Hanan Osman pirsgirêka Kurdên li Lubnan bir rojeva Parlamentoya Ewropayê

Komeleya Newroz, ji bo pirsgirêkên Kurdên li Lubnanê bi taybetî mijara mafên sivîl û hiqûqî her wiha zoriyên ku kesên "di bin lêkolînê de" (qayd al-dars) de hene dikşînin bir rojeva civîna li Parlamentoya Ewropayê.

Hanan Osman pirsgirêka Kurdên li Lubnan bir rojeva Parlamentoya Ewropayê

Navenda Nûçeyan – Hanan Osman, Berpirsa Têkiliyên Derve ya Komeleya Çandî û Civakî ya Newrozê li Lubnanê, beşdarî civîneke ku li Parlamentoya Ewropayê ya li bajarê Strasbourga Fransayê hat lidarxistin bû. Li gorî komîteya ragihandinê ya komeleyê, ev civîn ji bo gotûbêjkirina rewşa Kurdan li Lubnanê û zehmetiyên ku ew di bidestxistina mafên xwe yên sivîl û yasayî de bi wan re rûbirû dimînin, hatibû lidarxistin.

Di civînê de, Hanan Osman der barê hebûna Kurdan li Lubnanê de, bi ronîkirina aliyên wê yên dîrokî û çandî, agahî dan, behsa zehmetiyên sereke yên yasayî û civakî yên ku civaka Kurd bi wan re rûbirû dimîne her wiha bandora van pirsgirêkan li ser jiyana wan a rojane û mafên wan ên bingehîn kir.

Di axaftina xwe de, bal kişand ser rewşa kesên ku di statuya "di bin lêkolînê de" (qayd El-dars) de ne, statuyeke ku dibe sedema gelek astengî û zehmetiyên yasayî û mirovî kir. Tekez kir ku pêwîst e çareserî were dîtin, mafên bingehîn ên van kesan misoger bibin û derfetên wan ên bidestxistina naskirina yasayî û sivîl zêde bibin.

Her wiha xwest rewşa Kurdên li Lubnanê (bi taybetî pirsgirêka statuya "di bin lêkolînê de") bikeve rojeva saziyên Ewropî û forumên ku bi mafên mirovan re mijûl dibin. Hanan Othman bang kir ku piştgirî ji bo daxwazên armanca wan bidestxistina wekheviyê, misogerkirina naskirina mafên sivîl û yasayî, xurtkirina prensîbên hemwelatîbûnê ye, were dayîn.

Komeleya Çandî û Civakî ya Newrozê ji bo şopandina rewşa Kurdan li Lubnanê, agahdarkirina saziyên navnetewî der barê pirsgirêk û daxwazên wan de û xebata ji bo gihandina dengê wan, di nava hewldanan de ye.