Nivîsa rojnamevanê Yemenî Fatima Reşad
Her sal bi destpêka 25’ê Mijdarê re, cîhan ji bo kampanyaya navneteweyî ya “16 Rojên Çalakiyê yên Li Dijî Tundiya li ser Bingeha Zayendî” dibe yek û dengê xwe bilind dike. Ev kampanya heta 10’ê Kanûnê berdewam dike û li dijî hemû cureyên tundiyê banga têkoşîna hevbeş dike. Ev kampanya ne tenê rêze çalakî, semîner û dirûşmeyên sembolîk e; di heman demê de neynika rastiyeke dijwar û tevlihev e ku bi mîlyonan jin û keç li seranserê cîhanê di nav de dijîn. Pirsgirêkên aborî, şer û pevçûnên çekdarî, kevneşopiyên çandî, bi hev re şert û mercên ku binpêkirina mafên jinan kûrtir dikin, diafirînin. Ev rewş hewceyî helwesteke cidî, berdewam û hevbeş e.
Kampanya hêza xwe ya dîrokî ji roja destpêka wê distîne. Ev roj ji bo bîranîna kuştina xwişkên Mirabal hatiye hilbijartin. Girêdana destpêka kampanyayê bi “Roja Navneteweyî ya Ji Holê Rakirina Tundiya li Dijî Jinan” û dawîbûna wê bi “Roja Mafên Mirovan” re, rastiyeke bingehîn derdixe pêş; Tundiya li dijî jin û keçan binpêkirina eşkere ya mafên bingehîn ên mirovan e. Parastina mafên jinan ne tenê berpirsiyariyeke civakî ye, di heman demê de bingeha avakirina aşitî, aramî û pêşketina her civakekê ye.
Pisporên mafên mirovan û raporên Neteweyên Yekbûyî, destnîşan dikin ku tundiya li dijî jinan tenê bi tundiya fîzîkî û devkî sînordar nabe, gelek awayên veşartî, kûr û tevlihev ên vê yekê hene. Yek ji wan tundiya dîjîtal û teknolojiyê ye. Bi pêşketina bilez a teknolojiyê re, beşeke girîng ji binpêkirin û destdirêjiyan derbasî qada dîjîtal bûye. Gelek jin di tora civakî û platformên dîjîtal de rastî şantaj, gef, şermezarkirin û rêşkirinê tên. Ev kiryar ne tenê maf û azadiya wan binpê dikin, di heman demê de li ser rewşa wan a derûnî û civakî jî bandorên neyînî û kûr dihêle.
Tundiya aborî jî yek ji wan cureyên tundiyê ye ku gelek caran kêmtir tê dîtin û naskirin. Jin ji mafê mîrasê bêpar tên hiştin, çavdêrî li ser çavkaniyên wan ên aborî tê kirin û ew ji bazara kar û derfetên pêşketinê tên dûr xistin. Ev yek girêdayîbûna wan bi kesên din zêde dike û derfetên wan ên ji bo serbixwebûnê tengtir dike.
Ji aliyekî din ve zextên derûnî û civakî, pratîkên kevneşopî yên zirardar, zewaca zarokan û nebûna parastina qanûnî ya bi bandor di hinek civak û hawîrdoran de, ji sedemên din ên berdewamkirina tundiyê ye. Ev şert û merc bi taybetî li deverên ku rastî şer, pevçûn û qeyranên mirovî tên, girantir dibin. Di van rewşan de jin û keç bi awayekî taybetî di xeteriyê de ne. Koçberî, windakirina kesên ku debara malbatê dikin, kêmbûna ewlehiyê û xeteriya êrîşa zayendî, hemû bi awayên cihêreng bandorê li ser jiyana wan dikin.
Ji şermezarkirina tundiyê ber bi çareseriyan û hevkariyê ve
Çavdêrên rojnamegeriyê, destnîşan dikin ku di van salên dawî de di nêzîkatiya medyayê û saziyên mafên mirovan de guherîneke berbiçav çêbûye. Êdî bal tenê li ser şermezarkirina sûc û binpêkariyan nayê danîn, girîngî zêdetir dide pêşxistina çareseriyan, piştgiriya mexdûran û avakirina hevkariyên civakî. Ev nêzîkatiya nû di çend qadên sereke de xwe nîşan dide:
Xurtkirina qanûn û mekanîzmayên parastinê: Pêwîst e kêmasî û valahiyên qanûnî bên rakirin ku rê li ber bêcezabûna sûcdaran bê girtin. Her wiha, divê gihîştina mexdûran a dadgeh û mekanîzmayên edaletê hêsantir bibe û mafê wan ê parastinê bê garantîkirin.
Rola saziyên medyayî û perwerdehiyê: Avakirina hişmendiyeke giştî ku her cureyên tundiyê red dike, berpirsiyariyeke girîng a saziyên medyayî û perwerdehiyê ye. Pêwîst e wêneyên stereotîp û neyînî yên der barê jinan de di bernameyên perwerdehiyê, huner, şanogerî û medyayê de bên guhertin û li şûna wan nirxên wekhevî, rêzgirtin û dadperweriyê bên xurtkirin.
Piştgiriya derûnî û aborî: Firehkirina torên navendên penaberiyê yên ewle, peydakirina xizmetên piştgiriya derûnî û pêşxistina bernameyên xurtkirina aborî ji bo jinên ku rastî tundûtûjiyê hatine, gelek girîng e. Ev gav dikarin derfetê bidin wan ku serbixwebûna xwe bi dest bixin, ji şert û mercên dijwar derkevin û jiyana xwe bi hêz û baweriyeke nû ji nû ve ava bikin.
Parastina jinan, berpirsiyariya tevahiya civakê ye
Kampanya ya 16 Rojên Çalakiyê tenê derfetek demkî nîne ku bala civakê careke din bikişîne ser pirsgirêka tundiya li dijî jinan û bangeke berdewam e ku divê di tevahiya salê de di rojeva hikûmetan, saziyên civaka sivîl û her yek ji endamên civakê de cih bigire. Ji holê rakirina tundiya li dijî jinan ne tenê berpirsiyariya jinan e, lê ew ceribandineke rastîn e ji bo mirovahî û hişmendiya tevahiya civakê û asta şiyana wê ya avakirina hawîrdoreke ewle û dadperwer ku tê de her jin û keç xwedî mafê xwe yê bingehîn ê jiyaneke bi rûmet û aştiyê be.




