Sara Reza: Pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi berpirsiyariya hevpar heye

Siyasetmedar Sara Reza got ku pergala du-rêveberî gefê li saziya yasayî û dîrokî ya Herêma Kurdistanê dixwe. Ji bo parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê, pêwîstî bi berpirsiyariya hevpar heye.

Sara Reza: Pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi berpirsiyariya hevpar heye

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Zêdetirî du sal piştî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û berdewamiya girêka siyasî ya di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) de, rewşa siyasî li Başûrê Kurdistanê di demeke ku hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî du salan, xebatên parlamentoyê ji nû ve da destpêkirin, careke din ket qonaxek bi aloz. Nakokiyên ku bi YNK’ê re berdewam dikin û gavên dawî bûne sedema fikarên der barê vegera sîstema du-rêveberiyê û dabeşbûna saziyên herêmê. Ya girîng ew e ku hêzên siyasî bikaribin bi riya diyalog û têgihîştinê çareseriyeke hevpar bibînin. Ji ber vegera sîstema du-rêveberiyê ne tenê pirsgirêkeke siyasî ye her wiha dê bandorê li yekîtiya saziyan û paşeroja herêmê jî bike. Têkildarî mijarê çalakvana siyasî Sara Reza ji ajansa me re axivî.

Sara Reza wiha got: “Tiştên ku niha li Başûrê Kurdistanê diqewimin û her wiha pêvajoya ber bi du rêveberiyan û krîzeke kûr ve diçe, xwedî dîroka 35 salî ye. Di nava van 35 salan de, ji dema damezrandina parlamentoyê di sala 1992’an ve, parlamento bi temamî li ser bingeha deng û îradeya gel ava nebûye. Li şûna wê, rojeva dewletên herêmî bandoreke mezin li ser pêkhate û arasteya saziyên siyasî kiriye. Krîzên siyasî û aborî li Başûrê Kurdistanê bi salan e berdewam dikin û di nava van salan de bi awayên cuda dubare bûne. Ji şerê navxweyî û şerê PKK’ê bigre heta krîza aborî û siyasî ya ku bandora wê hê jî didome, di 9’ê Mijdarê de, piştî zêdetirî du salên hilbijartinên parlamentoyê, me dît ku parlamento bêyî beşdarbûn û razîbûna hemû aliyan ji nû ve hat aktîfkirin. Ev yek, der barê rewatî û awayê rêvebirina saziyan de pirsên cidî bi xwe re tîne. Navendîxwazî di nava desthilatdar û rayedarên Başûrê Kurdistanê de gihîştiye asteke ku her aliyek rewşê tenê ji perspektîfa xwe ve dinirxîne û guh nade nêrîn û daxwazên aliyên din.”

‘Parastina vê destkeftiyê erkek giştî ye’

Sara Reza anî ziman ku ev reftara siyasî gefek cidî li ser destkeftiyên Başûrê Kurdistanê çêdike û dibe bibe sedema lawazbûn û heta hilweşandina pergal, civaka sivîl, rewşenbîr û kesayetên netewî û got: “Divê jin û malbatên şehîdan li hemberî sazî û desthilatdaran roleke çavdêriyê ya bi bandortir bilîzin û li hemberî her gava ku gefê li pergala herêmê dixwe, bêdeng nemînin. Ji ber ku deskeftiyên li Başûrê Kurdistanê bi xwîna bi hezaran şehîdan, Enfalê, êrîşên kîmyewî û wêrankirina gund û bajaran hatiye bidestxistin, parastina vê destkeftiyê erkeke giştî ye.”

‘Rêveberiya Başûrê Kurdistanê li ser xwîna bi hezaran şehîdan hat avakirin’

Sara Reza da zanîn ku her çend du rêveberî di warê belavkirina mûçeyan, budçeyan û xizmetanan de di hinek rewşan de dibe ku ji bo beşek ji civakê sûdmend bin jî di aliyê yasayî û dîrokî de ji bo yekparçeyiya Herêma Kurdistanê metirsiyek mezin heye û wiha got: “Ger ev parçebûn berdewam bike, îhtîmal heye desthilatdariya hikûmeta federal a Iraqê li herêmê serwertir bibe û ev yek jî dê bandorek rasterast li ser budce, mûçe, xizmet û yekrêziya hêzên Pêşmerge bike. Serlêdana Dewletên Yekbûyî û daxwaza destwerdana derve di pirsgirêkên navxweyî de, ne çareseriya krîzê ye. Bersiva Nûnerê DYE’yê Tom Barak bi zelalî peyameke siyasî bû ku dibêje ger her aliyek hêzê li dijî aliyê din bi kar bîne, destwerdana Bexdayê di vê rewşê de pêkan e. Ev nîşaneyeke girîng e ji bo wan xeterên ku dibe pêkhateya herêmê ji ber nakokiyên navxweyî bi wan re rûbirû bimîne.”

