RANYA ABDULLAH
Yemen – Li Yemenê, di nav şert û mercên mirovî yên aloz ku ji ber pevçûnên berdewam û dorpêçkirina Taîzê (li başûrê rojavayê welat) ji aliyê Hûsiyan ve û her wiha rawestandina perwerdeya fermî de, bijîşka diranan Safiya El-Meqtarî bûye mînakek îlhamê ku jin dikarin di demên krîzê de jî di civakê de rol bilîzin. Safiye El-Meqtarî, deriyê mala xwe ji bo zarokên taxê kiriye polek demkî û sînordariyên cîh derbas kir. Wê derfet da ku perwerdeya xwe bidomînin û dema xwe ya vala bi awayek berhemdar bikar bînin.
Ji fikrek ku ji qada malê derketî ber bi hewldanek ve
Çîrok, dema Safiya El-Meqtarî di mala xwe de êvaran ders dida zarokên malbata xwe. , destpê kir. Armanc dikir ku zarokan ji valatiya ji ber pevçûn û paşketina akademîk a çêdibe, biparêze. Cîranan bi dîtina coşa zarokan, wan teşwîq kirin ku hewldan berfireh bibe, ji bo ku zarokên din ên li taxa derdorê jî tê de bin. Piştî vê daxwazê, Safiye El-Meqtarî ‘pol’ bir ber deriyê avahiya apartmanê û ew ji bo fêrbûnê kir cihek vekirî.
Safiye El-Meqtarî motîvasyona xwe wiha anî ziman: “Ev fikir piştî bûyerên 2015’an dema perwerdeya fermî rawestiya, derket holê. Min fêm kir ku astengiyên di perwerda zarokan de, xetereya windakirina temamiya nifşekî çêdike. Min bi hînkirina Îngilîzî dest pê kir, mijarek ku ew pê re têdikoşiyan. Min her wiha têgehên bingehîn ên jiyanê yên wek welatparêzî, paqijî, rêzgirtin û çawaniya ragihandinê bi yên din re nîqaş kir. Min ev ne bi rêya bernameyek kevneşop, bi rêya nîqaş û diyalogên motîvekirinê bi dest xist.”
Safiye El-Meqtarî bal kişand ser bertekên malbatan û wiha domand: “Di destpêkê de ew hewldan nerm bû, lê berteka dêûbavan bêhempa bû. Wan ev hewldan pir pîroz kir. Demek dirêj berî destpêkirina dersxaneyan; zarokan bi coşek mezin dest bi hatinê kirin. Tiştê ku ew bi xwere bînin, tenê defter û pênûsek e.”
Rawestandina dersan
Hewldana Safiya El-Meqtarî piştî guhertina bilez a rewşa ewlehî û meydanê li Taîzê, bi taybetî bombebaranên bêserûber ên bajêr ên ji aliyê Hûsiyan ve, bû sedema rawestandina dersan û girtina dibistanan, hat. Ofîsa Perwerdê ya Taîzê da zanîn ku sedema rawestandina demkî ya perwerdê, bombebaranên berdewam û panîka di nav xwendekaran de (bi taybetî yên di polên nizm de) bû. Ofîsê diyar kir ku wan ji bo dîtina çareseriyên lezgîn, berê xwe dane fêrbûna ji dûr ve û stratejiyên ku kêmasiyên fêrbûnê çareser bikin û berî ezmûnên plansazkirî karên dersê yên berhevkirî temam bikin, bipêş xistin.
Dibistan hê girtî ne
Ji bilî vê, Komîteya Awarte ya li Taîzê ragihand ku hemû dibistanên giştî, dibistanên taybet, saziyên perwerdeyê yên serbixwe, peymangeh, kolej û zanîngehên li bajêr, ders rawestandine. Komîteyê diyar kir ku ji karmendên qada giştî re betlaneya demkî hatiye dayîn. Komîteyê di belavoka xwe de anî ziman ku ev tedbîrên awarte ji bo misogerkirina ewlehiya xwendekar, karmendên mamoste û sivîlan û ji bo pêşîgirtina li windabûna can û mal, hatine girtin. Ji ber ku pêvajoya perwerdeyê ya normal, di bin şert û mercên ewlehiyê yên heyî de nemaye. Komîteyê ragihand ku biryara rawestandina perwerdeyê dê heta agahdariyek din bi şertê ku rewşa ewlehiyê ya heyî baştir bibe, di meriyetê de bimîne. Ev pêşketin nîşan dide ka bandorên şer çawa ji xetên pêşîn derbas bûne û gihîştine dilê saziyên perwerdeyê û jiyana rojane ya xelkê herêmî.
Dengên sûdmendan
Hin ji zarokên ku beşdarî vê hewldanê bûn, behsa bandora dersê li ser jiyana wan a rojane di vê serdema ku dibistan girtî bûn de kirin. Zaroka bi navê Îlan El-Absî, wiha got: “Ez pir kêfxweş im ku tevî dibistan girtî ne jî, em hînî nivîsandin û xwendinê dibin. Ev dihêle ku, li şûna ku em rûnin û tiştek nekin, em dema xwe bi awayek berhemdar bikar bînin.”
Li gorî çalakvanan, ev ezmûna îlhambexş nîşan dide ku îradeya mirovan dikare li hember şert û mercên herî sînordar jî biser bikeve. Perwerde ji bo zarokên li deverên pevçûnê wek xeta jiyanê ya girîng dimîne. Ew nîşan dide ku hewesa fêrbûnê ne hewceyî dîwarên dibistanê ye, dilê ku bawer dike rêya şekildana pêşerojê, bi gava yekem dest pê dike.




