Beyza Ustun: Li Kurdistanê talankirina xwezayê bi polîtîkayên şer didomin

Prof. Dr. Beyza UstUn bal kişand ser talankirina qadên jiyanê yên Kurdistanê bi riya projeyên maden, enerjî û rantê û bi gotinên; “Şirnex tê tunekirin” li dijî talana li ser xwezayê, banga rawestandina van projeyan kir.

Beyza Ustun: Li Kurdistanê talankirina xwezayê bi polîtîkayên şer didomin

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan - Tevî Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, talankirina xwezayê li erdnîgariya Kurdistanê didome. Kanên madenê, projeyên enerjiyê, birîna daristanan û veberhênanên ji bo qezencê gefê li qadên jiyanê dixwin her wiha destwerdanên kapîtalîst li ser xwezayê bi awayên nû didomin. Profesora Endezyariya Jîngeh û Înşaetê Dr. Beyza Ustun diyar kir ku polîtîkayên şer tenê bi pevçûnên çekdarî sînordar nîn in û destnîşan kir ku vekirina xweza û qadên jiyanê ji bo sermayeyê jî beşek ji van polîtîkayan e.

Projeyên ku li Kurdistanê didomin û dibin sedema talankirina xwezayê ev in:

*Erzincan (Îliç) – Madena Zêrê Çopler: Piştî hezîna axê ya sala 2024’an, parên qadê veguheztin Cengîz Holdîngê. Ji Tîrmeha 2026’an pê ve, Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ‘Destûra Xebatê ya Demkî’ da û rê li ber ji nû ve destpêkirina xebatan vekir. Rêxistinên ekolojîk ji ber xetera siyanurê li hewza Çemê Firatê nerazîbûnên xwe didomînin.

*Qadên Madena Pulumur û Munzûrê-Dêrsim: Di navbera salên 2022 û 2026’an de li seranserê bajar bi dehan lîsans bi riya îhaleyan, an jî bê îhale hatine dayîn. Bi taybetî, kana krom û zincê ya li Gundê Çakirkaya ya Pulumurê ku malovanê cureyên nebatan ên endemîk e û projeyên kanên sifir, zêr û mermerê li Hewza Munzurê bi pêvajoyên Nirxandina Bandora Jîngehê (EIA) û lîsansê berdewam dikin.

*Agirî Giyadîn– Madena Zêrê Mollakara: Projeya madena zêr ku ji ber gefxwarina li ser çavkaniyên avê û deverên çandiniyê yên herêmê rexne lê hatiye kirin, bi zextên ji bo xebitandin û berfirehkirina wê di rojevê de ye.

*Colemêrg – Kanên Çînko û Risasê: Ji 129 lîsansên madenê yên ku di navbera salên 2020 û 2025’an de hatine dayîn, 82 hê jî bi yasayî çalak in. Madenên çînko û Risasê li Geliyê Zapê û ekosîstemên çiyayî yên derdorê bi awayekî berfireh didomin.

*Hewzeya Gola Wanê – Kanên Kevir û Qûmê: Nêzî 20 ocaxên kevir û santralên perçiqandin û parzûnkirinê yên ku li dora Gola Wanê, bi giranî li navçeyên Artemêt, Erdîş, Payîzava û Westanê bi awayekî çalak dixebitin, ekosîstema peravê û çavkaniyên ava binê erdê wêran dikin.

Şirnex Cûdî û Silopî – Kanên Komirê û Santrala Termîkê: Zêdebûna kapasîteya kanên komirê yên ku sotemeniyê didin Santrala Termîk a Silopiyê, li quntarên Çiyayê Cûdî dibe sedema kolandin, qirêjiya hewa û avê.

