Navenda Nûçeyan - Wekî beşek ji hewldanên berdewam ên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li Başûrê Kurdistanê, kampanyaya hişyariyê bi armanca desteta ji bo jinên astengdarên bihîstinê hat destpêkirin. Hat ragihandin ku armanc bi kampanyayê ew e jinên kêmbihîstî ji cureyên tundiyê biparêzin û mekanîzmayên ku ji bo lêgerîna alîkariyê hene agahdar bikin.
Wekî beşek ji kampanyaya "16 Rojên Çalakiyê" ku her sal di navbera Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan (25’ê Mijdarê) û Roja Mafên Mirovan (10’ê Kanûna Pêşîn) de tê lidarxistin rêxistinên jinan, çalakvan, beşên cuda yên civakê û saziyên têkildar gelek çalakiyan pêk li dar dixin.
Li Başûrê Kurdistanê, kampanyaya îsal însiyatîfek taybet a balê dikşîne ser jinên ku guhên wan baş nabihîse dihewîne. Armanc ew e ku bigihîjin wan jinên di têkoşîna li dijî tundiyê de xwedî pêdiviyên taybet in.