Sara Reza tekezî li ser pêwîstiya avakirina yekîtiyeke netewî û hikûmeteke demokratîk a xwedî bingeheke siyasî ya berfireh kir û bang li hemû hêz û partiyên siyasî kir ku vegerin ser maseya danûstandinan û got: “Divê ev nîqaş dûrî nakokiyên beriya 9’ê Mijdarê û di çarçoveyeke netewî û hevpar de bên meşandin. Bi awayekî ku hemû alî beşdar bin. Ji ber parastina rêveberiya Herêma Kurdistanê wek destkeftiyeke neteweyî berpirsiyariyeke hevpar a aliyên siyasî û civakeke hişyar e; çimkî ev destkeftî, encama xwîna bi hezaran şehîdan e.”

‘Divê parlamento bikaribe nûnertiya deng û îradeya gel bike’

Sara Reza wiha berdewam kir: “Li şûna vegera asta beriya referandûmê ku hemû alî û dewletan jî li ser pêkhateya herêmê li hev nekiribûn, mixabin piştî referandûmê, beşeke girîng a Kurdistanê ji dest çû û qebareya herêmê roj bi roj lawaztir dibe. Bi taybetî ew rastiya ku partiyek desthilatdar bi biryareke yekalî û bi zîhniyeteke navendparêzî parlamentoyê ji nû ve çalak kir, der barê rewatî û serxwebûna saziya parlamentoyê de pirsên cidî bi xwe re anî. Dema budçe û çavkaniyên darayî ne zelal bin, zemîn ji bo ferzkirina desthilatdariya otorîter, dîktatorî û rawestana sazûmanî tê amadekirin. Divê Parlamentoya Kurdistanê rêbazên xwe yên xebatê ji nû ve binirxîne, civînên xwe yên asayî bidomîne û hemû partiyên siyasî bêyî cudakarî beşdar bibin, da ku parlamento bikaribe bi rastî nûnertiya deng û îradeya gel bike.”

‘Herdu aliyan dewlemendiya vî welatî li gorî berjewendiyên xwe dabeş kirine’

Sara Reza da zanîn ku ji sala 1992’an vir ve, dema parlamentoya Kurdistanê hat hilbijartin û partiyek kursiyên zêdetir û partiyek din kursiyên kêmtir bi dest xistin, ji wir û pê ve, dabeşbûna siyasî bipêş ket û heta roja îro jî berdewam dike. Li şûna ku bibe parlamentoya gel, ev bêtir parlamentoyeke partiyan bû, partiyan li gorî berjewendiyên xwe ferz dikirin û wiha domand: “Her du aliyan jî dewlemendiya vî welatî li gorî berjewendiyên xwe dabeş kirine û bikaranîn û desteserkirina wê didomînin. Mixabin, ev rewş di nava civakê de bû sedema rexneyên tund. Ji ber ku diviyabû ji sala 1992’an ve civakê bi vî awayê dabeşkirin û muameleya siyasî qebûl nekira. Di wê demê de, gelê Kurd di bin desthilatdariya rejîma Baasê de bû nedixwest statuya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên ku bi dest xistibûn, bikevin bin zext û xeterê. Mixabin, gelek kes li hemberî vê dabeşbûnê bêdeng man. Piştî sala 1992’an, sîstema ‘pêncî-pêncî’ hat danîn û heta îro jî berdewam dike, her çendî hinek partiyên din jî di vê dabeşkirinê de cih digrin. Lê ew beş gelekî biçûk e û dabeşbûna li gorî partiyan berdewam dike. Ew parlamenterên ku gel ji bo wan diçe ser sindoqan û deng dide, di rastiyê de dengên gel li gorî berjewendiyên xwe dabeş kirine. Ne li gorî daxwaz û hêviyên wan kesên ku deng dane wan.”

‘Destkeftî dê bi hikûmeteke berfireh bên parastin’

Sara Reza di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir du rêveberî gefê li statuya yasayî û dîrokî ya Herêma Kurdistanê dixwin. Ger ev rewş bidome, dibe ku Bexda ji budceya sala 2027’an pê ve êdî wek saziyeke federal nêzî Herêma Kurdistanê nebe û wiha got: “Li şûna wê divê wekî du parêzgehan were hesibandin; ev jî ji bo destkeftiyên ku di 35 salên borî de hatine bidestxistin, metirsiyeke cidî ye. Bi windabûna statuya herêmê re dê paşeroja Pêşmerge û saziyên herêmê bikevin ber pirsiyariyê. Ji ber di rewşek du-rêveberiyê de, rîska dabeşbûna saziyan û serweriya siyasî ya herêmê zêde dibe. Ev rewş ne tenê encama biryar û helwestên yekalî ye, berpirsiyariya hemû partiyên siyasî û civakê jî ye. Bi taybetî dema ku bêdengiya li hemberî dabeşbûn û pevçûnan berdewam dike divê hemû partiyên siyasî dev ji berjewendiyên partiyî berdin û careke din vegerin ser maseya danûstandinan. Ji ber ku tenê bi riya yekîtiyê û avakirina hikûmeteke netewî û berfireh, dikare pergal û qebaraye Herêma Kurdistanê bê parastin û li Bexdayê bi helwesteke hevpar tevbigere.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.