MASA SULTAN
El-Laziqiye – Komeleya ‘Entî’ (Hûn) ku armanc dike hebûna jinan di xebata civakî de xurt bike, navenda xwe ya nû li bajarê El-Laziqiye yê Sûriyeyê vekir. Di dema vekirinê de, damezrîner û rêvebera komeleyê, Lîn Dreibatî, der barê mîsyon û xebatên rêxistinê de axivî.
Lîn Dreibatî ragihand ku wan sûd ji beşdariya zêde girtine û qadeke nû ji bo beşdariya civaka sivîl afirandine, diyar kir ku armanca wan guherîna nêrînên der barê jinan de ye û got: “Li şûna ku tenê ‘wergirên’ xizmet û hewldanê bimînin, jin dê di plansazkirin, pêvajoyên biryardayîn û pêkanîna çalakiyên ku rasterast bersiva rastiyên wan û hewcedariyên civakên wan didin dê bibin hevkarên çalak.”
‘Armanc bihêzkirina jinan e’
Lîn Dreibatî da zanîn ku girîngiya van hewldanên bi pêşengiya jinan, ji hêla pirsgirêkên aborî û civakî yên ku jinên li peravên Sûriyeyê bi wan re rûbirû dimînin ve bêtir tê destnîşankirin û got: “Ev pirsgirêk nîşan dide ku pêwîstiya lezgîn bi cihên ewle heye. Cihên ku jin dikarin fikarên xwe bînin ziman, ezmûnên xwe parve bikin, jêhatîbûnên nû bi dest bixin û beşdarî pêvajoyên pêşxistina çareseriyan ji bo pirsgirêkên ku bi wan re rûbirû dimînin bibin.”
Veguherandina armancan ji bo encamên berbiçav
Lîn Dreibatî anî ziman ku ev hewldan ji beşdariya sembolîk a jinan di çalakiyan de wêdetir diçe û got: “Ew jinên ku rolên bingehîn digrin ser xwe, weke rêvebirina hewldanan, ketina bazara kar, fêrbûna pîşeyên nû, destnîşankirina pêşekiyan û amadekirina bernameyan, digre nava xwe. Ev rêbaz piştrast dike ku çalakiyên komeleyê der barê bingeha hewcedarî û ezmûnên cihêreng ên jinan de ne. Xebat ji mîrasa çandî, hewldanên pîşeyî yên jinan û bazarkirina berhemên wan bi riya bazar û pêşangehên ku komele beşdar dibe pêk tê. Weke din, çarçoveya komeleyê bi tu sînorên erdnîgarî yan civakî yên taybet ve sînorkirî nîn e. Ji bo misogerkirina domdariya xebata xwe û veguherandina armancên xwe ji bo encamên berbiçav, komele armanc dike ku bi saziyên herêmî û beşdarên têkildar re hevkariyê ava bike.”
‘Damezirandina komeleyê rê li ber beşdariya jinan vedike’
Lîn Dreibatî destnîşan kir ku komele ne saziyeke dewletê ye, ne jî saziyeke xêrxwaziyê û wiha got: “Damezrandina komeleya ‘Entî’ (Hûn) rê li ber beşdarbûna jinan di pêvajoyên biryardayînê de vedike, derfetên rast ji bo bihêzkirina wan a aborî û civakî pêşkêş dike, hebûna wan di qada giştî de xurt dike û ketina wan a bazara kar a domdar hêsan dike. Vekirina navendeke nû ya komeleya ‘Entî’ (Hûn) bi Roja Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jinan re hemwext bû. Ev rewş pîvana rast a serkeftina rêxistinên jinan e. Hejmara çalakiyên ku têne lidarxistin û girseya di merasîmên vekirinê de nîşaneyên serkeftinê ne. Hêza wan ew e ku di jiyana jinan de guhertinek berbiçav biafirînin, hebûna wan di civakê de ji beşdariya fermî veguherînin roleke çalak û bi bandor bi bîr dixe.”
Gelek kes di vekirinê de amade bûn
Di merasîma vekirinê de gelek jin, kesên ku bi mijarên civakî re eleqedar in, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, berpirsên qada karûbarên civakî beşdar bûn. Di çalakiyê de careke din girîngiya berfirehkirina beşdariya jinan û desteka ji bo rolên wan di hewldanên ji bo civakû pêşveçûnê de diyar bû.




