Li Misrê niştecihgeke dîrokî ya 8 hezar û 500 salî hate keşfkirin

Li Oweyê Farafra ya çola Rojavayê Misrê, şûnwarên niştecihgeke 8 hezar û 500 salî hatin keşfkirin. Ev vedîtin, awayê jiyana mirovan, pêvajoya niştecihbûnê û adaptasyona civakên kevnar a bi şert û mercên hawîrdorê ronî dike.

Li Misrê niştecihgeke dîrokî ya 8 hezar û 500 salî hate keşfkirin

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tûrîzm û Şûnwarên Kevn a Misrê, îro ragihand ku li devera Girê Rajeh a li Oweyê Farafra ya çola Rojavayê Misrê, şûnwarên niştecihbûneke mezin a mirovî ku tê texmînkirin dîroka wê vedigere nêzî 8 hezat û 500 sal berê, hatin keşfkirin. Ev keşf di dema xebatên kolandina arkeolojîk a ku ji aliyê tîmeke hevbeş a arkeologên Misrî û Îtalî ve dihatin meşandin, pêk hatiye.

Wezaretê, di daxuyaniya xwe de evkeşf wekî mezintirîn niştecihgeha ji cûreya xwe ya ku heta niha di nav şûnwarên serdema pêşiya dîrokî yên çola Rojavayê Misrê de hatiye dîtin, binav kir.

Nêzî 200 nîşaneyên arkeolojîk hatin dîtin

Li gorî daxuyaniyê,li cihê keşfkirî nêzî 200 nîşaneyên arkeolojîk hatine dîtin. Di nav wan de avahiyên kevirîn, agirgeh û komên mezin ên amûrên kevirî hene. Encamên lêkolînên destpêkê nîşan didin ku ev der ne tenê kampeke demkî, niştecihgeheke mezin û bi rêkûpêk a mirovî bûye.

Li gorî texmînên destpêkê, dîroka vê niştecihgehê vedigere nîvê serdema Holosen ango nêzî 8 hezar û 500 sal berê. Ev yek jî keşfê ji bo têgihîştina awayê jiyana mirovan a di vê serdemê de gelek girîng dike.

Sekreterê Giştî yê Encumena Bilind a Şûnwaran a Misrê, diyar kir ku girîngiya vê keşfê di delîlên nû de ye ku li ser pêşketina awayên niştecihbûna mirovan a li çola Rojavayê Misrê di serdemên pêşiya dîrokî de ye. Her wiha destnîşan kir ku ev keşf nîşanî me dide ka civakên kevnar ên mirovî çawa hêdî hêdî ber bi jiyaneke aramtir û niştecihbûneke domdar ve çûne.

Sekterê, da zanîn ev vedîtindê alîkariya lêkolîneran bike ku baştir fam bikin ka civakên kevnar çawa xwe li hember guhertinên avhewa û hawîrdorê yên ku di vê serdemê de li çolê çêdibûn, amedeye kiriye.

Tîma arkeolojîka hevbeş, di sala 2023’an de dest bi xebatên xwe yên qadê ya li Girê Rajeh kir. Ev dever ji ber ku berê tu lêkolînên arkeolojîk a li ser nehatibûn kirin, ji bo zanistvanan girîngiyeke taybet hebû. Tîmê ji wê demê ve karîbû li gelek deverên cuda yên girê, komên avahiyên kevirî yên ku vedigerin serdemên pêşiya dîrokî, nas bike û tomar bike.

Oweyê Farafra ya li çola Rojavayê dinava parêzgeha  Newala Nû ya li başûr û rojavayê Misrê de cih digre.