SERPÎL SAVUMLU
Piştî 65 salan jî, dengê xwişkên Mîrabal di nava tevgera jinan de vedide. Patrîa, Mînerva û María Teresa ku di 25’ê Mijdara 1960’an de hatin qetilkirin, ne tenê sê jin bûn ku bûn hedefa dîktatoriyekê. Ew bûn sembolên berxwedanê û lêgerîna azadiyê jî.
Li Komara Domînîk, ev xwişk li dijî dîktatoriya faşîst a Rafael Trujîllo, ji bo mafên mirovan û demokrasiyê têkoşiyan. Ji ber vê yekê, ew gelek caran hatin girtin, rastî îşkenceyê hatin û di her warê jiyana xwe de rastî zilmê hatin. Ev sê xwişkên ku bi navê ‘Minminîk’ dihatin naskirin, pêşî bûn hedef û piştre hatin qetilkirin.
Kesên ku ew kuştin, bawer dikirin ku dikarin dengê wan bibirin. Lê tiştek hebû ku wan hesabê wê nekiribû: dengê xwişkên Mîrabal wê biba dengê jinên li seranserê cîhanê. Têkoşîna van sê jinên ku rejîmê xwest bi rêya mirinê wan bêdeng bike, veguherî sembola berxwedanê ya ku di dawiyê de dawî li dîktatoriyê anî. Îro, jin bîranîna xwişkên Mîrabal bi rûmet digirin û têkoşîna li dijî tundî, zilm û newekheviyê, ji cihê ku wan hiştibû, didomînin.
Mafê jinan ê jiyanê ji wan tê stendin
Heta îro jî, jin ji bo mafê xwe yê jiyanê têdikoşin. Li Tirkiyeyê, mîna gelek deverên din ên dinyayê, jin ji ber tundiya mêran can didin. Zêdebûna hejmara kuştinên jinan û mirinên bi guman, nîşan dide ku her ku diçe bêtir jin ji mafê xwe yê jiyanê bêpar dimînin. Di heman demê de, nîşandana hinek ji van mirinan a wekî "xwekujî" an "qeza", derbarê rastiya li pişt van bûyeran de pirsên cidî derdixe holê. Parastina mafê jiyanê yê jinan, ne tenê pêşîlêgirtina kuştina jinan, ji bo ku berpirsiyar bên cezakirin her wiha lêkolîneke berfireh a li ser hemû mirinên bi guman jî dixwaze. Ji dema xwişkên Mîrabal ve heta roja îro, rastiyek neguherî maye: têkoşîna jinan a ji bo jiyan û azadiyê berdewam e.
Jin tên kuştin
Li Tirkiyeyê, mirinên gumanbar ên jinan pirî caran wekî xwekujî an qeza tên tomarkirin. Pêvajoya eşkerekirina rastiya li pişt van mirinan jî, mijareke nîqaşên germ e. Di bûyerên wekî ketina ji bilindahiyan, mirinên bi çekên agirîn, an mirinên li nava malê de; rêbazên ku di lêpirsînan de tên bikaranîn, hûrguliya komkirina delîlan û sepandina nêrîneke ku li hember cudahiya zayendî hestiyar e, xwedî girîngiyeke krîtîk in. Rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan tekez dikin ku pêwîst e ji bo van mirinên gumanbar lêpirsînên bi bandor û serbixwe bên kirin. Di heman demê de, lêkolînên pisporan balê dikşînin ser kêmasiyên di pêvajoyên darazê de û pirsgirêkên avahî yên ku bi kuştina jinan (femîsîd) ve girêdayî ne.
Daneyên heyî rastiyeke tal eşkere dikin
Wezareta Dadê û Wezareta Karên Hundirîn, derbarê encamên lêpirsînên li ser mirinên gumanbar ên jinan an jî rêjeya dozên ku bi serkeftî hatine çareserkirin de, bi awayekî rêkûpêk daneyan belav nakin. Ev nebûna zelaliyê, rê li ber gihîştina raya giştî ya bi agahiyên pêbawer digre. Ev mijarek ku ji bo mafê jiyana jinan ewqas girîng e.
