Mehrang Belûc Xelata Mafên Mirovan a Edelstam girt

Weqfa Harald Edelstam a li Swêdê ji ber hewldan û ronîkirina çarenûsa windakirinên bi zorê û parêzvaniya mafên mirovan xelata Mafên Mirovan a Edelstam a 2026’an da Mehrang Belûc.

Mehrang Belûc Xelata Mafên Mirovan a Edelstam girt

Navenda Nûçeyan- 24’ê Mijdara 2026’an, Weqfa Harald Edelstam a li Swêdê ragihand ku bijîjk û parêzvana mafên mirovan a ji civaka Belûc a li Pakistanê Mehrang Belûc, Xelata Mafên Mirovan a Edelstam a 2026’an girtiye. 

Li gorî daxuyaniya weqfê, ev xelat di çarçoveya hewldanên Mehrang Belûc di parastina rastî û edaletê de windabûnên bi zorê, piştgiriya wê ji bo mafê azadiya ramanê û xebata wê ya berfirehtir di warê mafên mirovan de hatiye dayîn.

Lêgerîna wê ya edaletê sala 2009’an de destpê kir

Mehrang Belûc di nava Komîteya Belûc Yakjehti (BYC) de kesayetek berbiçav e. Lêgerîna wê ya edaletê di sala 2009’an de bi windakirina bi zorê ya bavê wê, Abdul Ghaffar Lango, dest pê kir. Piştî sê salan, cenazeyê bavê wê hat dîtin. Ev tiştên ku jiyane wisa kir ku Mehrang Belûc di şerê ji bo edaletê de li ser navê malbatên bi zorê hatine windakirin li parêzgeha Belûcistanê bibe dengê pêşeng.

Di sala 2025’an de hat girtin

Di Adara 2025’an de, ew û çend rêberên din ên Komîteya Belûc Yakjehtî piştî xwepêşandanek aştiyane li dijî windakirina bi zorê ya yek ji endamên komîteyê hatin binçavkirin. Li gorî daxuyaniya ji aliyê Weqfa Edelstam ve hat dayîn, polîs û hêzên ewlehiyê di dema serdegirtinê de gule li xwepêşanderan reşandin û di encamê de sê kes hatin kuştin.

Cezayê muebetê lê hat birîn

Weqfê her wiha ragihand ku piştî prosedurên yasayî yên Hezîrana 2026’an, dema Mehrang Belûc, li Girtîgeha Huda ya Quettayê bû, du caran cezayê muebbetê lê hat birîn. Reutersê her wiha di Hezîrana 2026’an de ragihand ku cezayê muebetê lê hatiye birîn. Weqfa Edelstam pêvajoya yasayî  ya li dijî Mehrang Belûc, wek ‘darizandinek li pişt deriyên girtî tê kirin’ bi nav kir.

Merasîma xelatdayînê dê 3’ê Kanûnê bê lidarxistin

Merasîma Xelata Mafên Mirovan a Edelstam dê di 3’ê Kanûna 2026’an li Mala Esilzadeyan (Riddarhuset) li Stockholmê bê lidarxistin. Ji ber Mehrang Belûc niha di girtîgehê de ye, xelat dê li ser navê wê ji hêla hevkarê wê yê di Komîteya Piştgiriya Belûcan de û birayê Bibi Bo Belûc ku ew jî bi wê re girtî ye Mîr Balix Şer, bê wergirtin.

Banga berdana girtiyan kir

Weqfa Harald Edelstam di dawiya daxuyaniyê de daxwaza berdana tavilê û bê şert û merc a Mehrang Belûc û hevkarên wê yên ku li gel wê girtî ne kir. Bal kişand ser girîngiya mafê darizandineke adil, gihîştina nûnerek yasayî ku bi xwe hilbijêre û zelaliya di pêvajoyên dadwerî de.

Xelata Edelstam ji du salan carekê ji bo kesên di bin şert û mercên dijwar de di parastina mafên mirovan û azadiya ramanê de wêrek in tê dayîn.