Jinên Kurd parêzvanên veşartî yên mîrasa metbexê ne

Beşek girîng ê mîrasa xwarinçêkirinê, bi taybetî li Kurdistanê bi saya jinên ku zanîna xwe ya xwarinçêkirinê, parastina xwarinê û naskirina nebatan dighîne nifşan, hatiye parastin.

Jinên Kurd parêzvanên veşartî yên mîrasa metbexê ne

ZÛHAN ŞERÎFZADE

Bokan – Carnan tarîfên xwarinan dibe ku ji ya em texmîn dikin, pir zêdetir be. Li pişt nanê herêmî an xwarinek ku bi giyayên kovî yên ji çiyayan hatine berhevkirin hatiye amadekirin, mimkun e ku erdnîgarî, çandinî, xizanî û pirbûn, koçberî û şêwazên jiyana nifşên berê bên şopandin. Bi derbasbûna salan, beşek girîng ji zanîna xwarinçêkirinê di nav malbatan de ji dayîkê ber bi keçê, ji dapîrê ber bi neviyê ve hatiye veguhestin.

Ji bo fêmkirina rola jinan a di dîroka xwarinê de, divê mirov li civakên mirovahiyê yên herî kevin ku tê de çalakiyên wek peydakirina xwarinê, hilberandina genim, berhevkirina nebatan, çêkirina xwarinê û hilanîna xwarinê ji bo domandina civakên mirovan bingehîn bûn, binhêre. Heta îro jî, gelek hêmanên ku wek zanîna herêmî û mîrateya çandî têne hesibandin, ji hêla keda rojane ya jinan ve hatine teşekirin. Jinên ku bêyî wan dîrok bi xwe nikare hebe, her çend navên wan bi fermî nehatibin tomar kirin jî. Ev girîngî ji bo xelkek mîna Kurdan ku di dîrokek tijî aloziyên siyasî yên kûr de jiyane, hîn bêtir diyar e.

Di bin siya siyasetê de têkoşîna xwarinê

Li Rojavayê Asyayê, qeydkirina mîrasa xwarinê, di hin rewşan de, ji armanca parastina mîrasa çandî derbas bûye û bûye amûrek neteweperweriyê. Ev yek bi taybetî ji ber koka van kevneşopiyan pirî caran ne diyar e, girîng e. Di encama têkiliya çandî ya bi sedsalan de, gelek ji van kevneşopiyan bûye karekterek ku sînorên netewe dewletan derbas dike.

Nanê şikeva (lavaş) yek ji mînakên herî berbiçav ên vê pevçûnê ye. Di sala 2014’an de, Ermenistanê kevneşopiya amadekirina loş, li UNESCO’yê tomar kir. Paşê, di sala 2016’an de, Îran, Azerbaycan, Tirkiye, Kazakistan û Kirgizistanê bi hev re kevneşopiya amadekirin û parvekirina nanên tenik, tevî lavaş, tomar kirin. Ji bilî nîqaşa li ser lavaş, xwarinên wekî ‘keşkek’ û ‘eprax’ jî li seranserî herêmê bûne xalên sereke yên pevçûnên nasnameyê.

‘Jinên Kurd û çalakvanên çandî dibin hêviya parastina vê mîrasê’

Lêkolînera Dîrok û Arkeolojiyê Şeyda Kerîmî (navê sexte), têkildarî mijarê wiha got: “Di demek ku hin neteweyên Rojhilata Navîn li ser xwarinên wek çay an mast, an jî çanda xwe ya xwarinçêkirinê û adetên xwarinê yên kevneşop nîqaş dikin, jinên Kurd û çalakvanên çandî dibin hêviya parastina vê mîrasê. Dema dor tê ser veguhestina vê mîrasê ji bo neteweyên din, Kurd bi bandor têne dûrxistin. Ev çerxek e ku dîrok xwe cardin dubare dike. Bazarên herêmî jî dikarin di vê çarçoveyê de wek hêmanek girîng bên dîtin. Di qadek wisa de, xwarin dikare mîna beşek ji bîra kolektîf û amûrek ji bo parastina hesta aydiyetê tevbigere. Jinên ku di parastina vê mîrasê de di navenda rolê de ne, pîrozkirina ku heq dikin nagirin.”

