Navenda Nûçeyan – Ana Tijoux ku di sala 1977’ an de li Fransayê ji malbateke ku ji sirgûniya dîktatoriya Pinochet li Şîliyê reviyabû ji dayîk bûye, muzîka xwe veguherand amûra têkoşîna li dijî tundiya dewletê, kolonyalîzm û zordariya baviksalar a ku ji zarokatiyê ve dîtibû. Piştî vegera Şîliyê di salên 1990’î de hunermendê ku bi zimanê xwe yê siyasî yê bêhempa xwe di qada hip-hopê de bi cih kir, helwesta xwe ya femînîst bi Antipatriarca ku di albûma wê ya Vengo ya di sala 2014’an de derket de cih girt, bi awayekî herî zelal eşkere kir.
Stran, bi tevlihevkirina dengê bilûr û amûrên têl ên kevneşopî yên bêhempa yên Çiyayên Andê bi rîtmên hip-hopê yên hişk, rolên "guhdar, bêdeng û nerm" ên ku li ser jinan tên ferzkirin bi awayekî radîkal red dike. Tijoux bi van rêzan îlan dike ku tenê mafê jinan heye jiyan û bedena xwe kontrol bikin:
"Ne teslîm û ne jî guhdar / Jinek bihêz û serhildêr / Azad û hêrs / Tenê axayê xwe / Careke din, qet nebe."
Dengê kolektîf ê kolan û meydanan

Ji dema derketina xwe ve, Antipatriarca ji tenê bi berhemeke muzîkê bi sînor nema, bû dengê kolektîf ê gelek tevgerên civakî li meydanan ji xwepêşandanên xwendekarên femînîst li Şîliyê bigre heta meşên Ni Una Menos (Ne Yek Kêm) li Arjantînê, ji xwepêşandanên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê bigre heta tevgerên berxwedana ekolojîk û xwecihî.
Vîdyoya stranê jî vê ruhê kolektîf nîşan dide. Wêneyê ku jinên ji temen, pîşe û nasnameyên cuda nîşan didin, rasterast li kamerayê dinêrin û bi hev re distirên, gerdûnîbûna hevgirtina jinan a ji sînorên erdnîgarî derbas dibe, eşkere dikin.
Antipatriarca, bi silavkirina îradeya jinan ji bo parastin û rizgariyê li dijî tundiya baviksalar, îstîsmara kedê û nedîtbariya civakî, karê xwe berdewam dike ji bo rîtma berxwedanê bi hêza veguherîner a muzîkê re bîne cem hev.



