Şikandina ‘Qutiya Reş’: Dema ku xweparastin dibe pêdiviyeke hebûnî

Fîlmê "Black Box Diaries" (Rojnameyên Qutiya Reş), qêrîneke wêrek e tîne bîra her jinekê ku pabendbûna bi mafê parastina xwe, ji bo têkbirina tundiyê çeka wê ya herî xurt e.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.

Navenda Nûçeyan - Di dinyayek ku pirî caran ji qurbaniyan tê xwestin ji bo parastina navûdeng an jî dûrketina ji şermezarkirinê bêdeng bimînin de, belgefîlma bi navê "Black Box Diaries" ku ji aliyê rojnamevan û derhênera Japonî Şîori Îto ve hatiye amadekirin, wekî qêrîneke xurt li dijî hevkarîkirina bi sûcdaran û bêdengiyê derdikeve pêş.

Ev fîlm ne tenê belgekirina dozeke destirêjiyê ye. Dibe ku şahidiya zindî ye ku nîşan dide mafê jinê yê parastina xwe û bidestxistina dadmendiyê, xeta yekem a parastinê ye li dijî tundiya li ser bingeha zayendê.

‘Rûbirûyê pirsên civakî, zextên derûnî û yasayên kevnar bû’

Dema ku deriyên sîstema dadmendiya kevneşopî li ber Şîorî hatin girtin û sîstemê ji bo parastina sûcdarê xwedî hêz hevkariyeke veşartî kir, wê red kir ku tenê bibe hejmarek di nav dosyayên dozên jibîrkirî de. Wê biryar da ku dev ji mafê veşartina nasnameya xwe berde û jiyana xwe û kameraya xwe veguherîne amûreke lêkolîn û berxwedanê. Parastina wê ya ji bo xwe, ne tenê bertekeke demkî bû, her wiha kiryareke wêrek bû ku 7 salan berdewam kir. Di vê pêvajoyê de ew rûbirûyê pirsên civakî, zextên derûnî û yasayên kevnar bû.

Tecrûbeya Şîorî Îto di vê fîlm de rastiyeke bingehîn fêrî me dike: destberdana ji mafê parastina xwe, rê dide tundiyê ku berdewam bike û rewayiyê jê re peyda dike. Dema ku jinek radibe ser piyan û mafê xwe dixwaze, ew ne tenê rûmeta xwe ya kesane diparêze, lê di heman demê de dîwarê tirsê yê ku dorpêça xwe li ser bi hezaran jinên din daniye, hildiweşîne. Têkoşîna takekesî ya Şîorî karîbû li Japonyayê bibe sedema guhertinê û saziyên yasadanînê neçar kirin ku yasayên têkildarî sûcên cinsî yên ku zêdetirî sedsalekê bêguhertin mabûn, nûjen bikin.

Tundiya li ser bingeha zayendê, ji bêdengî û tirsê xwedî dibe. Rêya yekane ya têkbirina wê ew e ku her jinek fêm bike ku dengê wê mafek e û parastina laş, rûmet û jiyana wê erkek e ku tu tawîzek tê de nîne. "Black Box Diaries" tîne bîra me ku dibe dadmendî dereng bikeve û sîstem têk biçin, lê îradeya jinê dema ku ew biryar dide dev ji mafê xwe bernede, dikare bingehên bêdengiyê bihejîne û guhertinê pêk bîne.