Daristan tên talankirin

Xebatên birîna daristanan li herêmê wiha ne:

*Herêmên Gabar, Cûdî û Besta li Şirnex û Sêrtê: Berfirehkirina deverên lêgerîn û hilberîna petrolê yên Şîrketa Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO) li Gabarê, ligel bîrên nû yên li Gazîler û Çardakliyê û birîna daristanan li herêmê, di nava pirsgirêkên ekolojîk ên rojane de ne. Baro û platformên ekolojîk ên Sêrt û Şirnexê bi hinceta ku bi hezaran ton dar li herêmê hatine birîn û di encamê de bermahiyên gazê derketine, gilînameyeke sûc vekirine.

*Colemêrg, Şirnex, Wan – Lîsansên Lêgerîna Hîdrokarbonê: Lîsansên lêgerîna petrolê yên TPAO’yê li van hersê parêzgehan ku deverên berfireh digre nava xwe, heta sala 2028’an hatine dirêjkirin û amadekariyên ji bo operasyonên sondajê yên nû didomin.

*Mûş Gimgim û Çewlîgê Kanîreşê Projeyên JES’ê: Çalakiyên nobetê û dozên yasayî yên xelkê herêmê li dijî santralên jeotermal ên ku tê plankirin li gund û zeviyên çêrgehê yên di navbera navçeyên Gimgim û Kanîreşê de bên çêkirin, didome. Li Kanîreşê ji bo deverên nû yên ji hezar hektarî derbas dike, îhaleyên lîsansa jeotermal hatine vekirin.

*Agirî, Mûş, Amed– Projeyên GES ên li Deverên Çandinî û Çêrandinê: Projeyên santralên enerjiya rojê (GES) ên di asta mezin de ku li ser erdên çandinî û çêrandinê tên plankirin û ji hêla gundiyan ve wekî beşek ji veberhênanên enerjiyê bi hev re tên bikaranîn, tevî biryarên dadgehê yên ku pêkanîna wan li hinek herêman rawestandiye, bi serlêdanên nû yên Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) didomin.

*Hewza Dîcle û Heskîfê Bandorên Bendava Ilisuyê: Her çendî pêvajoya girtina avê qediyabe jî guhertinên ekosîstemê li Geliyê Dîcleyê, erdhej û projeyên nû yên rêkxer û santralên hîdroelektrîkê li ser şaxên çeman, her çendî projeya HES’ê ya Bîrsuyê li ser Çemê Sarimê ya nêzî sînorê Çewlîg-Amedê ji aliyê dadgehê ve hatibe betalkirin jî hê mijara nîqaşê ne.

*Projeyên Bendava Çemê Munzur û Pulumurê/HES a Dêrsimê: Projeyên bendav û HES’ê yên ku li ser çemên li Parka Netewî ya Geliyê Munzur û derdora wê tên plankirin, ji aliyê rêxistinên jîngehê ve bi pirsgirêkên yasayî re rûbirû dimînin.

*Sazûmaniyên Perava Gola Wanê û Nûjenkirina Çeman: Firehkirina xeta peravê, dagirtina qeraxê û destwerdanên nûjenkirina betonê yên di nivînên çeman de ekosîstema qeraxê ya hesas û deverên qamîşên Gola Wanê kêm dike.

*Colemêrg – Tesîsa Bermahiyên Hişk a Yekgirtî û Gefa li ser Çemê Zapê: Di Nîsana 2026’an de, li herêma ku tesîsa bermahiyan lê ye erd hejiya û bi sedan hezar metrekup bermahiyên çopê û madeyên kolandî ber bi Çemê Zapê ve çûn li herêmê bû sedema krîzeke cidî ya qirêjiya av û axê.

*Riya Bazinî ya Mêrdîn – Başûrrojava û Desteserkirinên Bilez: Biryarên desteserkirina bilez ên ji bo projeyên riyan ku di erdên çandiniyê û deverên niştecihbûnê yên li ser xeta Artuklu û Qoserê re derbas dibin, deverên çandiniyê ji hev vediqetînin.

