Jina ku bi çandina daran li dijî otorîteyê sekinî: Wangarî Maathaî

Wangarî Maathaî ya ku li Kenyayê bi çandina daran jinan bi rêxistin kir, li dijî êrîşên li ser ekolojiyê û siyaseta mêr derket, bi Tevgera Nifşê Kesk ku damezrînera wê bû; têkoşîna ji bo xwezayê û azadiya jinan bi hev re meşand.

Jina ku bi çandina daran li dijî otorîteyê sekinî: Wangarî Maathaî

Navenda Nûçeyan – Wangarî Maathaî ya di sala 1940’an de li herêma Nyeriyê hat cîhanê, weke yekem  akademîsyena jin, li Efrîqaya Rojhilat û Navîn doktora kir, sînorên ku desthilatdariya mêr di warê zanistê de çêkiribûn derbas kir. Bi wê yekê teşe da jiyana jinên ku li bejahiya Kenyayê ya ku rastî taxrîbatên mezin hatibûn.

Di dawiya sala 1970’yan de li Kenyayê tunekirina daristanan ji bo bazirganiyê bû sedema zuhabûna çeman, hişkbûna erde û çandiniya ku gel pê debara xwe dikir, vê yekê jî bû sedem ku jin neçarî xizaniyê bimînin. Maathaî ji bo ji krîza jinên ku ji bo êzingan û ava paqij bi kîlometreyan neçar diman bimeşin re çareseriyek bibîne, di sala 1977’an de Tevgera Nifşê Kesk (Green Belt Movement) ava kir.

Ji çandina şitlan ber bi berwedana polîtîk ve

Vê tevgera ku destpêkê ji bo jinên li gundewaran perwerdeya çandina şitlan û daran da, di demeke kurt de hem li dijî texrîbata li ser ekolojiyê hem jî rejîma zextker Daniel Moî veguherî berxwedaneke rêxistinkirî ya jinan. Her şitla ku jinan çand, bi parastina erdê ya ji erozyonê, ji bo serxwebûna aborî bi jinan re xwebaweriyê mezin kir.

Maathaî, çandina daran ne tenê weke xebateke ekolojik, weke perçeyek jêneger a têkoşîna demokrasi û mafên mirovan dît. Ji bo ku pêşî li avahiya bilind ku li Parka Uhuru ya li Nairobiyê dihat çêkirin bigre çalakiyên nobedariyê li dar xist û ji ber ku bi dayîkên girtiyan re ket greva birçîbûn bi dehan car rastî tundiya polîsan hat, ket binçavan û gef lê hatin xwarin lê tevî hemû zextan jî paşve gav navêt.

"Xweza tenê çavkaniyek nîn e, jiyan bi xwe ye. Parastina axê, parastina pêşeroj û azadiyê ye."

Xelata Aştiyê ya Nobelê

Bi navbeynkariya Tevgera Nifşê Kesk û bi pêşengiya wê li tevahiya Efrîqayê ji 50 milyonî zêdetir dar hatin çandin. Ji ber desteka wê ya ji bo pêşketinên ku dikarin werin berdewamkirin, demokrasî û aştiyê, di sala 2004’an de layîqê Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin û bû yekem jinan Efrîqayî ya ku vê xelatê girtiye.

Maathai ya ku di sala 2011’an de jiyana xwe ji dest da; bi xeta têkoşînê ya ku krîza ekolojîk, keda jinan, dijberiya mêtinkariyê û mafên demokratîk bi hev re digirt dest; îro hê jî xweza û jiyanê diparêze, îlhamê dide têkoşîna jinan.