Jinên xwedî pêdiviyên taybet û jiyana di bin siya cudakariyê de

Li Kirmaşanê nêzî 50 hezar kesên xwedî pêwistiyên taybet, bi astengiyên bajarî û sînordariyên civakî re rûbirû ne. Jinên astengdar jî, ji bilî van zehmetiyan rastî cudakariyeke piralî tên.

Jinên xwedî pêdiviyên taybet û jiyana di bin siya cudakariyê de

SARA PÛRXEZARÎ

Kirmaşan – Rewşekê wisa xeyal bikin; meşa di nava kolanên Kirmaşanê û pêkanîna karên rojane de, hûn ne hewceyî alîkariya kesek in. Hûn dikarin hemû karên xwe yên kesane bi tena serê xwe pêk bînin, biçin ser karê xwe, erebe ajotinê, ji veguhastina giştî sûd werbigrin û biçin her dikaneke ku hûn dixwazin.

Lê tevî ku hûn ji aliyê fîzîkî ve bi tenduristin jî dema ku çavekî li kolan, peyarê û rêyên veguhastina bajêr dinêrin, dibînin ku ger hinekî bêhişyar bin, dibe ku bikevin çalekê, dema ji ser pirekê derbas bibin bikevin an jî bi gelek astengiyên li ser rêya xwe re rûbirû bibin.

Niha jî bifikirin ku hûn kesekî xwedî pêwistiyên taybet in û ji bo derketina derve neçar in ku kursiya bi teker an jî ji darekê bikarbînin. Di rewşeke wiha de eşkere ye ku heta ji sedî yekê qadên bajêr, ji bo tevgera kesên xwedî pêwistiyên taybet nehatine guncaw kirin. Ji destpêka derketina xwe ya ji malê ve bi gelek astengiyan re rûbirû dibin. Ji ber ku qadên bajarî ji bo tevgera kesên xwedî pêwistiyên taybet nehatiye sêwirandin û avakirin.

‘Bajar ji bo kesên xwedî pêwistiyên taybet nehatiye sêwirandin’

Xwendekara beşa Plankirina Bajar Mehin S, der barê sêwirana bajar de wiha dibêje: “Ez dikarim bibêjim ku sedî sed rê û kolanên bajêr ji bo tevgera kesên astendarên fîzîkî an jî astengdarên dîtine nehatine sêwirandin. Di qadên bajarî de, dibe ku di temaşekirina ewil de ji bo kesên astengdara dîtinê rampa an jî kevirên taybet ên rêçûnê hebin. Lê di qonaxa bicîhkirin û sazkirinê de tu çavdêrî li ser wan nehatiye kirin û nayên bikaranîn. Ji ber ku piraniya wan tenê ji bo xemilandinê hatine bikaranîn û gelek ji van rêyan tijî astengiyên cuda ne. Xuya dibe ku armanca van projeyan tenê pêşkêşkirina hejmar û raporên îdarî ya ji berpirsiyaran re ye, Lê di pratîkê de nayên bikaranîn.”

Mehin S, diyar kir ku gelek caran dîtiye ku rêyên taybet ên ji bo kesên astengdara dîtinê ji nişkê ve li ber dîwarekê, çalek an darekê diqedin û wiha got: “Min di gelek kolanan dedîtiye ku rê ji nişkê ve qut dibe û kevirên taybet ên din ji bo berdewamkirina wê nehatine danîn. Ji bilî vê yekê, rê û kolan ji bo kesên ku kursiya bi teker bikar tînin jî nehatine guncaw kirin. Kolan tijî çal, berhevên bilind ên rêyan û cihên bi bilindahî û nizmîyên cuda ne. Di van şert û mercan de, kesekî ku kursiya bi teker bikar tîne, bêyî alîkariya kesekî din nikare bi tena serê xwe bi rehetî tevbigere.”

Li Kirmaşanê ji her 40 kesan kesek xwedî pêwistiyên taybet e

Li gorî amar û daneyên heyî, nêzî 50 hezar kesên xwedî pêwistiyên taybet li parêzgeha Kirmaşanê dijîn. Dema ku nifûsa vê parêzgehê nêzî du milyon kes were hesibandin, ev hejmar nîşan dide ku ji her 40 kesan kesek xwedî pêwistiyên taybet e. Herwiha li gorî çavkaniyên jî ji vê hejmarê nêzî 10 hezar kes bi gelek cureyên astengiyê re dijîn.

Nebûna binesaziyên pêwîst a ji bo jiyana van kesan, nîşana pirsgirêkek cidî ye. Ger em gotinên Mehin wekî pîvanekê ji bo nirxandina binesaziyên bajarî bigrin dest, vê demê eşkere dibe ku ev nifûsa mezin di rastiyê de hatiye paşguhkirin û wekî welatiyên xwedî pêwistiyên taybet, mafên wan ên bingehîn bi awayekî mezin tê binpêkirin.

‘Ez nikarim ji malê derbikevin’

Perî S, ya nexweşa çav a genetîk e, der barê rewşa xwe de wiha dibêje: “Ez ji ber  pirsgirêka dîtinê, berçavkek taybet bikar tînim. Ez tiştan tenê wekî wêneyên tarî û nezelal dibînim û nikarim reng an jî dûrahiya tiştan ji hev cuda bikim. Di rastiyê de ez kor im. Di tevahiya jiyana xwe de min qet nekariye bi tena serê xwe derkevim derve. Tevî ku kesekî bi min re hebe jî ji ber çal û gelek astengiyên li ser rêyan, gelek caran min xwe li erdê dîtiye. Ez demeke berçavka min xera bûye û ji ber tirsa ku nikarim di kolanan de bi rêkûpêk tevbigerim, êdî ji malê dernakevim.”