‘Em wan di tunebûnê de nas dikin’

Prof. Dr. Beyza Ustun der barê xebatên ku li erdnîgariya Kurdistanê tevî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tên meşadin ji ajansa me re axivî. Beyza Ustun diyar kir ku şer rêbazek e ku ji hêla hegemonya û pergalê ve tê bikaranîn û tekez kir ku hegemonya bi şer tê parastin û wiha got: “Hûn li kîjan mînakê binêrin, ji şewatên daristanan bigre heta ji nû ve komkirina sermayeyê li daristanên şewitî, destwerdana av û jiyanê li Filistînê, destwerdana Îsraîlê ya berdewam li Rojhilata Navîn, an jî polîtîkayên şer ên ku çeteyên DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn dirêjî Rojava bûye, ev hemû polîtîkayên destwerdanê ne. Ev projeya destdanîna ser cih e û jiyana li wir ji destên gelê li wir digre û dawî li jiyana gelê li wir tîne. Şer stratejiyek wisa ye û li ser vê tê meşandin. Ew hegemonyaya ku hem kapîtalîzm û hem jî emperyalîzm li ser mirovan ava dikin. Ji ber vê, her ku siyaset dikeve krîzekê, tundiya vê hegemonyayê zêde dibe, her ku krîzên kapîtalîzmê zêde dibin, şer û tundî zêde dibin. Li vê erdnîgariyê, em herduyan jî di heman demê de dijîn. Şer hemû şêweyên polîtîkayên tundiyê digre nava xwe. Ez ne tenê li ser şerê ku bi çekan tê kirin, li ser amûrkirina şer ji bo desteserkirina jiyanê li wê herêmê diaxivim. Ji hêla pergala mêrsalar ve, ji hêla kapîtalîstan ve, ji hêla emperyalîstan ve. Ev polîtîkayên dewletê ne. Ji ber vê yekê, ger hûn li polîtîkayên şer ên li vê erdnîgariyê, li Kurdistanê binêrin, hûn ê bibînin ka polîtîkayên dewletê çawa vê yekê bi cidî di pêvajoyê de entegre dikin û em dizanin ew çawa sax dimîne. Em wê di tunebûnê de nas dikin.”

Teyîsîna aqilê dewletê li ser bajarvaniyê

Beyza Ustun, xaniyên ku li navçeya Sûrê ya Amed piştî pêvajoyên xwerêveberiyê yên di sala 2015’an de li gelek bajarên Kurdistanê û Amedê hatine îlankirin hatine çêkirin bi bîr xist û got: “Werin em li pêvajoyên hilweşandin û plansaziyê yên li Sûrê binêrin. Ev pêvajo ji sala 2012’an vir ve tê plankirin. Gelek delîlên bingehîn ên vê yekê li cem me hene. Rêbaza veguherandina qada bajar bo qadeke siyasî xwe wekî şer li ku derê nîşan dide? Di polîtîkayên şer ên li ser Sûrê tên sepandin de, xaniyên li wir tên hilweşandin, avahiya demografîk tê hilweşandin, hebûnên çandî tên hilweşandin. Hemû avahiyên heyî yên li wir tên rakirin û avahiyek din tê çêkirin. Werin em tenê li tiştê ku tê çêkirin binêrin. Hûn zîhniyeta mîna TOKÎ ya serdema dawî dibînin. Hûn sîstemek betonî, hişk û bê serûber dibînin ku bi temamî xizmeta sîstema burjuwa dike, bi deverên mezin, bi cihekî ve girêdayî lê bê qada jiyanê, heta avahiyek mîna girtîgehê. Ev nîşaneya zîhniyeta dewlet û siyasetê di polîtîkayên bajarvaniyê de ye û şer yek ji amûrên vê yekê ye.”

