Li Filistînê tundiya li dijî jinan bi fîlman hate rojêv kirin

Navenda Pêşketina Civakî û Medyayê ya Filistînê, di çarçoveya Kampanyaya 16 Rojên Çalakiyê de,bi lidarxistina pêşandana fîlman û civîneke nîqaşê, mijarên wekî zewaca di temenê biçûk de, tundiya navmalbatê û kedxwariya aborî kirin rojeva xwe.

Li Filistînê tundiya li dijî jinan bi fîlman hate rojêv kirin

NEXEM KERACA

Filistîn - Navenda Pêşketina Civakî û Medyayê ya Filistînê, di çarçoveya Kampanyaya 16 Rojên Çalakiyê de, çalakiya pêşandana fîlman û nîqaşê li dar xist. Di vê çalakiyê de mijarên wekî zewaca di temenê biçûk de, tundiya nav malbatê û kexwariya aborî ya li dijî jinan hatin nirxandin.

Di dema ku tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî li Filistînê bi awayên cuda zêde dibe, Navenda Pêşketina Civakî û Medyayê çalakiyek organîze kir ku fîlmên li ser tundiya li dijî jin û keçan bên nîşandan û nîqaşkirin.

Di çalakiya ku di çarçoveya Kampanyaya 16 Rojên Çalakiyê de hate lidarxistin, pirsgirêkên civakî û aborî yên jinên li Xezayê, zewaca di temenê biçûk de, tundiya nav malbatê û kedxwariya aborî hatin nîqaşkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku şer derfetên jinan ên parastina xwe jî teng dike.

Zewaca di temenê biçûk de û kedxwariya aborî

Koordînatorê çalakiyê Nurhan Tabatibî, diyar kir ku di sala 2026’an de ji ber şert û mercên jiyanê yên ku şer derxistiye holê, tundiya li ser bingeha zayendî li Xezayê zêde bûye.

Nurhan Tabatibî, anî ziman ku pêşandana fîlman tenê bi temaşekirinê ve sînordar namîne, lê di heman demê de derfetê nîqaşkirina sedemên tundiyê û rêyên çareserkirina wê jî peyda dike. Nurhan Tabatibî wiha got: “Fîlm du mijarên girîng ên zewaca di temenê biçûk de û kedxwariya aborî ya jinan dide ber çavan. Ev pirsgirêk îro jî wekî berê dubare dibin. Lê pirs ev e; Gelo em dikarin bi rêya van çalakiyan bigihîjin çi encamê da ku van diyardeyan kêm bikin?”

Nurhan TabatibÎ, diyar kir ku fîlm derfetê dide ku mirov pirsgirêkên ku jin jiyan dikin rasterast bibîne û baştir fam bike: “Carinan em tenê behsa van pirsgirêkan dibihîzin. Lê dema ku em wan dibînin, hesteke din di hundirê de çêdibe. Dema ku em him dibihîzin him jî dibînin, em xwe zêdetir bi van pirsgirêkan ve girêdayî dibînin.”

Şer tundiya li ser jinan zêdetir dike

Rojnamevan Hiba Ebu Akîlîn, diyar kir ku fîlmên hatine pêşandan beşên rastîn ên jiyana rojane nîşan didin û got ku şer ne xwediyê tundiyê ye, lê şêweyên tundiyê yên heyî girantir dike.

Hiba Ebu Akîlîn, destnîşan kir ku tundiya nav malbatê tenê bi tundiya ku ji aliyê hevjîn ve tê kirin sînordar nabe û bal kişand ku nebûna piştgiriya malbatan ji jinan re û parastina mafên wan jî dikare wekî şêweyekî tundiyê were nirxandin. Hiba Ebu Akîlîn, bal kişand ser zewaca keçên biçûk a bêyî ku hewcedariyên wan ên derûnî û civakî bên hesibandin.

‘Jin parçeyek ji civakê ye’

Hiba Ebu Akîlîn, diyar kir ku ji ber koçberiya bi zorê û qelebalixiya cihên jiyanê li Xezayê, jin êdî nikarin xwedî nepenîtiya jiyana xwe bin: “Windabûna cihên taybet ên jiyanê ya di dema şer û piştî şer de, bandoreke neyînî li hesta ewlehî û rûmeta jinan kiriye. Parastina mafên jinan tenê berpirsiyariya rêxistinên jinan nîne.”

Hiba Ebu Akîlîn, axaftina xwe wiha domand: “Rêzgirtina ji jinê û mafên wê, çi di saziyan de, çi di nav civakê de û çi jî di hundirê malbatan de, erkê hemûyan e. Em û mêran vê civakê pêk tînin. Ji ber vê yekê, divê em wekî yek dil tev bigerin.”

Di dawiya çalakiyê de hate tekez kirin ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan divê tenê bi çalakiyên hişyarkirinê ve sînordar nemîne. Malbat, civak û saziyên fermî divê berpirsiyariya xwe bigirin ser milê xwe û ji bo ewlehî û mafên jinan bên parastin, gavên mayînde bavêjin.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.