*HANAN HARET
Her cara ku ez nîqaşên li ser mafên jinan li Mexrîbê dişopînim, ez dibînim ku pirsek ku ji metnên yasayî û pabendbûnên navneteweyî wêdetir diçe heye. Bi rastî di jiyana jinan de çi guheriye û ji naskirina mafan bigre heta pêkanîna wan a pratîkî di jiyana rojane de bêtir çi pêwîstî bi guherînê heye?
Wek jinek Mexrîbî û rojnamevanek ku bi salan e xwe daye nûçekirina pirsgirêkên jinan, ez nikarim vê yekê tenê wek nîqaşek yasayî ya razber an jî wek mijarek bangên ji bo wekhevî û parastinê bibînim ku tenê di rojên ji bo têkoşîna li dijî tundiya ser jinan hatine veqetandin tên bîranîn û piştre tên jibîrkirin. Li pişt her nîqaşek li ser yasayek an polîtîkayek giştî jiyana jinan, ezmûnên wan ên cudakariyê û têkoşîna wan a berdewam ji bo afirandina qadek azad, serxwebûn û rûmetê heye.
Rêwitiya ber bi mafên jinan ve
Li Mexrîbê rêwîtiya ber bi mafên jinan ve. Di gelek waran de, di nav de reformên yasayî, naskirina wekheviyê ya di destûrê de û pabendbûna bi peymanên navneteweyî, pêngavên bê hempa avêtine. Naskirina mafan nayê wê wateyê ku wekhevî hatiye bidestxistin, hebûna yasayan tenê parastinê peyda nake. Pirsgirêkên wek mafên di nav malbatê de; tundiya aborî, psîkolojîk û dîjîtal, gihîştina edaletê û beşdariya wekhev di jiyana giştî de hîn jî pirsên li ser sînorên van destkeftiyan û kapasîteya wan a veguherîna jiyana rast a jinan derdixe holê.
Ger em li nîqaşên berdewam ên li ser reforma Yasaya Malbatê binhêrin û valahiya bêdawî di navbera metnên yasayî û mekanîzmayên ji bo pêkanîna wan de bes e ku mirov fêm bike ku têkoşîna ji bo wekheviyê hîn neqediyaye. Tiştek din ku van pirsan hîn lezgîntir dike, dema li Mexrîbê min di dema xebatên xwe yên rojnamevaniyê de pirsgirêkên jinan dişopand, ev pirsgirêkên ku wek erênî dihatin dîtin, bi rastî ji çarçoveyên berfirehtir ne veqetandiye, ferq kir bû. Dema em ji Mexrîbê li welatên din ên herêmê dinhêrin, em rastî rastiyek yekreng an ezmûnên wekhev ji bo jinan nayên. Berovajî vê, em bi gelek formên cûda yên cudakarî, dûrxistin û tundiyê re rûbirû dimînin. Her çend tundî û mekanîzmayên van pirsgirêkan dikarin li gorî xwezaya rejîmên siyasî, şert û mercên civakî, an hebûna şer û pevçûnan cûda bibin jî, ew hemû li ser xalek bingehîn dibin yek. Dema rewş tevlihev dibin, mafên jinan pir caran dibin mafên ku têne paşxistin an jî paşguhkirin.
Dozên li dijî jinan
Mînak, li Misrê, doza Rêvebera giştî ya ‘Mada Masr’ rojnamevan Lîna Attalah de, mijara azadiya jinan a rojnamegeriyê û xebata di qada giştî de, dîsa dike rojev. Ev êdî ne tenê doza rojnamevanekê ya kesî ye ku bi darizandina yasayî re rûbirû ye. Encamên dorpêçkirina rêxistinek medyayê ya serbixwe û bandora wê li ser mafê raya giştî yê gihîştina agahdariyê digre nav xwe. Lîna Attalah di dozên têkildarî xebata rêxistinê de bi mehkûmî û cezayên pereyan re rûbirû maye. Pêvajoyên yasayî yên li dijî wê û rêxistinê hîn jî didome.
