HENAN HARET
Mexrîb – Zexta li ser jinan ne hewce ye ku tenê di dema êrîşa fîzîkî an devkî de dest pê bike. Pirê caran, beriya vê yekê cureyên din ên sînordarkirin û çavdêriya civakî hene. Ji şopandina cilûberg, xuyabûn û tevgerên kesekê bigre heta pirsîna li ser bijartinên kesane û pîşeyî û hewldanên ji bo diyarkirina rolên ku divê jin di nava malbat û civakê de bigrin ser xwe.
Fewziya B., jineke 49 salî ya ku li Kazablankayê dijî ye. Ji ber bijartinên xwe yên kesane, bi taybetî derbarê cilûberg û xuyabûna xwe de, rastî dadbarkirina civakî tê.
Fewziya êdî cilên xwe bi wê azadiya spontane ya berê hilnabijêre
Biryara wê ya lixwekirina pantorên cîns (jeans) û cilên kurttir, her wiha biryara wê ya negirtina porê xwe, bûye mijareke ku derdora wê ya nêzîk, timî li ser diaxivin. Hin kes dibêjin ku ev şêwaz êdî ji bo wê "guncaw" nîne, ji ber ku ew nêzîkî temenê 50 salî dibe. Ji ber ku ev şîrove berdewam dikin, Fewziya êdî cilên xwe bi wê azadiya spontane ya berê hilnabijêre. Berovajî vê, carna berî ku tiştê dixwaze li xwe bike, dudilî dibe. Ew dibêje: "Tevî nîşanên vebûnê û guherîna şêwazên jiyanê di civaka Mexrîbê de, ez niha neçar im bifikirim ka civak dê çawa li min binhêre, berî ku ez cilên xwe hilbijêrim. Biryarên min êdî ne tenê li gorî zewq an rihetiya min a kesane ne. Dibe ku pirê caran bertekên derdora xwe jî li ber çav digrim ji bo ku ji şîrove û rexneyan dûr bim."
Gotinên dubare vediguherin zexteke ku wê neçar dike
Tecrûbeya wê, cureyekî kontrola civakî nîşan dide ku dikare bibe pêşekek ji bo tundiya rasterast. Gotinên dubare yên derbarê cilûberg û xuyabûna jinekê de, vediguherin zextekê ku wê neçar dike bijartinên xwe bişopîne û biguherîne da ku ji rexne û tawanbarkirinê xelas bibe. Di vê çarçoveyê de, zext ne wekî qedexeyeke eşkere an êrîşeke rasterast, bi rêya nirxandin û hêviyên civakî xwe nîşan dide. Ev yek jinan neçar dike ku tevgerên xwe ji nû ve sererast bikin, ji bo ku li gorî tiştên ku hawîrdora wan guncaw dibîne, tevbigerin.
Ji jiyana rojane heta pozîsyonên berpirsyariyê
Di vê çarçoveyê de, jinek ku dighîje pozîsyoneke giştî, ji mekanîzmayên çavdêriyê nayê parastin. Bala raya giştî pir caran ji nirxandina performans û jêhatîbûna wê, ber bi lêkolîna hûrguliyên derbarê xuyabûn, şêwaza pêşkêşkirin û tevgerên wê ve diguhere. Ev rewş careke din pirsan derdixe pêşiya me derbarê wê yekê de ku civak ji bo jinan çi wekî tiştekî "guncaw" dibîne.
Dema ku Fatîme Zehra Mansûrî di Îlona 2026’an de ji bo serkêşiya hikûmeta Mexrîbê hat tayînkirin, nîqaşên giştî yên derbarê wê de tenê bi berpirsyariyên wê yên siyasî an jî hêviyên wê demê re sînordar neman. Berovajî vê, nîqaş gihîştin hûrguliyên derbarê xuyabûna wê û awayê silavdayîna wê de jî.
Di encamê de, beşek ji nîqaşan ji mijara pozîsyon û berpirsyariyên siyasî yên jinê dûr ket û ber bi hûrguliyên derbarê xuyabûn û tevgerên wê yên şexsî ve çû. Ev yek pirseke berfirehtir derdixe holê: Gelo pîvanên ku hebûna jinan di qada giştî de pê tên nirxandin, ji wan pîvanên ku ji bo mêran tên bikaranîn cuda ne? Bêyî ku em li çarçoveya taybet binhêrin, rewşên wiha nîşan didin ku xuyabûn û tevgerên jinan pir caran wekî mijarên ji bo nirxandin û destwerdanê tên dîtin, tevî ku ev mijar bi bijardeyên ku bi temamî di çarçoveya azadiya şexsî ya jinê de ne, têkildar in.
