Brîtanya dest bi testa herî mezin a AI ya ji bo penceşêra memikan dike

Brîtanyayê dest bi ceribandineke mezin a bi riya bikaranîna hişê çêkirî (AI) ya ji bo destekkirina penceşêra memikan kiriye. Nêzî 700 hezar jin beşdarî vê lêkolînê dibin.

Brîtanya dest bi testa herî mezin a AI ya ji bo penceşêra memikan dike

Navenda Nûçeyan- NIHR (National Institute for Health and Care Research), Enstîtuya Neteweyî ya Lêkolînên Tenduristî û Lênêrînê ye. Ev sazî, destek dide lêkolînên zanistî yên di warê tenduristiyê de û fînanse dike. NHS (National Health Service) jî, Pergala Neteweyî ya Xizmetên Tenduristiyê ya Brîtanyayê ye. Ev pergala giştî ya tenduristiyê ye ku xizmetên bijîşkî ji nifûsa welêt re peyda dike.

Ceribandina ku ji aliyê van saziyan ve bi navê EDITH tê naskirin, dê di nav 3 salan de li 30 navendên kontrola tenduristiyê yên Brîtanyayê, bê meşandin. Armanca wê ew e ku bê ceribandin ka teknolojiyên hişê çêkirî dikarin di tespîtkirina zûtir a penceşêra memikan de alîkariya pisporên tenduristiyê bikin an na.

AI dikare wek çavekî duyemîn alîkariya pisporan bike an na?

Di pergala niha ya kontrola memikan NHS de, du pispor wêneyên mamografiyê dinirxînin. Di vê ceribandinê de dê bê ceribandin ka AI dikare wek çavekî duyemîn alîkariya pisporan bike û pêdiviya nirxandina her wêneyê ji aliyê du pisporan ve kêm bike.

Lêkolîn dê bi beşdariya nêzî 700 hezar jinan û bi budceya 10 milyon Sterlîn bê kirin. Zanîngehên Warwick û Cambridge û Nexweşxaneya Zanîngehê ya Cambridge pêşengiya vê lêkolînê dikin. Li gorî agahiyên NHS’ê, yekem jinên ku dê beşdarî vê ceribandinê bibin, li herêma Cambridgeshire hatine vexwendin. Di demên pêş de dê jinên din jî ji navendên cuda yên Brîtanyayê bên vexwendin.

Her wêneyek mamografiyê dê herî kêm ji aliyê yek pispor ve bê nirxandin

Lêkolîner dixwazin bizanin ka dema ku pisporên tenduristiyê wêneyan dinirxînin bikaranîna AI dikare alîkariya dîtina nîşanên penceşêrê yên biçûk bike an na. Her wiha ev teknolojî dikare dema pisporan ji bo xizmetên din ên nexweşan azad bike û alîkariya kêmkirina bendewariya ji bo encamên kontrolê bike. Lê belê, ev ceribandin hîn destnîşan nake ku AI dê ji pisporên tenduristiyê çêtir be. Her wêneyek mamografiyê dê herî kêm ji aliyê yek pispor ve bê nirxandin û biryarên bijîşkî dê di destê pisporan de bimînin.

Pispor dibêjin dîtina penceşêrê ya di qonaxên destpêkê de, dikare derfetên dermankirina bi serkeftin zêde bike. Ji ber vê yekê, ceribandina teknolojiyên nû dikare di pêşxistina xizmetên tenduristiya jinan de roleke girîng bilîze.