'Hêzdarkirina jinan beşdariya wan a di cihên biryardanê de misoger dike'
Çalakvan û lêkolînerên jin ên Iraqê, bang li xurtkirina beşdariya jinan a di cihên biryardanê de û derbasbûna sînorên kotaya parlamentoyê kirin.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Bexda – Tayînkirina 6 kesên hemû mêr di postên bilind ên Iraqê de, nîqaş li ser nebûna jinan a di cihên biryardanê û kêmbûna beşdariya wan a di desthilata cîbicîkar de vejand. Ev yek pirsan derbarê wekhevî û berpirsyariya hêzên siyasî ya di piştgiriya beşdariya jinan de derdixe pêş.
Li Iraqê serdestiya parvekirina partî û mêran
Parlamentera berê û seroka Rêxistina Jin û Pêşeroja Iraqê Neda El-Cebûrî, diyar kir ku şeş postên cîgirtiya serokwezîr û serokkomarê Iraqê bê namzetkirina tu jinekê hatine dagirtin. Neda got ku hêzên siyasî dikaribûn herî kêm jinekê namzet bikin û bihêlin ku biryar bi dengdanê bê dayîn.

Li gorî Neda El-Cebûrî parvekirina postan li gorî kotaya partî û serdestiya mêran derfetên jinan ji bo gihîştina cihên biryardanê sînordar dike. Neda destnîşan kir ku kotaya jinan ya ji sedî 25 divê nebe sînorê beşdariya wan, ji ber ku jin nîvê civaka Iraqê pêk tînin û divê di hemû saziyên hikûmetê de, xwedî roleke çalak bin.
Neda El-Cebûrî bang li sepandina tedbîrên cidî yên li dijî gendeliyê û misogerkirina derfetên wekhev kir. Her wiha girîngiya rola rêxistinên civaka sivîl di parastina mafên siyasî yên jinan de destnîşan kir û hişyarî da ku kêmbûna derfetên wekhev dikare jinan ji berdewamiya xebata siyasî dûr bixe.
Girîngiya beşdariya jinan di desthilata cîbicîkar de

Dr. Fatimê Selûmî diyar kir ku tevî ku ji sala 2005'an ve kotaya ji sedî 25 ji bo beşdariya jinan di hilbijartinên Iraqê de hatiye sepandin, beşdariya wan a siyasî hê jî sînordar e, bi taybetî jî di desthilata cîbicîkar de. Fatimê got: "Parvekirina postan li gorî kota partiyan û kêmnirxandina rola siyasî ya jinan derfetên wan kêm dike." Her wiha Fatimê betalkirina wezareta ku karûbarên jinan digirt destê xwe wek nîşana kêmbûna girîngiya saziyên fermî ji pirsgirêkên jinan re nirxand.
Fatimê Selûmî bang li derbasbûna ji gotinên teorîk derbarê hêzdarkirina jinan bo beşdariya rastîn di cihên biryardanê de kir. Wê tekez kir ku beşdariya siyasî mafê jinan e û pêdivî ye zagonên nû derfetên wan di desthilata cîbicîkar de fireh bikin, ne ku beşdariya wan tenê di parlamentoyê de were sînordarkirin.
Ji temsîla hejmarî bo beşdariya rastîn a jinan

Lêkolînera siyasî Şêrîn El-Caf diyar kir ku pêwîst e sîstema kotayê were pêşxistin da ku beşdariya jinan ne tenê di saziyên hilbijartî de, di postên desthilata cîbicîkar de jî bê misogerkirin. Şêrîn tekez kir ku zagonên zelal divê rêjeya beşdariya jinan di van postan de diyar bikin û rêxistinên civaka sivîl jî piştgiriyê bidin vê yekê.
Şêrîn El-Caf da zanîn ku hebûna jinan di saziyan de tenê temsîla hejmarî ye, lê beşdariya rastîn ew dem pêk tê ku jin bikarin di çêkirina siyasetên giştî, diyarkirina pêşîniyên neteweyî û biryarên hikûmetê de bibandor bin. Şêrîn diyar kir ku demokrasî tenê bi beşdariya di hilbijartinan de pêk nayê, divê jin di hikûmetê û cihên biryardanê de jî xwedî roleke çalak bin.