Astengiyên tevlihev fêrkirin û karê keçên peravên Sûriyê asteng dike

Dîplomaya qonaxa amadehî êdî pêşeroja keçên gundewarên peravên Sûriyê misoger nake, krîza aborî, metirsiyên ewlehiyê û adetên civakî mafê wan ê xwendin û kar sînordar dikin.

Astengiyên tevlihev fêrkirin û karê keçên peravên Sûriyê asteng dike

MASA SULTAN

El-Lazqiye - Ji bo hin keçên peravên Sûriyeyê, dîplomaya qonaxa amadehî berê deriyek bû ku wan dighand zanîngehê û rê li ber pêşxistina armancên wan ên pîşeyî vedikir. Lê îro ev qonax dikare bibe rawestgeheke ku xewnên wan ên perwerdeyê li wir bi dawî bibin. Ev yek jî di bin bandora tevliheviya rewşa ewlehiyê, xirabûna rewşa aborî û sînordariyên civakî û malbatî de ye ku azadiya keçan di hilbijartina pêşeroja xwe de sînordar dikin.

Keçên li herêmên cuda yên peravên Sûriyeyê, bi taybetî yên li gund û deverên dûrî navendên zanîngehê, bi astengiyên ku ji daxwaza xwendin û bidestxistina zanistê wêdetir in re, rûbirû ne. Êdî şiyana wan a bidestxistina cihê xwendinê ya li zanîngehê, tenê bi serkeftina wan a di dîplomaya qonaxa amadehiyê de nayê pîvan. Her wiha derfeta malbatê ya peydakirina mesrefên tomarkirinê, veguhestinê û bicihbûnê, ji bilî ewlekariya keçê di dema her roj çûna zanîngehê de û bidestxistina razîbûna malbatê ji bo domandina xwendinê, roleke girîng dilîze.

Metirsiya ewlehiyê azadiya tevgerê sînor dike

Metirsiyên ewlehiyê bûne yek ji wan faktorên ku bandorê li biryarên hin malbatan ên derbarê xwendina keçên wan de dikin. Ev yek bi taybetî ji ber metirsiyên ku di dema çûna di navbera gundan û bajaran de, derbarê ewlehiya kesane de derdikevin holê. Ev ji ber hin şert û mercan ku tevgera jin û keçan sînordar dikin, pêk tê.

Rapora Ajansa Yekîtiya Ewropayê ya Penaberiyê ya derbarê Sûriyeyê de, di Tîrmeha 2026’an de hatibû weşandin. Raporê destnîşan kir ku tirsên derbarê revandinê de li herêma peravê bandor li domandina xwendina zanîngehê ya hin keçên ciwan kiriye û rê li ber tevlîbûna hin keçan a perwerdehiya dibistanê girtiye. Her wiha raporê diyar kir ku li gorî lêkolîneke ku penaberên vegeriyane û civakên mêvandar li parêzgehên cuda yên Sûriyê di xwe de girtibû, metirsiyên ewlehiyê bûne faktora sereke ya sînordarkirina azadiya tevgera jin û keçan.

Ji ber vê yekê, mijar êdî tenê bi daxwaza keçê ya xwendinê ve girêdayî nîne. Her wiha bi hebûna hawîrdoreke bi ewle ve jî girêdayî ye ku mafê wê yê tevgerê û gihîştina saziyên perwerdeyê bê tirs û gefan misoger bike. Her wiha hin bûyerên revandinê jî, di hundirê kampusa zanîngehê de qewimîne.

Krîza aborî malbatan neçarî hilbijartina di navbera xwendina zarokan de dike

Li kêleka metirsiyên ewlehiyê, şert û mercên aborî yên xirab jî di nav faktorên herî girîng ên astengkirina domandina xwendina keçan de ne. Di bin siya bilindbûna lêçûnên jiyanê û zehmetiya peydakirina mesrefên zêde yên xwendina zanîngehê de, malbatên ku di bin zexta dabînkirina hewcedariyên bingehîn de ne, dikarin ji dayîna mesrefên xwendinê, veguhestinê û bicihbûna li xaniyên xwendekaran bêhêz bimînin. Ev yek bi taybetî dema ku keça wan ji bo domandina xwendina xwe neçar dimîne ji gundê xwe derkeve û biçê bajarekî din, zêdetir dibe.

Di hin malbatan de, sînordariya çavkaniyên aborî dibe sedem ku di navbera xwendina zarokan de pêşî lê bê girtin. Carna xwendina kuran wekî veberhênaneke ji bo pêşeroja malbatê tê dîtin, lê xwendina keçan wekî bijareyekê ku dikare jê bê derbaskirin, tê nirxandin. Ev yek bi taybetî dema ku derfetên kar ji bo wan ne diyar bin, zêdetir xuya dike.

