BAHARAN LEHÎB
Kabul – Girtina sînorê di navbera Efganistan û Pakistanê de, derbeke aborî li bazirgan û cotkarên her du welatan xistiye û zexta li ser koçberên Efgan a ji bo vegera welatê wan, zêde kiriye. Her wiha, ji bo welatiyên Efgan, bi taybetî yên ku berê ji bo wergirtina xizmetên tenduristiyê diçûn Pakistanê, zehmetiyên mezin derxistiye holê.
Ev nexweş niha neçar in ku ji bo stendina vîzeyê û kirîna bilêtên balafirê, lêçûnên pir giran bidin. Tenê ji bo ku bikaribin herin Pakistanê û dermankirina xwe bidomînin, gelek zehmetiyan dikşînin.
Bandora giran a li ser nexweşên penceşêrê
Li seranserê dinyayê nexweşîna penceşêrê her ku diçe zêdetir belav dibe. Li Efganistanê jî, nexweşên penceşêrê ji vê aloziya di navbera Efganistan û Pakistanê, bi awayekî herî giran bandor bûne. Ji ber ku binesaziya tenduristiyê û kapasîteya Efganistanê di vî warî de pir sînorkirî ye, pirsgirêkên cur bi cur derdikevin pêşiya nexweşan. Di gelek rewşan de, bijîşkan piştî teşhîskirinê, ji nexweşan re pêşniyar dikirin ku ji bo berdewamiya dermankirinê herin Pakistanê.
Tevî zehmetiyên mezin û barên giran ên darayî, nexweş û malbatên wan diçûn Pakistanê. Bi hêviyek mezin girêdayî bûn û di têkoşîna li dijî nexweşiyê de gelek zehmetî dikşandin. Lê belê, girtina sînoran û helwesta nemirovane ya hikûmeta Pakistanê ya li hember koçberên Efgan, êş û azarên wan zêdetir kirine.
Talîbanê bi YE’yê re li ser avakirina nexweşxaneyek li hev kiribû
Di vê çarçoveyê de, di 29’ê Çileya 2026’an de bi hevkariya Yekîtiya Ewropayê û rêveberiya Talîbanê, nexweşxaneyek li Kabulê hate vekirin ku xizmetên tenduristiyê bi lêçûneke pir kêm pêşkêş dike. Ev hevkarî di demekê de pêk hat ku hikûmeta Talîbanê bi awayekî çalak rê li ber ketina koçberan digre. Lê bi awayekî paradoksîkal, ji bo avakirina vê nexweşxaneyê ya li ser bingeha berjewendiyên hevpar, bi Yekîtiya Ewropayê re hevkarî kiriye. Her çend ev mijar li derveyî çarçoveya vê raporê be jî, bi serê xwe mijareke aloz e.cBerê, li nexweşxaneyeke Kabulê beşeke biçûk ji bo nexweşên penceşêrê hebû ku mirov ji bo prosedurên teşhîskirinê yên herî bingehîn diçûn wir. Di gelek rewşan de, pêwîst bû ew mînakên ku ji bo teşhîseke sedîsed hatibûn stendin, bişînin Pakistanê.
Nexweşxane ev salek e bi awayek serbixwe kar dike
Ji bo nirxandina rewşa vê navenda tenduristiyê, me serdana nexweşxaneya ku li herêma Darul Aman a Kabulê ye, kir. Avahiya ku berê ofîseke hikûmetê bû, ji aliyê dîtbarî ve balkêş û ji hêla estetîkî ve xweş e. Lê belê, di hundir de mirov rastî gelek nexweşan tê ku li beşên cûda ne û êşên giran dikşînin. Di dema serdana xwe de, em bi Suheyla Şahbaz ku yek ji xebatkarên nexweşxaneyê ye re axivîn. Wê behsa xebatên vê navendê kir û got: "Ev nexweşxane ev salek e ku bi awayekî serbixwe kar dike. Ew bi hemû çavkaniyên pêwîst hatiye amadekirin. Ji teşhîskirina nexweşiyan û emeliyatan bigre heta qonaxên din ên dermankirinê."