Paşguhkirina kesên xwedî pêdiviyên taybet

Dibe ku di nihêrîna ewil de, ev hejmar ji bo niştecihên parêzgehê balkêş an jî ecêb xuya bike; ji ber ku di kolanan de mirov kêm caran bi kesên xwedî pêdiviyên taybet re rû bi rû tê. Lê rastiya meseleya ev e ku ji ber nebûna derfet û amûrên guncaw a ji bo beşdarbûna wan jiyana civakî, ev kes di nav malên xwe de girtî mane. Ew nikarin heta parqê an jî li ser peyarê bi azadî bimeşin. Ji ber vê yekê hebûna wan a di nav civakê de hema bêje nayê hîskirin.

Lê nebûna binesaziya bajarî tenê beşek ji sînordariyên wan e. Dikare bê gotin ku piraniya van kesan qet derfet nedîtiye ku biçin zanîngehê, beşdarî jiyana kar bibin û çalakiyên civakî bibin, ji salonên werzîşê û hewzên avjeniyê sûd werbigirin an jî derfet bibînin ku biçin nav xwezayê. Ji ber ku ew wekî endamên civakê tên paşguhkirin û derfetên li gorî şert û mercên wan nayên peyda kirin.

Li aliyê din, ji ber nebûna derfetên kar, ev kes bi gelemperî ji serxwebûna aborî bêpar dimînin. Kêmbûna piştgiriya dewletê jî dibe sedem ku malbat nikaribin hewcedariyên bingehîn ên wan peyda bikin.

Her çend berpirsiyar dibêjin ku ev kes di bin çavdêriya Rêxistina Refahê de ne jî lê lêkolîn nîşan didin ku li gorî asta astengiyê mûçeya alîkariyê ya mehane, di navbera 2 û 6 milyon tûmen de ye. Ev pere bi tu awayî nikare beşeke biçûk a lêçûnên bingehîn ên jiyanê pêkbîne. Lewma kesên xwedî pêdiviyên taybet, di şert û mercên aborî yên pir dijwar de dijîn.

Astengdarî û cudakariya zayendî ya civakî: Sînordariyên piralî ya ji bo jinan

Ji bilî sînordarkirinên rewşa tenduristiyê, dema faktorek astengker ango zayendî ya civakî jî tê jiyîn, zehmetî dijwartir dibin.

Di civakekî ku fikirên kevneşopî yên mêrserwer bandorê de, tevî ku şert û mercên jiyanê yên wan wekhev bin jî mêrên xwedî pêdiviyên taybet li gorî jinên xwedî pêdiviyên taybet zêdetir ji avantajên zayendî ya civakî sûd werdigrin. Jinbûna ku di nêrîna civakê de barê astengiyê girantir dike, astengdariya mêran bi hêsanîtir tê qebûlkirin.

Nimûneya herî eşkere ya vê cudakariya cot, di mijara zewacê de xuya dibe. Di civakê de cewaca mêrê xwedî pêdiviyên taybet a bi jinek tendurist re wekî tiştekî asayîtir tê dîtin. Lê di baweriya kevneşopî ya divê jin bêkêmasî be de, jinên xwedî pêdiviyên taybet ji derfetên wekhev ên malbatî û civakî dûr dixe û wan ber bi tenêbûnê ve dibe.

‘Helwesta li hemberê min û birayê min pir cûda ye’

Perî S, ev rewşê piştrast dike û dibêje: “Ez û birayê min her du jî heman pirsgirêkê jiyan dikin. Lê helwesta kesên derdora me li hember me cuda ye. Ji min re her tim dibêjin şansek a zewacê nîbe. Dema ku dayîka min ji bo min tiştek dikere, dibêjin ‘Evqas pere ji bo wê xerç neke, ji xwe nabîne’. Her wiha hertim ji dayîka min daxwaz dikin ku birayên min bizewicîne ku ji bo karên rojanê alîkariya wî bike û di pêşerojê de bê zarok nemîne.”

Nebûna merc û bingehên bajarvaniyê yên pêwîst a ji bo jiyana kesên xwedî pêdiviyên taybet, li gel hebûna pêşdarazî û nêrînên neyênî yên berbelav a li hember wan, zextên li ser van kesan roj bi roj zêde dike. Li aliyê din, civaka ku di bin bandora siyaseta rêveberiya heyî de van kesan wekî kesên xwedî mafên wekhev ên jiyanê qebûl nake, bûye sedem ku ew zêdetir rastî cudakarî û newekheviyê bên.

Ev tiştan, jiyana kesên xwedî pêdiviyên taybet her roj bêtir dijwar û aloztir dike. Di heman demê de ger şert û mercên pêwîst û derfetên guncaw ji bo wan kesan hatine dabîn kirin, ev kes jî dikaribûn nîşan bidin ku di gelek aliyan de ew ji kesên din pir cuda nînin û di vê cîhanê de cih û mafekî taybet a wan jî heye. Ji ber ku divê pîvana girîng a aydêbûna vê cîhanê, tenê tenduristiya fîzîkî nebe.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.