em kine?

Ji duh ber bi siberojê ve dengê jinan NuJINHA…

Li warê ji dîrokê ve hemû heyînên despêkê bi destê jinan jîndarbûyî; Rojhilata Navîn serhildêriya jinan weke guleberojê ji nava axê serê xwe rakiriye û berê xwe vegerandiye rojê, ango ronahiyê.

Têkoşîna jinan a bê hempa, di serîde li vê axê û ji jinên li gelek deverên cîhanê re bûye ronahî.

Ji bo pêşeroja bi destên xwe raçandî hîn zêdetir bide dîtin, an jî bigihîne jinên li gelek deverên cîhanê ango pêdiviya bihevrebûnê carekdinê jin anîn gel hev.

Jinên rojnameger ên ji demboriyê ber bi dahatoyê ve ji tecrubeyên xwe fêz girtine ji bo dayîna rastiyan û zimanek nû ketin rê.

Di kargihan de jinên ku her roj keda wan tên mêtînger kirin, li tax û mala xwe; bi nasnameya karkerî, hunerî, akademisyenî û dibe ku bi nasnameya xwe ya nivîskariyê jî tine tên hesibandin, ji nedîtî ve li wan tê nêrîn, her dayîm bi şidetê tên çewisandin, dê êdî dengê wan, dîwaran û sînoran derbasbike.  

Di NuJINHA yê de jinên ku li peyî heqîqetê dimeşin, li hemberî hemû qalib û zimanên bûne kirde, wê bi hemû ‘heyîn’ û sadebûna wê ve bi nûçe û rêzenivîsên xwe bigihîne xwendevanên xwe.

Dê bi erebî, farisî, kurdî, tirkî û îngilîzî bê ferqa ziman, bawerî û rêgezan çîroka hemû jinan bê ‘cudakarî’ bi feraseta ku em bi hev re bi hêzin wê bi bîrbîne û bi nivsîne.

Dê jin bi pêşengiya Wekfa Çanda Medya ya Jinan ku navenda wê li Îsveç ê ye, heqîqeta jinbuyînê di rupelên xwe de par bike.

Jinên rojnameger bi ajansek nû dest bi vê riyê kirin. NuJINHA dê xwe bigihîne jiyana jinên li rawestgehên cuda yên Rojhilata Navîn û amadeye ji bo guherîna jiyana wan bide bihîstin.

Başe ku hun hatin nava me …