çand û hûner
-

Piştî 13 salên bêkariyê niha karê xwe dike
Lence Azad derçûya navçeya Koye, piştî 13 salên bêkarî û nebûna teyînkirinê, rêyek cuda hilbijart, huner û hêza xwe anî mala xwe û bi rêya perwerdeya jiyana rojane û şêwaza jiyanê, bêkarî veguherand debar û nav û dengiyê.
-

Ji xwendekarên li Kobanê festîvala parastina çand, nasname û hebûnê
Xwendekarên ji bajarê Kobanê ku festîvaleke çandî ya resen birêxistin kirin, destnîşan kirin ku ew bi riya xebata xwe li dijî êrîşên qirkirin û asîmîlasyona li ser ziman, hebûn û nasnemeya xwe dibin bersiv.
-

Kevneşopiyek pîroz a Êzidiyan: Gera Tawis
“...Ya Rebî dinya hebû tarî Tê de tûnebûn mişk û marî Te zênda kir teze halî Çû nema gul jê barî...”
-

Di navbera dika şanoyê û rastiya kolanê de
Hunermend Leyla El-Şabî bawer dike ku huner peyameke berxwedanê ya rastîn e. Ew bêdengiya hin hunermendan a li hemberî dozên welat û azadiyê rexne dike û bang li wan dike ku rola xwe ya civakî bi cih bînin.
-

Ji festîvala Birminghamê du xelat ji bo fîlma "Jin"
Fîlma "Jin" ku derhênerên wê Leyla Bax Pira û Burhan Ahmedî ne, di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Birminghamê de xelatên "Senaryoya Herî Baş" û "Lîstikvanên Herî Baş" girt û bal kişand ser serkeftina sînemaya Kurdî ya serbixwe.
-

Henan Medarî: Cîhaneke bê helbest cîhanek bê bîranîn û bê xewn e
Henan Medarî wek yek ji dengên helbestvanî yên Mexrîbê tê hesibandin ku bi riya rûniştina di kûrahiya xwenasiyê de û keşfkirina cîhanê di rêya helbestê re, şopa xwe li ser ezmûna xwe hiştiye.
-

Li Teizê ‘Sînemaya Çarşemê’ dixwaze sînemayê dîsa vejîne
Li bajarê Teiza Yemenê bi saya însiyatîfa “Sînemaya Çarşemê” (Cinema of Wednesday) ciwanan di qadeke çandî û azad de tîne cem hev, ku sînema rola xwe ya di avakirina hişmendiya civakî de bileyîze û deriyekî ji bo guftûgoyên zanistî û rewşenbîrî veke.
-

Peymangeha Vejîn nifşekî afirîner di warê çandî û civakî de ava dike
Peymangeha ‘Vejîn’ ku ji sala 2019’an ve li Kobanê perwerdeyeke akademîk dide, mîrat û folklora muzîka Kurdî diparêze û bi piştgiriya malbatan nifşekî afirîner û xwedî bawerî mezin dike.
-

Rêwîtiya jinek bale ji Yemenê heta Rûsyayê
Hunermend Enîse Enîs ji perwerda baletê ya li Rûsyayê bigre heya avakirina navendeke çandî li Adenê, bi rêya zimanê laş û muzîkê, nasnameya çandî ya welatê xwe diparêze û li dijî astengiyên pîşesaziyê têkoşîneke mezin dimeşîne.
-

Şadiye Manap: Heta jin nenivîse wê dîroka wê nebe
Nivîskar Şadiye Manap, bal kişand ser rola jinên Kurd a di wêjeyê de û got: “Divê jin dîroka xwe, çîroka xwe binvîsin. Divê jin bizanin ku heta ew bi xwe nenvîsin, wê dîrokek wan tune be.”
-

Hunermenda Urdunî bi firçeya xwe çîrokên jinan vedibêje
Hunermenda Urdunî Dîma Ebû Şerh hunera xwe ji qada derbirînê derbas dike û wek modelek ku dibe dengê jinan, derdikeve pêş. Berhemên wê dibin beşek ji vegotinên ku ezmûnên jinan nîşan dide, her wiha cihek ji bo derbirînê, berxwedan û şîfayê ava dike.
-

Hunermend Arêz: Di her tabloyekê de bi zimanekî cuda diaxive
Hunermed Arêz Sarwar çayxaneya xwe veguherandiye pêşengehe ku bi riya tabloyên xwe tê de huner, nasnameya Kurdî û civakî nîşan bide.
-

Li Qamişloyê 1’emîn Festîvala Şanoya Zarokan
1’emîn Festîvala Şanoya Zarokan, di bin diruşmeya “Şano bi zimanê dayîkê xweş e’ ku bi organîzasyona Tevgera Hîlala Zêrîn, Tev Çand û Şano Çiya hatiye amadekirin, li bajarê Qamişloyê destpê kir. Armanca festîvalê, pêşkêşkirina jêhatiyên zarokan e.
-

Li Koyê ji bo parastina çandê "Mala Morî" hate vekirin
Di 13’ê Hezîranê de, li Koyê "Mala Morî" li Enstîtuya Zeyneb Han hat vekirin. Armanc parastina çanda Kurdî û cilên resen ên Kurdî ye û wekî navendek ji bo kirîn û firotina cil û berg û tiştên rojane tê bikaranîn.
-

Fatima Şewtî: Nivîs ji bo jinan zimanê hevgirtina cîhanî ye
Nivîskara Mexribî Fatima Şewtî, diyar kir ku nivîsandin ji bo jinan tenê berhemdariya wêjeyî nîn e, di heman demê de li dijî şîdet û cudakariyê rêbaza berxwedanê ye.
-

Jin li Hesekê bi çand û hunerê destek didin YPJ’ê
Tevgera Hîlala Zêrîn a Rojava ku bi çand û hunera xwe destek dide YPJ’ê, bi vê armancê çalakiyên wek şano, konser û pêşangehan li dar dixe.
-

Hunera dengbêjiya dayîkên Kurd vegotina jiyanê bi xwe ye
Hunera efsanewî ya dengbêjiya jinên Kurd ji bo parvekirina çîrokên kesane û civakî yên jinan derket holê. Ev mîras îro jî bi dengê jinan tê parastin. Dayîkên Mexmûrê mînakeke zindî ya vê şêweya hunerî ne.
-

Zarokên Mexmûrî havînê li atolyeyan perwerda hunerî dibînin
Li wargeha penaberan a Mexmûrê Atolyeya Şehîd Delîla ku girêdayî Weqfa Jinê ya Şehîd Şervîn e, di demsala havînê de ji bo zarokan perwerdeyên hûnerî da destpêkirin.
-

Di Festîvala Biharê ya li Teqteqê de ked û berhema jinan hat pêşandan
Di Festîvala Biharê ya 3’yemîn de ku li bajarokê Teqteqê yê girêdayî Qelatê hate lidarxistin de, jinên ji deverên cuda yên Kurdistanê berhemên xwe yên destan, xwarinên kevneşopî û çîrokên jiyana xwe ji mêvanan re nîşan dan.
-

Peykersaz Leyla Sûfî: Divê her jin şopek bihêle
Hunermend û peykersaz Leyla Sufî Sultanî ya ku hewl dide rewşa gelê Kurd, bi taybetî jî jinên Kurd ên şoreşger bi berhemên xwe yên hunerî bighîne nifşên pêşerojê û cîhanê, got ku “Sedema êşa me mafên me ne; ji ber vê yekê, divê em dev jê bernedin."