Jinên Sûriyeyî: Divê mafên me ji ber nasnameyê neyên sînorkirin

Piştî salên şer û guherînên siyasî li Sûriyeyê ji Kanûna 2014’an ve, pirsgirêkên jinên Sûriyeyî ji çarçoveya bandorên şer derketine bûne parçeyek ji jiyana rojane û her diçe zêdetir dibin.

Jinên Sûriyeyî: Divê mafên me ji ber nasnameyê neyên sînorkirin

LÎN EL-TAQÎ

Şam – Di nava jinên ji paşxaneyên olî û etnîkî yên cihêreng de, der barê ewlehî, azadiya hilbijartinê, serxwebûna aborî, hemwelatîbûn û mafê parastina nasnameya çandî de gelek pirs derdikevin holê. Tevî ku ev mijar pir cûrbecûr in jî hemû li dora pirseke bingehîn dicivin: Gelo jinên Sûriyeyî dikarin bi temamî ji mafên xwe sûdê bigrin, bêyî ku nasname, bawerî yan bijartinên wan ên şexsî bibin sedema cudakarî an dûrxistinê?

Tecrubeyên pênc jinên Sûriyeyî yên ji pêkhateyên Elewî, Sunî, Durzî, Xirîstiyan û Kurd, nîgeraniyên taybet derdixin pêş der barê vê qonaxa nû de.

Ji ber hestiyariya rewşa heyî û ji bo parastina nepenî û ewlehiya wan a kesane axaftvanan biryar daye ku nasnameyên xwe yên rastîn eşkere nekin û li şûna wê, navên xeyalî bi kar bînin. Ev yek derfetê dide wan ku bi awayekî azad û bêsînor, nêrîn û fikarên xwe bînin ziman.

Gava ku mensûbiyet dibe pirseke ewlehiyê

Ji bo Leyla A. ya 34 salî ku di bazara taybet de dixebite, ewlehî dema ku bikaribe jiyana xwe ya rojane bidomîne, ji ber nasnameya xwe netirse dest pê dike. Yan jî hewce bike wê nasnameyê ji kesên din re rave bike yan biparêze.

Leylaya ku ji paşxaneyeke Elewî tê diyar dike ku tenê dixwaze bikaribe biçe ser kar û vegere malê, bêyî her dem bi wê fikara berdewam bijî ku dibe paşxaneya wê bibe sedema gumanan an jî bibe sedem ku mirov wê sûcdar bikin.

Ji bo jinan, ewlehî tenê bi parastina ji tundiya rasterast ve sînordar nîn e her wiha şiyana karkirin, tevgerîn û derbirîna ramanên xwe bêyî tirsa ji gefan, dûrxistin, an jî berpirsiyar dîtina ji ber girêdana bi komên ku ew endamên wan in jî dihewîne.

Tecrubeya Leylayê pirseke ji bo saziyên hikumeta demkî derdixe pêş. Gelo berpirsiyariya takekesî çawa dikare were misogerkirin û pêşî were girtin ku girêdana mezhebî yan siyasî nebe bingehek ji bo cudakarî yan cezakirinê?

Azadiya hilbijartinê

Ji bo Reem Kh. rojnamevaneke 29 salî ya ji paşxaneyeke Sunî, pirsên der barê vê qonaxa nû de her wiha têkildarî şiyana jinan in ku biryarên şexsî bidin, bêyî di bin bandora pêşdaraziyan de bin.

Ew diparêze ku cudahiyên di navbera jinan de di warê cilûberg, baweriyên kesane û şêwazên jiyanê de divê nebin pîvanek ji bo nirxandina exlaqê wan, yan jî guncawbûna wan ji bo jiyana pîşeyî û beşdariya qada giştî. Reem wiha dibêje: "Ez bawer nakim ku divê hemû jin bi heman awayî bijîn hinek ji wan dixwazin hîcabê li xwe bikin, hinek na. Di baweriyên kesane û şêwazên jiyanê de cudahî hene. Ya ku ez dixwazim ew e ku ev cudahî nebin sedema biryarên der barê kesayeta jinan an jî şiyana wan a ji bo kar û serkeftinê."

Li gorî ezmûna wê, mijar ne tenê der barê hîcab an cilûbergan de ye; têkildarî sînorên ku malbat, hawirdorên civakî yan saziyên cuda dikarin li ser bijarteyên jinan ferz bikin e. Ji bo Reemê, azadiya hilbijartinê nayê wateya ferzkirina şêwazeke jiyanê ya yekane, tê wateya parastina şiyana jinê ya ku bikaribe biryarên xwe yên kesane, ji her cure zordarî yan cudakariyê bide.

Ev nîqaş dema ku bi pirsên der barê nasnameya dewletê û çarçoveyên civakî û olî yên wê şekil didin ve tê nirxandin, pîvaneke berfirehtir digre. Her wiha têkildarî wê yekê ye ku ev hêman çawa bandorê li maf û azadiya takekesî dikin.

