rojane
-

Jîna Muderis Gurgî : Zarokên dayîkên girtî jî cezayê girtîgehê dikişînin
Bêyî baxçeyên lîstikê, bê perwerde û di nava jîngeheke girtî de; Zarokên dayîkên wan girtîne ne tenê ji mafên xwe yên bingehîn, di heman demê de ji zarokatiya xwe jî bêpar dimînin.
-

Di roja cîhanî ya girtiyên siyasî de banga edaletê
Koma Çavdêriya Peymanên Osloyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bi boneya 30'yê Cotmehê banga lezgîn kir û daxwaza azadiya girtiyên siyasî, bidawîkirina îşkenceyê û rawestandina darvekirinan kir.
-

Navenda çandî ya keçan a Sûdanî Xelata Zimanê Erebî ya Mohammed bin Raşîd girt
Navenda Çandî ya Sûdanî "Al-Fal" ku girîngiyê dide perwerdekirina keçan, li Dubaiyê Xelata Zimanê Erebî ya Mohammed bin Raşîd a sala 2026’an girt.
-

Jinên Tunisê bi dirûşma ‘Kar, Azadî, Rûmeta Neteweyî’ daketin qadan
Jinên Tûnisî, ji bo têkoşîna li dijî bêkarî û salên dirêj ên li bendemanê, astengiyên civakî derbas kirin û di pêşiya meş û çalakiyên rûniştinê de cih girtin. Ew pêşengiya protestoyan dikin û daxwaza kar û jiyaneke bi rûmet dikin.
-

Yekem pêşengeha hunera komîksê li Xezayê Ronahiyek di siyê de
Yekîtiya Giştî ya Navendên Çandî li Xezayê pêşangeha 'Ronahiyek di siyê de' li dar xist. Pêşangeh bi riya hunera komîksê tevî kêmbûna derfet û amûran, çîroka Filistînî û krîzên Xezayê vedibêje.
-

Jinên li Prîştîneyê li hember sersariya rayedaran serî rakirin
Li paytext Prîştîneya Kosovoyê, bi sedan jinan bi çalakiyeke protestoyî xwestin ku kuştina jinan wekî rewşa awarte ya netewî bê dîtin.
-

Şerê parvekiririnê yê nav lê nehatiye kirin lêgerîn û paradîgmaya çareseriyê - GOTAR
Şerên parvekirinên yên cîhanî, şerên hegemonyayê yên li Rojhilata Navîn û li dijî tundiya pergalî ya li ser jinan, avakirina civaka demokratîk, weke çareseriyeke bingehîn derdikeve pêş.
-

Avakirina her qonaxeke nû bê beşdariya jinan ne pêkan e
Li Qamişlo Kongra Star ji bo nûvekirin û pêşxistina pergala xwe de konferansek lidarxist. Di konferansê de hate gotin ku avakirina her qonaxeke nû bê beşdariya jinan ne pêkan e.
-

NY’ê der barê zêdebûna binpêkirinan li dijî jin û keçên Efgan de hişyarî da
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, tekez kir ku gihîştina perwerdeyê mafekî bingehîn e û da zanîn ku tundî û cudakariya li herêmên ji şer bandorbûyê, beşdariya jinan a danûstandinên aştiyê dike mijarek girîngtir.
-

Li Dirbesiyê 4 ferdên heman malbatê hatin kuştin
Li Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê, îro siharê bûyereke tirsnak pêk hat. Kesê bi navê Ciwan Mihemed Emîn Elî ji malbata xwe 2 jê zarok 4 kes kuştin.
-

Ji bo hişê çêkirî banga kontrolkirina lezgîn
Fikarên kûrewî yên li ser pêşeroja hişê çêkirî zêde dibin. Pisporan, hişyar dan ku pergala hişê çêkirî ya super wê ji kontrola mirovan derkeve. Her wiha pêşbaziya navbera şîrketan a ji bo pêşxistina teknolojiyên ku dibe gef li hebûna mirovahiyê dixwe.
-

NY'ê ji bo Sûdanê hişyarî da
NY'yê hişyarî da ku komkujî û binpêkirinên li Faşîrê diqewimin, dibe ku li Kordofan û Nîla Şîn jî dubare bibin.
-

Banga Arjantînê ji bo azadiya Ocalan û garantoriya FIDH’ê
Komeleya Mafên Mirovan a Arjantînê bang kir ku doza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê çareserkirin û xwest Federasyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan ji bo pêvajoya aştiyê bibe garantorê navneteweyî.
-

Li Tehranê di doza pêşangeha Fitexê de blognivîseke jin hat girtin
Piştî pêşangeha fitnesê ya "Fitex", Dozgeriya Tehranê blognivîseke jin girt, fermana girtinê ji bo organîzatorekî derxist û rûpelên çalakiyê yên serhêl asteng kirin.
-

Vegera koçberên Kurd di bin metirsiya êrîşan de ye
Çalakvana siyasî der barê êrîşên ku vê dawiyê li ser koçberên Girê Spî ku vegeriyan warê xwe çêbûn got ku êrîşên li dijî wan pirsên der barê lawaziya peymana entegrasyonê û nebûna parastin û hesabpirsînê de derdixin holê.
-

Jiwar Mehmûd Ji bo pêşketinê hebûna jinan di rêveberiyê de girîng e
Hevşaredara nû ya Qendîlê Jiwar Mehmûd destnîşan kir ku xizmeta gel ji bo xwe wekî berpirsiyariyeke bingehîn dibînin û bal kişand ser hebûna jinan a di rêveberiyê de.
-

Li Bexdayê li ser hêzdarkirina jinan semînerek hat dayîn
Lêkolînerên jin di semînera ku li Zanîngeha Bexdayê de hat dayîn de li ser girîngiya hêzdarkirina jinan, piştgiriya derûnî û akademik û belavkirina çanda diyalogê ji bo avakirina civakeke ewle û bê tundî nîqaş kirin.
-

Li Şîrazê mamoste û çalakvan Mahnaz Îbrahîmî hate girtin
Zextên li ser çalakvanên perwerdeyê li Îranê, Mahnaz Îbrahîmî mamoste û çalakvana sendîkaya mamosteyan a Farsê, bêyî ku sedema girtina wê diyar be, li Şîrazê hate girtin.
-

Rapora NY: Di şeran de hedefgirtina jin û zarokên keç gihîştiye asteke tirsnak
Raporeke Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku di sala 2025’an de zêdetirî 37 hezar sivîlan di şeran de jiyana xwe ji dest dane ku ji sedî 25’ê wan jin û keç in her wiha şîdeta zayendî ya di dema şer de du qat zêde bûye.
-

Jinên Kurd û Ereb li hember Ramî El-Dehş bertek nîşan dan
Jinên ji pêkhateyên cuda yên Hesekê, li hember Ramî Yûsif El-Dehş ê ku berê di vîdyoyekê de bi keziya qutkirî ya şervanek Kurd hatibû dîtin û di nav qelebalixa ku êrîşî koçberên Girê Spî kir de xuya bû, bertek nîşan dan.