Şopandina riya jiyana li dijî norman: Macorîna

Ji çîroka jineke ku li dijî rêzikên serdema xwe derketiye, 'Macorîna' bi şîroveya bêdawî ya Chavela Vargas, vediguhere dengvedaneke bihêz a rizgariya jinan û dîtina riya xwe.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.

Navenda Nûçeyan - Her kêliyeke ku jin dest bi îsbatkirina serweriya xwe ya di qada giştî de, li kolanan, di hunerê de û li ser bedena xwe dikin, normên civakî hinekî din dihejînin. Macorîna ku bi şîroveya Chavela Vargas tê jiyandin perçeyek muzîkê ya balkêş e ku çîroka van bend, şikandina tabûyan û nexşandina riyên xwe yên jinan heta roja îro dihewîne.

Bi îlhama çîroka Marîa Calvo Nodarse yan jî La Macorîna wekî ku tê zanîn yek ji jinên pêşîn li Kubayê wesayîd ajot û bi şêwazê jiyana xwe ya li dijî normên teng ên wê demê derketibû tê bibîranîn ev berhem dibe sembola azadiya jinan û helwesta wan a serbixwe.

Chavela Vargas ku bi hebûn û dengê xwe sînorên serdestiya mêran di muzîka kevneşopî de lêpirsîn dike, di Macorîna de şopên rabirdûyê bi berxwedana niha re dike yek. Ew straneke berbiçav e ji bo kesên ku dixwazin guh bidin çîrokên jinên sînorên xwe ava dikin û tevlî vê bîranîna hevpar a ji erdnîgariyên cuda dibin. Werin em bi hev re guh bidin Macorîna.