Qamişlo - Di demeke ku huner û sînema weke bingeha parastina nasnameyê, dayîna peyaman û afirandina têgihîştina civakî roleke girîng dilîzin de, çalakiyên hunerî dibin dîmenên cihêreng ên afirînerî û vekirina derfetên nû ji bo hunermend û hezkiriyên hunerê. Mihrîcan, bi riya muzîk, sînema û pêşangehên hunerî, ne tenê derfetek e ji bo pêşkêşkirina berhemên hunerî, qadeke ku tê de fikir, hest û estetîka hunerê bi hev re dibin yek e.
Li Qamişloyê duh Mihrîcana “Melodiyên Payîzê” ku dê rojan berdewam bike, dest pê kir. Mihrîcan bi çalakî û pêşandanên cihêreng ên hunerî, çandî û sînemayî dê derfeteke xweş ji bo hevdîtin û kêfxweşiya hunerê pêşkêş bike.
Li ser navê Komeleya Yekpar Bijar Îso, bixêrhatina mêvan û beşdarên mihrîcanê kir û bal kişand ser girîngiya mihrîcanên hunerî û çandî. Bijar Îso destnîşan kir ku amadebûna mêvanan û alîgirên hunerê, zêdetir nirx û wate dide da zanîn ku “Melodiyên Payîzê” ne tenê derfetên pêşkêşkirina berhemên hunerî ye qadeke ku tê de huner, çand û têkiliya di navbera civakê û afirîneran de xurt dibin e.
Li ser navê DAB Ehemd Omer axivî û bal kişand ser cih û rola gelê Kurd a li herêmê û piştrast kir ku gelê Kurd beşeke resen û bingehîn a vê erdnîgariyê ye. Ehmed Omer destnîşan kir ku hebûn, dîrok û çanda gelê Kurd bi vê herêmê ve girêdayî ye û ev yek ji aliyê nasname û pêkhateya civakî ve xwedî wateyeke girîng e.
Piştre fîlmê bi navê ‘Mafek Biçûk’ hat pêşandan. Koma Yekpar derket ser dikê û pêşengeha hunerî hat pêşkêşkirin.













