Li Tirbespiyê kargeheke kûpên kaxezî ya bi rêveberiya jinan dixebite

Karkerên kargehê ku kûpên kaxezî wek alternatîfek nûjen û hawirdorparêz çêdikin, bang li jinan kirin ku enerjiya xwe ya veşartî, bikin hêza têkoşîna li dijî tundiyê.

Li Tirbespiyê kargeheke kûpên kaxezî ya bi rêveberiya jinan dixebite

SORGUL ŞÊXO

Tirbespiyê – Cotmeha îsal Desteya Sûriyeyê a Karûbarên Malbat û Niştecihan a li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê, Kargeha Kûpên Kaxezî wekî yekem projeya xwe ya li ser asta herêmî vekirin.

Gavên ber bi serxwebûnê ve

Kargeh ji aliyê 6 jinan ve ku yek rêveber û 5 karkerên Kurd û Ereb tê birêvebirin. Armancên sereke yên projeyê ew e ku piştgiriya hilberîna herêmî bi beşdariya jinan bike. Di nav krîza aborî ya ku welat tê de derbas dibe de, derfetên kar ji bo jinan peyda dike. Li kêleka wê jî dahata darayî ji bo piştgiriya aboriya jinan araste dike. Hilberînên kargehên jî li bazarên herêmê belav dibin, da ku bazirgan pêwîstî nebînin ku ji derve bikirin.

Rojane nêzî 6 hezar qedehên qehwê bi pîvana 2.5 oz û qedehên çayê bi 6 oz hildiberinîn. Ji ber nebûna ceyranê, kargeh tenê di dema hatina wê de dixebitin, ji lewra çiqas demijmêrên hatina ceyranê zêde bikin, ewqas hilberîn zêde dibe.

Jin ji karekî pîşeyî zêdetir hevgirtina xwe ava kirine, hewl didin qeyd û bendên civakê ji wan re diyar kiriye bişkînin civatên jinan zêdetir û bihêztir bikin.

Karkerên kargehê ji ajansa me re axivîn.

Bi 5 karkeran rojê 6 hezar kûp tên çêkirin
 

    

Sara Mûsa got ku ew her sibe tên deriyên kargeha xwe vedikin, makîneyan vêdixin û dest bi çêkirina kûpan dikin û wiha domand: “Rojê em 6 hezar kûp çêdikin. Tevî ku kargeha me nû ye, me dest bi hilberandina kûpan bo bazarê herêmê kiriye. Kargeha me bi ked û rêveberiya jinan e.”

Dahata keda wê vê carê ne di bêrîka mêr de, di bêrîk û destê wê de ye

        

Îda El-Elî berî ku serî li kargehê bide û li vir xebata xwe dewam bike, di nanpêjgeha tenûrê de dixebitî. Îda, wiha behsa rêwîtiya xwe kir: “Em li vir bi makîneyên otomatîk, kûpên vexwarinê çêdikin. Ji karê pîşeyî, rêveber û karkeran wêdetir em li vir hemû jin in û malbatek hevgirtî ne, çimkî em kar dabeş dikin û kêliyên bi wate bi hev re dijîn. Niha dahatiyek ji bo me û malbata me heye û ji berê bêtir em ji xwe bawer bûne.”

Di bin krîza aborî de têkoşîna ji bo serxwebûnê

Îda bal kişand ser krîza aborî û bandorên wê ya li ser jin û civakê û wiha berdewam kir: “Eger li dijî krîza aborî tevgerandin û têkoşînek çênebû, wê malbat û zarokên me jiyanek ne baş bijîn. Piştî ku ez bûm xwediya dahata xwe, min bi hevkariya hevjînê xwe dest bi bicihanîna pêdiviyên xwe, zarokan û mala xwe kir. Li vir ez xwe azad û bi xwe bawer hîs dikim û ez hîs dikim ku ez dikarim ji bo xwe û ji bo kesên li dora xwe jî tiştekî bikim. Ji ber vê yekê, her jinek min dibîne ku ez dixebitim tê teşwîqkirin û ez hemî jinên li dora xwe teşwîqî kar dikim.”

Têkoşîna li hember hişmendiyê

Îda got wê xwe wek koleyek ji bo mêran û civakê bi tevahî hîs dikir û wan wê wek kesek qels didîtin û wiha bersiv da nêrînên wan: “Ez qels nînim, bi bicihanîna hemû pêdiviyên malbatê ez bûm wekhevê mêr. Ne tenê mêr ez jî dikarim gelek karan bikim, ji çandiniyê heta karmendeke kargehekê. Ji bo min ev kar ji karê çolê baştir e, çimkî min wextê xwe dabeş kiriye. Berê digotin tu jin î li mal rûniştî be. Ji min bê bawer bûn û ez bêbawerî hiştibûm lê niha cûda ye.”

Îda bal kişand ser rewşa bêmafbûna jinan û neparastina wê ji hêla yasayan ve û wiha pêl da gotina xwe: “Pêwîst e welatê me bi taybetî di qada perwerdehî, bazara kar û hemû karên din pêşbikeve. Divê malbat li ser zanist û zanînê ava bibe, lê mixabin hîn jî jin rû bi rû yê nijadperestiyê tên. Di azadiya xwe ya perwerdehî û bazara kar de hîn ne xwedî biryare. Nifşên me ji perwerdehiyê bêpar man, lê kesîmên xwedî ramanên pêşketî hiştin keçên wan bixwînin, bawernameyên astên bilind girtin û bighêjin lûtkeyê. Lê nifşên me di nezaniya serdemên kevnar de fetisandinî ma.”

Têkoşîna li dijî nezanîya jin û keçan û tundiya aborî

Îda destnîşanî zemanê berê kir û got ku eger vegere ew ê bixwîne û bibe bijîşk an jî endezyar û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min dê bandorek mezintir û girîngtir li ser civakê bikira. Her jinek xwedî xewnek zaroktî ye, lê rewşên aborî û civakî ku taybet em li Sûrî dijîn xeyal û xwestekên me wêran dikin. Niha divê hevjîn xwe û hevjîna xwe wekhev bibîne her wiha pêwîst e ku keç bixwînin û bawernameyên bilind jî bigirin. Girînge jin û civak jî li beramberî cehalet û nezaniya jin û keçan serî hildin û şerekî bêdawî li dijî tundiyê bikin. Ji lewra divê jin li beramberî tundiya aborî têkoşîna xwe berfirehtir bikin û serxwebûna xwe Li Tbidest bixe.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.