Ez vê mijarê ku bibêjim her sînordarkirinek li ser çapemeniyê bê guman cudakariya li ser bingeha zayendî ye, naynim ziman. Berovajî vê, hebûna jinan di rojnamegeriyê de û parastina wan a azadiya derbirînê, ji bo mafên wan ên beşdarbûna di jiyana giştî de, bandorkirin û hilberîna agahdariyê beşek ji têkoşînek berfirehtir e. Ji bilî vê, divê karê wan ê profesyonel wek hincet ji bo hedefgirtin an bêdengkirina wan neyê bikaranîn. Jinek ku dikeve qada giştî ne tenê mafê xwe yê xebatê îdîa dike, di heman demê de mafê xwe yê xwedîkirina ramanan, xwedîbûna helwestê û pratîkkirina pîşeyê bêyî azadiya wê bi berdewamî di bin gefê de be, daxwaz dike.
Rewşa Sûdan û Filistinê
Her çend ev rewş hin ji wan pirsgirêkên ku jin di qada giştî de pê re rûbirû dimînin ronî dike jî, dema li Sûdan û Filistînê tê nihêrtin, rastiyek pir dijwartir derdikeve holê. Li vir, pirsgirêk ne tenê sînordarkirina mafan an nebûna parastina yasayî ye, gefek rasterast li ser jiyanê bi xwe ye.
Şerê li Sûdanê, jin û zarokên keç neçar kiriye ku bi şêweyên tirsnak ên tundiya zayendî, koçberî û windakirina ewlehiyê ya temamî re rûbirû bimînin. Bi hilweşîna xizmetên giştî û belavbûna pevçûnê, gelek jin dibin du barên giran de mane, li aliyekê hewl didin malbatên xwe biparêzin, li aliyê din jî da ku pêdiviyên xwe yên bingehîn ji bo jiyan bike peyda bikin.
Li Filistînê, rastiya ku jin pê re rûbirû dimînin bi dagirkerî, şer, koçberiya bi zorê û windakirina xanî ve girêdayî ye. Li vir, mafên herî bingehîn, wek gihîştina lênêrîna tenduristiyê, perwerde, xwarin û ewlehiyê, bûne daxwazên rojane ku bidestxistina wan her ku diçe dijwartir dibe.
Ev herdu ezmûn nîşan didin ku şer bi heman awayî bandorê li jin û mêran nake. Bandora şer ji windahiyên tavilê wêdetir diçe, birînên kûr li ser bedenê jinan, rolên wan ên civakî û kapasîteya wan a ji nû ve avakirina jiyana xwe dihêle.
Li gel vê, hebûna jinan tenê bi nasnameya ‘qurbanî’ bê sînordarkirin dê xelet be. Hem li Sûdan û hem jî li Filistînê, jin her çend şer hewl dide ku wan ji her tiştî bê par bike dê avakirina înîsiyatîfên rêxistina civakî û torên destekê û hevgirtinê yên hevbeş û domandina jiyanê berdewam bikin.
Li welatên din, ev têkoşîn dibe ku bi şêweyên ku rasterast bi şerê çalak ve ne girêdayî ne derkeve. Ev rewş di ronîkirina newekheviyên kûr ên ku jin pê re rûbirû dimînin de bi heman rengî girîng in.
Pirsgirêkên li Iraq û Yemenê
Mînak, li Iraqê, pirsgirêkên wek tundiya navmalê, tundiya dîjîtal, zewaca zû û dûrketina ji aboriy,ê hîn jî kêmasiya mekanîzmayên parastinê yên yasayî û sazûmanî yên heyî nîşan didin.
Li Yemenê, sînordarkirinên civakî, ligel şert û mercên pevçûnê, azadiya tevger û beşdariya jinan di jiyana giştî de sînordar dikin. Mînaka Lîbyayê nîşan dide ka çawa tundî û gef, tevî yên di qada dîjîtal de, dikarin da ku jinan ji beşdariya siyasî û civakî dûr bixin wek amûr bên bikaranîn.
