêla UN Women ve di Nîsana 2026’an de hatî kirin ku 85 rêxistinên jinan vedihewîne, çarçoveya girîng a vê rolê eşkere dike. Rêxistinên ku lêkolîn lê hatiye kirin, ragihandin ku di sala 2025’an de piştgirî dane zêdetirî 17.5 milyon mirovên hewcedar. Wekî din, zêdetirî nîvê van rêxistinan rolek navendî di navbeynkarî û avakirina aştiyê de lîstin. Her çiqas bi kêmkirina fînansmanê, zehmetiyên operasyonê yên ji ber sînorkirinên ewlehiyê û dijwarîyên xwerû yên xebatê li deverên pevçûnê re mijûl bûn jî. Her çend ev nîşane beşdariyên girîng ên ku ji hêla rêxistinên jinan ve hatine kirin ronî dikin jî, ew di heman demê de qelsiya binesaziya ku ev hewldan pê ve girêdayî ne eşkere dikin.

Jin li seranserê Sûdanê zêdetirî 2 hezar û 400 metbexên komunal birêve dibin

Yek ji formên berbiçav ên rêxistinkirina civakê ya bi pêşengiya jinan "odeya lezgîn" (an yekîneya bersiva lezgîn) e, modelek ku di gelek deveran de derketiye holê da ku alîkariya bingehîn peyda bike û bersivên ji bo hewcedariyên rojane hevrêz bike. Di gotarekê de ku ji aliyê Komîsyona Jinên Penaber ve di Cotmeha 2026’an de hatiye weşandin a li ser şahidiyan û ezmûnên meydanî hatiye bikaranîn, hate destnîşankirin ku jin li seranserê Sûdanê zêdetirî 2 hezar û 400 metbexên komunal birêve dibin. Ev wekî nîşaneyek ji bo berfirehbûna rêxistinkirina civakê ya bi pêşengiya jinan ku armanc dike xwarin û piştgiriya malbatên bandordar peyda bike, xizmet dike.

Karê van toran ji metbexên komunal wêdetir diçe. Ew di heman demê de alîkariya bijîşkî, piştgiriya psîkolojîk û cûrbecûr formên parastinê jî vedihewîne. Li gel peydakirina alîkariyê ji bo kesên bêwar û hevrêzkirina destpêşxeriyên herêmî li gorî çavkaniyên berdest. Tevlêbûna jinan dirêjî navbeynkariya herêmî û hewldanên avakirina aştiyê yên li ser asta civakê bûye. Lê belê, ev rol di pêvajoyên danûstandinên fermî de nehatiye nîşandan. Lêkolînek ji aliyê UN Women ve nebûna beşdariya watedar a jinên Sûdanê wekî danûstandinkar di danûstandinên aştiyê yên fermî de di heyama sê salan de ku di raporê de tê vegirtin, destnîşan dike. Ev yek newekheviyek eşkere di navbera rola ku jin di kêmkirina bandorên pevçûnên herêmî de dilîzin û temsîliyeta wan a sînorkirî di biryarên ku armanc dikin bidawîkirina wê pevçûnê de eşkere dike.

Li Sûdanê, jinan di nav hilweşîna saziyan û mezinbûna pêdiviyên mirovî de karîn torên bersiv û hevgirtinê biparêzin. Ev yek jî kapasîte û rola wan a girîng di parastina civakên herêmî û piştgiriya kesên ku ji pevçûnê bandor bûne de destnîşan dike. Lê belê, berpirsyariyên mezin ên ku jinan hildigirin ser xwe, bi hebûnek têkildar di pêvajoyên danûstandinan an jî di biryardana derbarê pêşeroja welêt de nayên hevber kirin. Ji ber vê yekê, dijwarî ne tenê di misogerkirina berdewamiya van înîsiyatîfan de ye û dabînkirina fînanse û parastina pêwîst ji wan re. Lê di heman demê de di naskirina fermî ya beşdariyên jinan û bi bandor tevlîkirina wan di hewldanên bidawîkirina pevçûnê û avakirina aştiyê de ye.

Ji amûrên berxwedanê bigre heya ceribandina encaman

Ezmûnên jinan li welatên Bakurê Efrîkayê şiyana wan a çêkirina rêyên cihêreng ji bo rûbirûbûna tundî û cudakariyê nîşan didin. Wan amûrên ku li gorî dijwariyên taybet yên her çarçoveyekê hatine çêkirin bipêş xistine. Ji belgekirin û parêzvaniya yasayî bigre heya beşdariya siyasî, afirandina torên hevgirtinê û bersiva mirovî. Tevî cûrbecûr van nêzîkatiyan, ew li ser daxwazek bingehîn li hev dicivin. Veguherandina mafên îlankirî bo garantiyên berbiçav ku jinan diparêzin û beşdariya wan a wekhev di jiyana giştî de gengaz dikin. Lê belê, encama van hewldanan valahiyek domdar di navbera destpêşxeriyê û encamê de nîşan dide. Belgekirin nikare nebûna mekanîzmayên hesabdayînê telafî bike. Daxwazên yasayî bêyî yasayên bicîhkirî nikarin bibin parastin û destpêşxeriyên bi rêberiya civakê bi tena serê xwe nikarin valahiya ku ji hêla saziyên qels an nebûna xizmetên domdar ve hatiye hiştin tijî bikin. Di rewşên ku ji ber pevçûnan bandor bûne de, ev valahî ji hêla fînanse û parastinê ya sînorkirî û her wiha dûrxistina jinan ji pêvajoyên danûstandin û biryardanê bêtir giran dibe.

Her çend jinan kapasîteya xwe ya belgekirin û rûbirûbûna binpêkirinan û organîzekirina bersivên li hember encamên wan nîşan dane jî, dijwariya ji bo hikûmet û saziyan ew e ku ji tenê qebûlkirina van hewldanan ber bi çareserkirina daxwazên jinan ve biçin. Ev pêdivî bi pêkanîna reformên yasayî yên çalak, avakirina mekanîzmayên parastin û hesabdayînê yên bi bandor, ewlekirina çavkaniyan ji bo misogerkirina berdewamiya xizmetan û garantîkirina beşdariya rastîn a jinan di biryarên ku bandorê li maf û pêşeroja wan dikin heye. Di dawiyê de, serkeftina berxwedanek wisa ne tenê bi tiştê ku jinan tevî dijwariyan ava kirine tê pîvandin, lê di heman demê de bi guhertina berbiçav a ku ev hewldan tînin rastiya wan a jiyîn jî tê pîvandin.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.