Ev rewş bi siyasetên ku jinan naparêzin, xirabtir dibe. Siyasetên ku tundiyê dikin çarçoveya "meseleyên malbatî" û bi vî awayî wê nediyar dike. Her wiha jiyana jinê tenê di çarçoveya pozîsyona wê ya di nava malbatê de pênase dikin. Ji bo pêşîlêgirtina kuştina jinan, pêwîst e siyasetên ku mafê jiyan, azadî û ewlehiya jinan dikin pêşîn bên pêkanîn, ne ku tenê balê bikişînin ser yekeya malbatê. Her çend hikûmet bi berdewamî di bin dirûşma "Sala Malbatê" de jinan ber bi malê ve araste dike jî, daneyên heyî rastiyeke tal nîşan didin ku berovajî vê nêzîkatiyê ye. Li gorî daneyên "Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin" di sala 2025’an de 297 mirinên jinan wekî ‘biguman’ hatine tomarkirin. Di 10 mehên ewil ên sala 2026’an de jî, li Tirkiyeyê 285 jinan di şert û mercên gumanbar de can dane.
Jin herî zêde di malên xwe de tên kuştin
Ew feraseta ku jiyana jinan bi rolên wan ên di nava malbatê de pênase dike û wan di nav karên malê û berpirsyariyên lênêrînê de asê dike, bingeha ku tundî li ser şîn dibe, xurttir dike. Siyasetên ku jinan teşwîq dikin ku ji qada giştî vekişin, çarçoveya azadiya wan teng dikin û dînamîkên desthilatdariya mêr serdest didomînin. Jinên ku dixwazin derbarê jiyana xwe de biryaran bidin, pir caran rastî kontrol û zexta mêran tên. Bijarteyên wekî veqetîn, berdan, bidawîanîna têkiliyê an jî xebata li kar, pir caran ji aliyê mêran ve wekî hincetek ji bo tundiyê tên bikaranîn.
Ji bo sûcdaran mertalek
Di salên dawî de, tomarkirina mirina jinan a wekî ‘biguman’ her ku diçe belavtir dibe. Di rewşên ku îhtîmala xwekujî an qezayê tê pêşniyarkirin de, şert û mercên mirinê pir caran bi hûrgilî nayên lêkolînkirin û îhtîmalên din ên girîng tên paşguhkirin. Hewldana girtina bilez a dosyayan ku bi hinceta lezkirina pêvajoya lêpirsînê tê kirin, di rastiyê de ji bo sûcdaran wekî mertalekê kar dike. Dosyayên jinên ku hatine kuştin, li ser refên bi toz mane û li benda çareseriyê ne. Dozên ku îsal bi serkeftî hatine ronîkirin, derbarê awayê birêvebirina lêpirsînên li ser mirinên biguman ên jinan de, nêrînên girîng pêşkêş dikin.
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, mirina Turkan K. ya di sala 2023’yan de, di destpêkê de wekî xwekujî hatibû tomarkirin. Lê belê, dema ku doz di meha Hezîranê de ji nû ve hat lêkolînkirin, di navbera îfadeyên gumanbaran û delîlên teknîkî de nakokî derketin holê. Di encama lêpirsînê de delîl hatin dîtin. Li gor delîlan ev mirin ne xwekujî, kuştinek ku hatiye plankirin e, ji bo ku wekî xwekujiyê xuya bike. Du gumanbar hatin girtin û kesekî sêyemîn jî ketiye bin kontrola dadwerî. Doza S.K.yê ku di sala 2016’an de li Antalyayê hat kuştin û doza Havva Yildirim a ku di sala 2011’an de can da, tenê çend mînakên vê yekê ne.
Têkoşîna jinan, bi armanca belavkirina tarîtiyê, berdewam dike
Her mirineke gumanbar a jinekê, li pey xwe pirsên bêbersiv, jiyanên nîvco mayî û malbatên ku li benda edaletê ne, dihêle. Binavkirina mirina jinekê ya wek "xwekujî" an "qeza", ne tenê rastiyê vedişêre. Ev yek pişta xwe dide jiyana wê, têkoşîna wê û lêgerîna dadmendiyê ya ku ji aliyê kesên li pey xwe hiştine ve tê meşandin. Divê mirina tu jinê bêbersiv nemîne û divê jiyana tu kesî bi raporeke fermî ya kurt û rûkeş, neyê jibîrkirin û windakirin. Têkoşîna ji bo mafê jiyana jinan, tam ji bo rakirina vê tarîtiyê, eşkerekirina rastiya li pişt her mirinekê û pêşîlêgirtina qutkirina jiyana jinên din berdewam dike. Ji dema xwişkên Mîrabal heta îro, jinan red kirine ku bêdeng bimînin an jî dest ji têkoşînê berdin. Ew bi yekkirina dengên xwe, têkoşîna ji bo dadmendî û jiyaneke azad berfirehtir dikin.