Dema ku ji jinan tê xwestin ku hem jêhatîbûna xwe û hem jî wêneya xwe ya giştî nîşandin
Ji bo çalakvana mafên mirovan û pispora mijarên zayendî Suad Taoussî, ev mijar ji tenê nirxandina cilûberg an xuyabûna jinê wêdetir e. Ev mijar têkildarî wê yekê ye ku civak çawa li jinan dinhêre, nemaze dema ku ew di pozîsyonên berpirsyarî û serokatiyê de cih digirin. Suad Taoussî diyar dike ku kêmkirina jinê tenê di çarçoveya xuyabûna wê de, balê ji jêhatîbûn û şiyana wê ya biryardanê dûr dixe û ber bi laş û wêneya wê ya civakî ve dikişîne. Di encamê de, jin bi tiştekî re rûbirû dimîne ku Suad Taoussî jê re dibêje "ceribandina dualî": ji aliyekî ve divê jêhatîbûna xwe ya pîşeyî îsbat bike û ji aliyê din ve jî divê wêneya xwe ya civakî biparêze.
Ew balê dikişîne ser wê yekê ku ev zext dikare bi rêya "pîvanên dualî" di nirxandina tevgeran de jî xwe nîşan bide. Ji bo mînak, xwedî helwesteke biryardar û xurt ji bo mêran dibe ku taybetmendiyeke erênî be, lê heman tevger di jinan de dibe ku wekî serdestî an jî hişkiyê bê şîrovekirin. Li gorî Souad Taoussî, kiryarên bi vî rengî dikarin hawîrdorekê biafirînin ku şêwazên tundiya derûnî û sembolîk asayî dike. Bi taybetî dema ku jin tên tengavkirin ku ji bo parastina navûdengê xwe an jî navûdengê saziyên ku lê dixebitin bêdeng bimînin, li şûna ku kesê kiryarê tundiyê berpirsyar bê girtin.
Ew parêzvaniya guhertina awayê dîtina jinan dike: dûrketina ji balkişandina li ser xuyabûn û jiyana taybet a jinan, ber bi nirxandina destkeftî, raman û şiyanên wan ve. Her wiha, ew bang dike ku nîşandana rolên zayendî wekî ku ji aliyê malbat, dibistan û medyayê ve tê pêşkêşkirin, ji nû ve bê lêkolînkirin. Ew tekez dike ku rêzgirtina li mafê jinê yê hilbijartina xuyabûna xwe, nayê wê wateyê ku ew êdî eleqedarî bedewî an jinbûnê nîne; belkî tê wê wateyê ku divê bedena wê nebe pîvanek ji bo nirxê wê û ne jî bibe hincetek ji bo destwerdana di biryarên wê yên kesane de.
Ji kontrolkirina xuyabûnê heta sepandina rolan
Çalakvana siyasî û mafên mirovan Kabîra Çater jî dibêje ku girîngîdana zêde bi hûrgiliyên xuyabûna jinan, ji cil û berg û şêwaza por bigre heta awayê meşîn an silavdayîna wan, nîşana pirsgirêkek kûrtir e ku di çanda serdest û têgihiştinên kevneşopî yên derbarê rolên jinan de kok girtiye. Ew dipirse ka çima hîn jî ew qas bal tê kişandin ser cil û bergên jinan û awayê ku ew xwe di qada giştî de nîşan didin, nemaze di demeke ku Mexrîb rûbirûyê zehmetiyên mezin ên civakî û aborî ye yd. Ew diyar dike ku ev balkişandina zêde li ser hûrgiliyên wiha, tenê ji bo dûrxistina balê ji pirsgirêkên din ên girîngtir ên têkildarî rewşa civakê xizmet dike. Ew wan gotarên ku hewl didin jinan di nav rolên kevneşopî de asê bikin/ rexne dike. Wek mînak gotinên ku pir caran ji jinên ku dixwazin beşdarî jiyana giştî bibin re tên gotin, mîna "vegere metbexê" û van hewldanan wekî hewldanên ji bo xistina jinan a di pozîsyoneke civakî ya sînorkirî de dibîne.
Di gotinên xwe yên dawî de, çalakvan Kabîra Çater diyar dike ku ew jinên ku li dijî van têgihîştinan derdikevin û hewl didin hebûna xwe di warên cûda de berfireh bikin, beşdarî têkoşîna li dijî qalibên hişk (stereotip) dibin. Qalibên ku hewl didin rolên jinan tenê di wêneyekî teng û yekane de bi sînor bikin.