Adet û kevneşopiyên civakî pêşeroja keçan diyar dikin

Ji bilî rewşa ewlehiyê û şiyana aborî, adet û kevneşopiyên civakî hîn jî di biryarên derbarê pêşeroja keçan de xwedî bandor in. Li hember vebijarkên wan ên perwerdeyî û pîşeyî jî sînoran datînin.

Di hin hawîrdorên civakî de, nêrîna civakê ya li ser keçê bi rola wê ya di hundirê malbatê de tê girêdan. Zewac û avakirina malê wekî pêşîniyên ku ji domandina xwendina zanîngehê girîngtir in, tên dîtin. Di heman demê de, şiyana keçê ya rêwîtiyê an jî jiyana li derveyî malbata xwe bi hincetên parastin, navûdeng û tirsa tevlihevbûna bi mêran re tê sînordarkirin.

Dema ku pisporiya ku keç dixwaze bixwîne hewceyî çûna parêzgeheke din be, ev sînordarî zêdetir dibin. Di vê rewşê de, biryara domandina xwendina zanîngehê ji daxwaz û şiyanên akademîk ên keçê wêdetir, bi razîbûna malbatê ve girêdayî dibe.

Raporên pispor ên derbarê rewşa jin û keçan a li Sûriyê de jî destnîşan dikin ku sînordariyên malbatî, zewacên zû, pêşxistina xwendina kuran a li hember keçan, bilindbûna mesrefan û metirsiyên ewlehiyê, hemû bi hev re dibe sedem ku keç ji derfetên xwendinê bêpar bimînin û serxwebûna wan û şiyana biryardayîna derbarê pêşeroja xwe de bê sînordarkirin.

Xwendina taloqkirî û pêşerojeke di bin xetera girêdayîbûnê de

Bêparhiştina keçan a ji domandina xwendina zanîngehê tê wateya windakirina derfeta bidestxistina bawernameyeke akademîk. Bandora vê yekê tenê bi xwendinê ve sînordar nabe, derfetên wê yên tevlîbûna bazara kar, bidestxistina serxwebûna aborî û beşdarbûna di jiyana giştî de jî kêm dike.

Keçeke ku ji ber şert û mercên ku ew hilnebijartine neçar dibe dev ji armancên xwe yên xwendinê berde, dibe ku di pêşerojê de xwe di hember derfetên kêm ên pîşeyî de bibîne an jî neçar bimîne ji aliyê aborî ve girêdayî malbatê an jî hevjînê xwe be. Ev yek jî awayên cihêreng ên girêdayîbûnê kûrtir dike û şiyana wê ya biryardayîna serbixwe sînordar dike.

Li aliyê din, peydakirina derfeta xwendinê ji bo keçan ne îmtiyazek e ku malbatê dide wan. Mafekî bingehîn e ku divê bê parastin û gihîştina wê bê misogerkirin jî. Bêyî ku rewşa aborî an jî paşxaneya civakî çi be.

Berpirsyariya saziyan a di parastina mafê perwerdê de

Çareserkirina vê pirsgirêkê vîna ku nêrîneke berfirehtir bê pejirandin, ku ji bangên kevneşopî yên teşwîqkirina keçan bo xwendinê wêdetir here. Ev yek bi peydakirina hawîrdoreke bi ewle, dûrî teror, revandin û kiryarên şantajê û her wiha bi dabînkirina wesayîtên veguhestinê yên bi ewle û birêkûpêk, dayîna burs û alîkariyên aborî ji bo xwendekarên ji malbatên xwedî dahateke kêm û dabînkirina vebijarkên bicihbûna bi ewle li xaniyên xwendekaran pêk tê. Her wiha pêwîst e ku derfetên perwerdê li herêmên gundewarî bên firehkirin û alternatîfên nerm ên xwendinê bên peydakirin.

Di heman demê de, pêwîstiya bernameyên hişyarkirina civakî yên ku malbat û civakên herêmî hedef digrin jî derdikeve holê. Ev bername divê li dijî cudakariya di navbera xwendina kur û keçan de bixebitin û mafê keçê yê hilbijartina pisporî û rêça pîşeyî ya xwe, dûrî zextên ku ji rolên civakî yên kevneşopî tên ferzkirin, xurt bikin.

Xwendin mafê keçan e ku bawernameyeke zanistî bi dest bixe. Ew yek şert e ji bo xwedî biryara xwe bin, serxwebûna xwe biparêzin û di avakirina civaka xwe de beşdar bin.