Di sifreya Kurdan de dîrok û erdnîgarî

Xwarinên gelê Kurd ji erdnîgarî, dîrok û çanda wan nayên veqetandin. Li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî li herêma Mukriyan, jiyan li deverên sar û çiyayî, gihîştina dexlan (wek genim û ceh) û debara li ser bingeha çandiniya ajalan (çavkaniyên zêde yên berhemên şîr û goşt peyda dike) pêkhateyên bingehîn ên xwarinên kevneşop teşe girtiye. Weke din, giyayên kovî yên li çiyayan mezin dibin û sebzeyên ji xwezayê hatine berhevkirin jî di gelek tarîfên herêmî de cihê xwe dîtine. Zivistanên dirêj û zehmetiya gihîştina hin xwarinan pêşxistina rêbazên cûrbecûr ên parastinê yên wek hişkkirina fêkî û sebzeyan, hilanîna dexlan û hilberandina berhemên şîr, pêwîst kiriye.

Gelek xwarinên taybet hene

Ji bilî erdnîgariyê, şêwazên jiyana koçer, koçberî, şer û demên ne aram şopên kûr li ser çanda xwarinên Kurdî hiştine. Xwarin û berhemên wek nanê ‘Bazî’ (ji herêmên Kirmaşan û Îlamê), ‘Tarxîne’, ‘Sengesîr’, ‘Barbasil’, ‘Kardo Polo’, ‘Kulîçe’, ‘Şûrmaz’ û ‘Xoreşte Tareh’ (xwarinek pîvazê ku bi taybetî ê herêma Mukriyanê ye) refleksên zindî yên jiyana mirovên ku di demên berê de jiyane, diteyîsîne.

Kevneşopî û rêbazên çêkirina xwarinê bi gelemperî ji hêla malbat û komên koçer ve hatine domandin. Ew li her cîhekî nû ku lê bi cih bûne, li gorî hebûna malzemeyan û şert û mercên herêmî bipêş ketine. Mînak, xwarinên wekî ‘Eşedox (şorba mast)’, ‘Eprax’, ‘Kutilk’ (an ‘Doklio’), û nanê ‘Kalaneh’ ji herêmekê bo herêmekê bi awayên cûda têne amadekirin an xwarin. Ji ber vê, ev cihêrengiya xwarinê ya ku li seranserê erdnîgariya Kurdistanê tê dîtin, dikare wekî beşek yekgirtî ya dîroka gelên herêmê bê hesibandin.

Jin, parêzvanên nenas ên mîrasê ne

Beşek girîng ji mîrasa xwarinçêkirinê di mitbexan de ji hêla jinên ku navên wan bi fermî nehatine tomarkirin ve hatiye parastin. Ev bi giranî ji ber ku keda wan wek ‘erkê malê’ an jî karê malê yê nefermî tê dabeş kirin e. Lê ev jin afirînerên komek zanîna xwarinçêkirinê bûn, dewlemendiyek pisporiyê ku ne tenê çêkirina xwarinê, di heman demê de destnîşankirina madeyên xav, cûdakirina nebatan, zuwakirin û parastina xwarinê û tewra zanîna dema rast a pêwîst a dema amadekirina xwarinê digre nava xwe.

‘Xwarin li gorî herêman tê guhertin’

Mîna gelek jinên li Rojhilatê Kurdistanê, Amîne M. ya 55 salî, hemû zanîna xwe ya li ser xwarinçêkirin û amadekirina şîr û berhemên şîr ji diya xwe hîn bûye. Amîne M. dibêje: “Xwarinên mîna ‘Barbasil’ ku ji goşt, mast, giya û nokên hûrkirî têne çêkirin, her gav teknîkên taybet yên ku ji bo kesê ku wan amade dike û ji nifşên berê veguhezîne hewce dikin. Her çend hin xwarinên kevneşop bi demê re winda dibin jî, yên din di merasîm û mîhrîcanên fermî de cihê xwe digirin.”

Gelek xwarinên ku beşek ji nasnameya gelên mîna Kurdên îro pêk tînin, berhema ezmûnên jinên ku navên wan di dîroka fermî de nehatine tomarkirin in. Di dawiyê de, parastina vê mîrasê, berî her tiştî, guhdana çîrokên van jinan û qebûlkirina beşdariyên kesên ku ev mîras ji nifşekî bo nifşekî zindî hiştine, hewce dike.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.