Li Tûnisê, tevî destkeftiyên yasayî yên ku jinan bi dest xistine û dîroka wan a dirêj a çalakvaniyê, rewşa heyî ya wekheviyê hîn jî pêwîstî bi lêkolînek rexnegir e. Weke din, li hember xetera paşxistina mafan an jî bêparhiştina ji garantiyên têrker hişyarî hewce ye.
Li Sûriyeyê têkoşîna jinan didome
Rewşa li Sûriyeyê pir aloztir e. Ev ne tenê ji ber mîrateya tundî, koçberî û binpêkirinên mafên mirovan ên ku ji ber salên şer mane ye, di heman demê de ji ber pirsên ku ji hêla pêvajoya siyasî ya nû ve di derbarê rewşa jinan di saziyên dewletê de û rolên wan ên pêşerojê di pêvajoyên biryardanê de hatine raber kirin e jî. Veguherînek siyasî veguheztinek ber bi wekheviyê ve garantî nake. Ji nû ve avakirina saziyan jî nayê vê wateyê ku têkiliyên civakî dê li ser bingehek bêtir dadperwer ji nû ve bê avakirin. Hebûna sînorkirî ya jinan di saziyên veguhêz de û berdewamiya cûrbecûr a awayên tundî û cudakariyê bi zelalî nîşan didin ku pêşeroja mafên jinan divê ne li ber dilovaniya dînamîkên hêza siyasî ya nû bê hiştin.
Çarçoveya Sûriyeyê min tîne ser rewşa jinên Kurd. Aliyekî ku di tu nîqaşeke cidî ya li ser rastiya jinan li herêmê de nayê paşguhkirin. Dema em li ser cudakariyê nîqaş dikin, em nikarin tenê bi perspektîfa têkiliyên zayendî ve mijarê çareser bikin. Jin hene ku têkoşîna wan ji hêla nasnameyên wan ên neteweyî, zimanî û çandî ve hîn girantir dibe. Ev jin bi dûrxistinek piralî re rûbirû dimînin ku têkoşîna wan pir tevlihevtir dike. Her çend jinên Kurd li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê dibe ku her gav bi heman pirsgirêkan re rûbirû nebin jî, ezmûnên li van welatan nîşan didin ka çawa cudakariya li ser bingeha zayendî dikare bi cudakariya etnîkî an neteweyî re têkildar be û çawa ziman, nasname û aîdiyeta çandî dikare bibe beşek ji têkoşîna jinan ji bo naskirin û mafan.
Li Îranê jinên çalakvan tên girtin
Mînak, rêxistinên mafên mirovan li Îranê ragihandin ku jinên çalakvanên Kurd hatine girtin û darizandin. Her wiha belge kiriye ku jin ji ber çalakbûn û nasnameya xwe rastî şêweyên din ên destdirêjiyê tên.
Tiştê ku di ezmûna Kurdan de bi taybetî balkêş e, ne tenê mezinbûna dijwariyên ku rastî wan tên e, di heman demê de şêweyên rêxistinbûnê yên ku ji hêla jinan ve hatine pêşxistin, çalakiyên wan ên kolektîf û hewildanên wan ên ji bo avakirina sazîyên ku hebûna wan di mekanîzmayên biryardanê de ewle bikin e jî.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlîbûna jinan ji temsîliyeta sembolîk derbas bû û derbasî saziyên rêveberiyên herêmî û rêxistinên jinan bû. Mekanîzmayên li ser esasê temsîliyeta hevpar a jin û mêran digre nava xwe.
Parastina mafên jinên Kurd
Di roja îro de, li gel guhertinên ku li herêmê diqewimin, fikarên ku dibe ku hin destkeftiyên hatine bidestxistin berevajî bibin û jin rolên biryargirtinê yên ku bi salan hewl dane bi dest xistine winda bikin, zêde dibin.