‘Qirkirin didome’

Beyza Ustun der barê şerê berdewam a Îsraîl û Filistînê de axivî û destnîşan kir ku wekî hemû şeran, şerê Îsraîl û Filistînê jî pergala dewletê ya li ser xwezayê ava kiriye û wiha got: “Dema hûn lê dinêrin, hûn pergala dewletê ku li ser bingeha destwerdanê di tebeqeyên bin erdê yên ku enerjî jê tê bidestxistin an jî di pergalên avî yên ku av jê tê bidestxistin de hatiye avakirin dibînin. Heta ku hevalên me yên ciwan temamiya dîroka vê pergalê bişopînin jî em ê bibînin ka ew çawa veguheriye. Qirkirina ku niha li Xezayê diqewime didome. Bi temamî piştî ku mirovên li wir ji axa xwe hatin koçberkirin, ji bo afirandina cih û qadên hilberînê ji bo burjuvaziyê, emperyalîstan, kapîtalîstên ku polîtîkayên dewletê dimeşînin tê kirin.”

‘Şirnex ji holê tê rakirin’

Beyza Ustun, destnîşan kir ku şer amûrek hegemonyayê ye û bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo parastina erdnîgariyê û anî ziman ku ev pêvajo ku zêdetirî du salan e berdewam dike, ji bo her kesê xala werçerxê ya girîng e û wiha domand: “Avakirina aştiyeke mayînde û bicîhanîna paradîgmaya civaka demokratîk perspektîfek e ku jiyan û ewlehiya temamiya vê herêmê misoger dike. Ev yek dê ne hêsan be ku bikeve meriyetê. Wekî ku hûn dibînin, çênabe. Bêguman pêvajoyek pir cidî di nav de operasyonên berdewam ên li dijî siyasetmedarên ku ji bo vê yekê şer dikin li pêş e. Tiştek din jî diyar e, her çend çek bêdeng bûne jî em dibînin ku polîtîkayên şer didomin. Ne tenê birîna daran, talankirina daristanan û firotina daran wekî dar, operasyonên desteserkirina wê axê berdewam dikin. Şîrketên madenê berdewam dikin, destûr tên dayîn û piştre ji holê tên rakirin. Şirnex ji holê tê rakirin. Qada jiyanê rasterast tê tunekirin. Şîrketên madenê, şîrketên enerjiyê, hemû diçin wir. Nikarin xwe rawestînin; ew ê şîrketên çandiniyê yên pîşesazî jî bînin. Bi anîna şîrketên ku dê geştiyariyê bikin, li gorî perspektîfa wan, ew ê bikaribin polîtîkayên komkirina sermayeyê yên yekgirtî bi cih bînin. Ew vê pêvajoyê li ku dimeşînin? Ew li herêma ku şer lê bi dawî bûne kom bûne. Ji ber em di nîvê pêvajoyek çareseriyê û rêwîtiyek ber bi aştiyê ve ne, çima nayê rawestandin? Divê ev hemû bên rawestandin. Ji niha û pê ve divê hemû proje û polîtîkayên dewletê yên ku destûrê didin hegemonyayê bên rawestandin.”

‘Bêguman em ê bi ser bikevin’

Beyza Ustun destnîşan kir ku ger projeyên zirarê didin jîngehê li Kurdistanê neyên rawestandin, avakirina aştiyê dê zortir bibe û got: “Em gel in û kirde ne. Wek gel, em ê li vê erdnîgariyê aştiyeke mayînde ava bikin. Polîtîkayên me yên tundiyê nîn e, polîtîkayên me yên parçekirinê nîn e. Em polîtîkayên şer erê nakin û em ê azadiyê biafirînin. Ji bo vê yekê, em bi berdewamî weke meclîsan dicivin. Her gava ku derfetek hebe em dicivin û bi hev re dinirxînin. Em ne li ser avakirina aştiyê, li ser rê û rêbazên avakirina aştiyeke mayînde, rawestana li kêleka hev diaxivin. Em ê bi ser bikevin. Em ê bêguman bi ser bikevin. Ji ber em dev jê bernadin.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.