‘Li vir bijîşkên pispor qet tunene’
Dema me derbarê hebûna bijîşkên pispor û bi taybetî pisporên jin a li nexweşxaneyê de pirsan kir, Suheyla demek dirêj bêdeng ma û piştre bi dengekî nizm bersiv da: "Li vir qet bijîşkên pispor tune ne; bi taybetî di beşa jinan de tu bijîşkên pispor nînin. Her çend nexweşxane bi amûrên pêşketî hatiye amadekirin jî, kesekî ku xwediyê zanîn an pisporiya pêwîst be ji bo bikaranîna rast a van amûran tune ye. Mixabin, carinan teşhîsên nexweşiyê şaş in. Her çend xizmetên bijîşkî li vir belaş bin jî, di rastiyê de jiyana mirovan tê xistin xetereyê."
‘Divê nexweş nebin qurbaniyên rewşeke wiha’
Suheyla destnîşan kir ku tenê dema ku pisporên perwerdekirî, hem mêr û hem jî jin hebin, dikarin bighîjin xweseriyê û wiha berdewam kir: "Ger ku derfetên perwerdehiya pisporiyê li nava Efganistanê tune bin, divê ji bo ku kesên pêwîst li derveyî welat perwerde bibin, rê bên dîtin. Lê mixabin, rêveberiya Talîbanê bêtir bala xwe daye ser bidestxistina naskirinê û pêkanîna ajandayên xwe yên siyasî. Divê nexweş nebin qurbaniyên rewşeke wiha."
Piştî ku em ji odeya Suheyla derketin, em rastî dayîkek hatin ku zaroka wê ya 6 mehî bi dengekî ewqas bilind digiriya ku dengê wê li hemû korîdorên nexweşxaneyê vedida. Em ji bo pirskirina rewşa zaroka wê, nêzîkî wê bûn. Dayîkê, bi çavên tijî rondik û rûyekî ku bêhêvîtiyê li ser xêz kiribû, wiha got: “Ev du meh in ku derdora çavên keça min a 6 mehî werimiye. Min ew bir cem çend bijîşkan, lê tu kesî nikaribû teşhîseke rast ji bo rewşa wê deyne. Di dawiyê de, ez şandim vê nexweşxaneyê. Ev 3 roj in ez têm vir. Berî her tiştî, tenê girtina destûra ketina avahiyê jî zehmetiyeke mezin e. Dema ez dikevim hundir, di navbera korîdoran de digerim. Lê kes tune ye ku bersivekê bide min."
Piştî guhdarîkirina gilî û gazincên dayîkê, Suheyla hewl da ku wê aram bike. Wê bi nîgeranî li zarokê nihêrt û got: "Bibore, lê teşhîskirina nexweşiyê dê hefteyekê bikşîne. Piştî ku teşhîs piştrast bû, em ê dest bi pêvajoya dermankirinê bikin."
‘Kêmbûna karmendên pispor yek ji mezintirîn pirsgirêkên navendê ye’
Paşê, ji bo ku ji zarokê biçûk mînakan bistînin û testên pêwîst bikin û ji bo dîtina sedema nexweşiyê, Suheyla dayîk û zarok birin odeyek. Li gorî Suheylayê, kêmbûna karmendên pispor yek ji mezintirîn pirsgirêkên navendê ye. Suheyla diyar kir ku rewşek ku di warê lênêrîn û dermankirina nexweşan de zehmetiyên cidî derxistiye holê, dijîn.
Rewş li gelek nexweşxaneyên din ên li seranserê Efganistanê jî ne baştir e. Kêmbûna bijîşk û karmendên pispor, yek ji astengiyên bingehîn e ku pergala tenduristiyê ya welêt pê re rûbirû ye. Hejmara pisporan ewqas kêm e ku, bişev û roj bixebitin jî, nikarin pêdiviyên bijîşkî yên hemû welatiyên Efgan bi cih bînin.
Nexweşên penceşêrê li Kabulê di navbera kêmasiya tesîsan û pisporan de mane
Ji ber sedema girtina sînorê di navbera Efganistan û Pakistanê de, li Kabulê kêmasiya bijîşkên pispor û derfetên ku ji bo teşhîskirinê têr nakin, zehmetiyên ku ev nexweşên penceşêrê pê re rûbirû dimînin, girantir kirine.




