Şengal malavaniya festîvala dengbêjî û govendê kir

Li Şengalê bi beşdariya gelek hunermendên êzidî û yên ji deverên din festîvala dengbêjî û govendê hat li dar xistin.

Şengal malavaniya festîvala dengbêjî û govendê kir

Şengal - Li Şengalê ‘festîvala dengbêjî û govendê’ bi şîara berdewamiya deng û tevgerên dîrokî ye hate li dar xistin. Di festîvalê de ji bilî hunermendên Şingalî gelek dengbêj û hûnermendên ji Başûrê Kurdistanê jî beşdar bûn û hûnera xwe pêşkeş kirin. Festîvala ku li Sinunê Mala Pêkvejiyanê 2 roj berdewam kir rastî eleqeyeke baş hat.

Di festîvalê de li kêleka dengbêjî û grubên govendê gelek stand hatibûn vekirin ku karên dest dihatin nîşandan. Dîsa ji bo nasandina cilên resen ên êzidiyan pêşangehek hatibû vekirin.

Di festîvalê de ji Xaneqîn, Germiyan, Silêmanî heta Dihokê, Şengalê hunermend derketin ser dikê û çandên xwe yên ku bi siyaseteke qirêj ên dewletan ji hev dur ketiye bi hev dan nasandin.

‘Em dikarin bi stran û kombûnên xwe bên gel hev’

 

      

Jina êzidî Elîfa Hisên hestên xwe yên ji bo festîvalê wisa anî ser ziman: ““Ez gelek kêfxweş im ku li Şengalê festîvalên bi vî rengî tên li dar xistin. Gelek girîng in. Cara yekem festîvalek bi vî rengî tê li dar xistin. Gelek hunermendên ji deverên cuda, çandên cuda tên gel hev. Çanda me bi parçeyên din re nêzîkî hev e, lê siyaseta ku tê meşandin me ji hev dur dixe. Em ancex bi stranên xwe, festîval û kombûnên xwe bikaribin bên ba hev. Ciyê kêfxweşiyê ye ku îro gelek kes ji deverên cuda, bi rengên xwe hatine gel hev. Şengal dibînin, çanda êzidiyan nasdikin.”

‘Ev festîval ji bo wan kesên ku xwestin me û çanda me tûne bikin bersivek e’

Elîfa Hisên anî ser ziman ku “Ew kesên ku ferman bi serê me de anîn gelek hewldan ku zimanê me tune bikin, çanda me, cilên me nehêlin. Piştî fermana 2014’an em êdî hîn zêdetir xwedî li cil û bergên û çanda  xwe derdikevin. Em li ziman û stranên xwe vegeriyan. Ev festîvala ku îro li vir tê li dar xistin peyame ji wan kesên ku xwestin cil, ziman û çanda êzidiyan tune bikin. Em hene, em li ser vê riyê ne û em ê ti car terka çanda xwe nekin.”

“Ez wek jineke ku ji bo jinan kar dikim, peyama min ji bo jinên êzidî ev e; her tim rewşenbîrî, ziman û dîroka civakan li ser zimanê jinê tên belge kirin. Divê jin bi cil û stranên xwe ve girêdayî bin. Ew bi xwe jî stran bêjin. Xwedî li adet û teqalîdên xwe derkevin. Em bi hev re bihêz in.”

Me xwest em di navbera hunermendên deverên din û yên Şengalê de bibin pirek

 

        

Yek ji rêkxera festîvalê Rênas Hesen Babekir wisa bahsa armanc û girîngiya vê festîvalê kir: “Me bi çend hevalên Şengalî festîvala dengbêjî û govendê li dar xist. Ji ber ku dengbêjî û govend tovên çanda me ne. Ji bo parastina ziman, çand û dîroka me pir girîng in. Di dengbêjiyan de dîrok heye, ziman tê parastin. Li welatê me li gelek deveran dengbêjî çand e. Me jî xwest dengbêjên me yên Başûrê Kurdistanê û grupên me yên govendê kom bibin û bên Şengalê. Li Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Xaneqîn , Germiyan û hwd. Ev du roj in em li vir in da ku em girîngî bidin vê çandê ku dîrokeke wê ya kevin heye. Em hêvîdar in ne tenê îsal, her sal bikaribin van festîvalane lidarbixin. Bila xelk were û Şengal bibîne, xelkê Şengal û manewiyata wan bibîne. Li hûnera vir mêze bike. Hem çîrokên hezkirinê hem jî çîrokên bi êş tê de ne.”

Rênas Hesen Babekir pirsa we çima pêwîstî dît taybet li Şengalê vê festîvalê li dar bixin wisa bersivand: “Me ev festîval li Şengal li dar xist ji ber ku çand û dîroka xwe ya resen parastiye. Civakên derveyî Şengal, Şengalê nasnakin, dengbêjên Şengal nasnakin, agahiya wan li ser  vir nîne. Ji ber wê jî me xwest di navbera van hunermendan de pirekê ava bikin. Dibe ku ev bibe destpêkek ji bo wan da ku ew jî bikaribin ji vir û şûn de bi hev re kar bikin.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.