Serxwebûna aborî rê li pêşiya beşdariya jiyanê vedike

Nûr M. ya ji Suweydayê ku karsaziyeke biçûk birêve dibe, têkiliyek di navbera serxwebûna aborî û şiyana jinan a biryardayîn û beşdarbûna jiyana giştî de datîne. Ew diparêze ku divê hebûna jinan neyê sînorkirin û tenê ne bi beşdariyeke dîtbarî di çalakî û civînan de; berevajî vê divê ev hebûn bigihîje wan pozîsyonên ku biryar bi rastî lê tên dayîn.

Tecrubeya wê nîşan dide ku serxwebûna aborî ne tenê mijareke dahatê ye her wiha tê wateya xwedîbûna şiyana biryardarî û serxwebûnê. Lê belê bidestxistina serxwebûneke wiha, bi gihîştina çavkaniyên darayî, perwerde, derfetên kar û bazaran ve girêdayî ye. Ev faktor her wiha şiyana jinan diyar dikin ku çawa ji beşdariya takekesî derbasî hebûna li qada giştî bibin.

Li welatekî ku bi pirsgirêkên mezin ên aborî û civakî re rûbirû ye, ev rewş xurtkirina aborî ya jinan dike mijareke sereke di çarçoveya berfirehtir a pêvajoya başbûn û ji nû ve avakirina civakê de.

Welatîbûn ji parastinê zêdetir e

Ji bo Maryam A. ya 37 salî ku mamosteyeke ji paşxaneyeke Xirîstiyan e, wekhevî bi dîtina jinê wekî welatiyeke tam xwedî maf dest pê dike. Ne wekî endameke komek ku pêdiviya wê bi parastineke taybet heye.

Maryam wiha dibêje: "Ez naxwazim tenê weke jineke Xirîstiyan a pêdiviya wê bi parastinê heye bêm dîtin. Ez welatiyek im; dixebitim, fêr dibim û beşdarî civakê dibim. Ez dixwazim mafên min jî bi qasî mafên jinên Sûriyeyî garantîkirî bin. Divê cudahiyên olî derfet an statuya kes diyar nekin."

Bi vê wateyê, naskirina cihêrengiyê ne tenê bi parastina hêmanên wê pêk tê, bi şiyana kesan a bikaranîna mafên wan ên wekî welatiyên wekhev pêk tê.

Ziman çand û mafê aydiyetê

Dîlan S. 32 salî ye û di qada çandê de dixebite, mafê parastina ziman û çandê di navenda vîzyona xwe ya ji bo paşeroja jinên Kurd li Sûriyeyê de bi cih dike. Ew dibêje ku, li gorî nêrîna wê, serbilindbûna bi nasnameya çandî ya xwe, ne li dijî aydiyeta bi dewleta Sûriyeyê re ye. Dîlan wiha dibêje: "Ez dixwazim ziman û çanda xwe biparêzim, di heman demê de bibim parçeyeke tam a civaka Sûriyeyê." Tecrûbeya wê pirseke berfirehtir derdixe holê der barê cewherê welatîbûna li Sûriyeyê de. Bi taybetî, der barê şiyana wê ya hembêzkirina cihêrengiya çandî û zimanî, bêyî ku cudahî bibin sedema dûrxistinê, yan jî bêyî ku girêdana bi netewê re bibe sedema windakirina nasnameya çandî ya kesî.

Pênc tecrube û pirsên ku bi hev ve girêdayî ne

Pênc şahidî pêşîniyên cuda eşkere dikin. Ji bo Leylayê, pêşeroj bi ewlehiyê ve girêdayî ye û ne berpirsiyariya kesê ji ber girêdana wan e. Di heman demê de Reem li ser azadiya hilbijartinê îsrar dike, û Nûr serxwebûna aborî bi şiyana beşdarbûnê ve girê dide.

Meryem girîngiya hemwelatîbûna wekhev tekez dike, di heman demê de Dîlan mafê ziman û çandê li kêleka aydiyeta netewî dibîne.

Ev serpêhatî wêneyekî yekparçe yê jinên li Sûriyeyê pêşkêş nakin, tenê girêdana olî yan etnîkî, cewherê wan zehmetiyên ku jin bi wan re rûbirû dimînin diyar nakin. Rewşa civakî û aborî ya jineke ku bi navgîniya têkiliyeke tevlihev a gelek faktoran ve tê teşekirin nîşan didin. Ev faktor ji asta dahat, perwerde, kar û cihê jiyanê bigre heta koçberî, astengdarî û gihîştina xizmetan, gelek waran li xwe digrin.

Zehmetî ne tenê di bicihkirina mafan a di nava metnên yasayî de ye ye di dabînkirina wê yekê de ye ku ev maf bi awayekî bi bandor bên bikaranîn. Ev rewş pirseke girîng derdixe holê: Gelo "dewleteke nû" dê bikaribe prensîbên destûrî di jiyana jinan de veguherîne rastiyeke berbiçav?