Navenda Nûçeyan – Fîlmê ‘Big Eyes (Çavê Mezin)’, di sala 2014’an de li ser bingeha çîrokeke rastîn hatiye amadekirin. Derhêneriya fîm, ji aliyê Tîm Burton ve hatiye kirin. Fîlm, ronahiyê dide ser wê yekê ka çawa keda afirîner a jinekê, di nava bazareke hunerî ya ku mêr lê serdest in de, bi awayekî sîstematîk hatiye îstismarkirin û desteserkirin.
Di Emrîkaya muhafezekar a salên 1950’yî de, Margaret Ulbrich wênesazeke jêhatî ku hewl dide bi keça xwe re jiyaneke nû ava bike ye. Ew bi fîgurên xwe yên taybet ên "zarokên bi çavên mezin" balê dikişîne ser xwe. Lê belê, rêya wê û Walter Keane dibe yek. Hevdîtinek ku hem jiyana wê û hem jî hunera wê bi temamî diguherîne. Walter, bi hinceta ku berhemên hunermendên jin ji aliyê civakê ve têra xwe nayên nirxandin, dest bi firotina tabloyanên Margaret dike, lê di bin navê xwe de. Dema ku Walter dighîje navdarî û dewlemendiyeke mezin û dibe navenda bala cîhana hunerê, afirînera rastîn Margaret, di odeyekê de li mala wan tê girtin û bi pratîkî tê veşartin.
Ji keda neditiyar ber bi hesabpirsiya hiqûqî ve
Fîlm, dema ku Margaret bêdengiya xwe dişikîne û rûbirûyê salên zextên derûnî, tecrîd û dizîna nasnameya xwe dibe, dighîje xaleke werçerxanê. Margareta ku ji keda xwe hatiye dûrxistin û hebûna wê bi xwe hatiye înkarkirin, biryar dide ku bi keça xwe re ji vê sîstema îstismarê bireve û rastiyê ji tevahiya cîhanê re eşkere bike. Di hawîrdorek ku medya û sîstema serdest a mêran derewên Walter Keane diparastin de, Margaret paşve gav neavêt û têkoşîna xwe bir dadgehê.
Ev rûbirûbûna ku ne bi tundiya fîzîkî, bi hêza rastiyê û afirandina hunerî pêk hat, di dawiyê de dibe serkeftinek ji bo jinekê ku keda wê bi salan hatibû dizîn. Margaret, nav û rûmeta xwe ji nû ve bi dest dixe. Di fîlmê sala 2014'an de, rola Margaret Keane ji aliyê Amy Adams ve tê lîstin û rola Walter Keane jî, ji aliyê Christoph Waltz ve tê lîstin.