Ev rewş pirsek ku ne tenê jinên Kurd, beşek berfirehtir a civakê jî eleqedar dike derdixe holê. Gelo gengaz e ku mirov behsa avakirina dewletek nû, veguherînek siyasî, an aramiya civakî bêyî destnedana mafên ku jinan bi salan têkoşîn bi dest xistine garantî bike ? Wekî din, gelo wekhevî ku dema hevsengiya hêzê diguhere an jî xwezaya desthilatdariyê diguhere, xetereya betalkirinê heye, dikare wek mafek gerdûnî bê hesibandin?
Parastina mafên jinên Kurd divê ji têkoşîna mafên jinan a li seranserê herêmê neyê veqetandin. Bi heman awayî, divê taybetmendiyên neteweyî û çandî wekî hincetek ku cudakariya ku jin di nav civakên xwe de pê re rûbirû dimînin paşguh bikin neyên bikaranîn.
Cewher cûda ye lê têkoşîn heman e
Belkî tiştê ku min wek jinek Mexrîbî û rojnamevanekê neçar dike ku bi berdewamî vegerim ser van mijaran, ew rastî ye ku dûrbûna erdnîgarî girêdanên bingehîn ên di navbera pirsgirêkên ku jin pê re rûbirû dimînin de qut nake. Cewherê têkoşînê dibe cûda be, çi jinek be ku ji bo guhertinên yasaya malbatê li Mexrîbê têdikoşe, çi rojnamevanek be ku mafê xwe yê pratîkkirina pîşeyê li Misrê diparêze, çi jinek hewl dide ku di bin bandorên wêranker ên şerê li Sûdan an Filistînê de bijî, an çalakvanek Kurd be ku mafê nasname û beşdariya siyasî diparêze. Tiştê ku van hemû ezmûnan dike yek redkirina ramana ku divê mafên jinan xwedî pêşaniyek kêmtir ku ev maf divê bi şert û mercên siyasî, civakî, an ewlehiyê yên li derveyî kontrola jinan ve girêdayî bin e.
Dema ku em Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bibîr tînin, erkê me ne tenê rêzkirina binpêkirinên ku li seranserê herêmê diqewimin e. Berovajî vê, divê em sedemên bingehîn ên ku dihêlin ev binpêkirin berdewam bikin bipirsin û bi baldarî li ser şêwazên berxwedanê yên ku jinan li dijî wan pêşxistine bisekinin. Bîranînên bi vî rengî divê ne tenê rêûresmek salane ya nûkirina sozan û dayîna daxuyaniyan bin. Divê ew bibin derfetek ku mirov li ser tiştên ku hatine bidestxistin, li ku derê pêşveçûn rawestiyaye, çi destkeftî winda bûne û ya herî girîng jin hîn jî ji bo çi şer dikin, bifikire.
Avakirina civaka mafê jinan diparêze
Wekhevî ne îmtiyazek e ku ji hêla dewletan ve tenê dema ku şert û merc aram dibin tê dayîn. Parastin ne sozek e ku dikare heta şer û qeyran bi dawî bibin bê paşxistin û rûmet nikare li gorî netewe, etnîsîte, ziman an rewşa civakî ya jinê bê parçekirin an sînorkirin. Dibe ku dersa yekem ku ji ezmûnên jinan ên li herêma me bê derxistin ev be:
Parastina mafên jinan li welatekî din têkoşîna me li welatê me qels nake. Berovajî, wateya vê têkoşînê fireh dike û aliyekî mirovî yê kûrtir lê zêde dike. Ji ber têkoşîna jinan di her warî de ku pêk bê ne tenê ji bo misogerkirina mafên kesî ye, armanc dike ku civakên ku cudakarî ne çarenûsek neçar e li ser nîvê nifûsê hatiye ferzkirin ava bike.
* Rojnamevan




