Li Kobanê Malên ji axê çîroka ked û bîrdanka civakî ye

Malên ku ji axê hatine çêkirin, heta niha hebûna xwe li gundewarên bajarê Kobanê diparêzin. Jinên gundê Tilêcibê tekez kirin ku malên ji axê arşîva Kobanê ya resen dihewînin û perçeyek ji dîroka wan e.

Li Kobanê Malên ji axê çîroka ked û bîrdanka civakî ye

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê heta niha jî di gelek waran de reseniya xwe ya Kurdewarî diparêze. Çi di warê ziman de û çi ji aliyê çand û kevnşopiyên xwe yên resen de, li hember nûjeniya kapîtalîst berxwedanek bêdeng dimeşîne. Ev jî, herî zêde li gundewarên wê xwe dide der.

Li gundewarên Kobanê jiyana komînal, hevpar û civakbûyîn hê jî xwe diparêze. Dema ku mirov berê xwe dide van gundan, gelek taybetmendiyên erdnîgarî û çandî bala mirov dikşînin. Di vî warî de herî zêde hebûna malên ji ax û keviran ku temenê wan nêzî sed salî ne, dibin cihê meraqê. Gelek mal tenê wek bermahî hatine hîştin, gelek ji wan jî heta niha tên bikaranîn. Ji bo vê jî mirov di kîjan gundên Kobanê re derbas dibe, mal û cihên kedîkirina lawir û mirîşkan yên ji axê dibîne.

Gundê Tilêcibê yê li Rojhilatê Kobanê ku xwedî nifûseke mezin e, yek ji van gundên ku weke tabloyeke dîrokî û resen yê çanda Kobanê tê nasîn e. Ajansa me bi taybetî ji bo mijara çanda malên ji axê, berê xwe da vî gundî. Me li gel jinan, ev şêwazê avakirina malan, dîrok û wateya wê ya li herêmê pirs kir.

‘Malên ji axê ji qonaxan xweştir in’

Zelîxa Nesan ya 60 salî ji  gundê Kortikê ye û bûka Tilêcibê ye. Zelîxa, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser awayê çêkirina malên kevnar û ji me re ev hûrgulî vegotin: “Ev malên ji axê yên li dora min, yên mala xezûrê min bûn ku heta niha bermahî û şopên wan hene. Ev şêwazê avakirina malan gelek cuda ye û me pir zêde jê hez dikir. Gelek malbatan bi xwe çêdikirin û hinekan jî hostayên avakirinê dianîn û bi wan didan çêkirin. Jixwe ev mal ji ax û kayê tên çêkirin, zemînê wê tê diyarkirin û li gor wê lê dikin. Ev xanî zivisitanê germ û havînê sar in, ji bo vê jî li gor hemû demsalan in. Ji bo vê jî di destpêkê de mal ji axê bûn, paşê êdî ji kevirên reş û herî dawî yên niha ango blok in. Li cem min ev malên ji axê, ji qonax û malên niha yên modern xweştir û bi watetir in.”

 ‘Ax bîranîn û kêliyên herî xweş ên jiyana min tîne bîra min’

Zelîxa di berdewama axaftina xwe de ji me re bîranînên xwe vegot. Zelîxa ya ku dayîkek e jî, wiha got: “Mala min jî ji axê bû ku min 2 zarokên xwe tê de mezin kirin. Piştre xaniyên min hilweşandin û li şûna wê yên nû avakirin. Dema ku ez li dordora van xaniyan dimeşim, hemû bîranîn û kêliyên xweş yên di jiyana min de, tên bîra min. Ji bo vê jî malên ji axê, perçeyek mezin û hestiyar di bîra min de digrin.  Salê carekê min ji nû ve axa wê nû dikir, me jinan û mêran bi hev re karê nûkirina malan dikir. Piştre bêhneke xweş ya ji ax û avê dibûn yek. Wan deman jî em hîn ciwan bûn, meraqa me ya xemilandin, komkirin û paqijkirinê pir zêde bû. Ji bo wê jî me weke çavên xwe diparastin.”

Zelîxa Nasan rexneyên xwe yên li nifşê nû, bi gotina “malên ji axê parçeyek ji hebûna me ne” anî ziman û wiha pê de çû: “Nifşê niha jî nirx û wateya van malan nizanin. Heta zarok û neviyên min dibêjin we çawa di van malan de jiyan dikir! Lê ev mal perçeyek ji hebûna me ye, ev ax û xanî çîroka kedeke mezin û girêdaneke bê dawî ne.”

 ‘Malên ji axê arşîva herêma me ye’

Fatma Xelîl a 50’î salî jî aliyek din ê van xaniyan ji me re şirove kir. Dayîka Fatma destnîşan kir ku xaniyên ji axê, arşîva herêmê dihewînin û wiha got: “Malên ji heriyê, kombûna malbatê, hilma ax û avê dihewand. Ji bo vê jî di bîr û giyana me de xwedî wateyeke mezin e. Piştî ku modelên avakirina xaniyên modern derketin, êdî malên ji axê di dîrokê de man. Heta niha jî hewldanên vî nifşî yên rakirina bermahiyên mayî hene. Lê emê çawa malên xwe yên ji axê hilweşînin? Ev xanî arşîva me ye, dîrok û hebûna me nîşan dide.”

Fatma diyar kir ku heta niha bermahiyên ji axê ku bi destên xwe çêkirine, li ba xwe wek bîranîn hîştine û girîngiya wan, bi van gotinan anî ziman: “Di mala min de hîn jî dîwarek ji axê û pînên mirîşkan ku min bi destên xwe çêkirin e, hene. Ev dê weke bîranîn werin parastin, weke kevneşopiyên herêma me.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.