Tundiya dîjîtal li Tûnisê bûye amûr li dijî jinan

Di demekê de ku daneyên Neteweyên Yekbûyî nîşanî didin nêzî ji sedî 60 jinên Tûnisê li ser medyaya dîjîtal rastî êrîşan tên. Tundiya dîjîtal wekî berdewamiya cudakariya li ser bingeha zayendî derdikeve pêş.

Tundiya dîjîtal li Tûnisê bûye amûr li dijî jinan

ZUHÛR EL-MEŞRİQÎ

Tûnis – Bi destpêkirina kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya li ser jinan, Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê, roja 25’ê Mijdarê, atolyeyeke bi navê “tundiya dîjîtal li dijî jinan, cureyên nû yên cudakariyê û astengî” li dar xist.

Qada dîjîtal vediguhere qada nû ya tundiyê

Beşdaran piştrast kir ku ev atolye di çarçoveya qonaxeke têkoşîn û mafan de tê lidarxistin ku her sal nû dibe, ji bo careke din were tekezîkirin ku têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê bûyereke demkî ye, berpirsiyariyeke domdar û hevbeş e. Ji bo misogerkirina maf, azadî, rûmet û wekheviya jinan, hewce ye hemû aliyên eleqedar hewldanên xwe bidomînin.

Ev yek bi taybetî girîng e, ji ber ku qada dîjîtal êdî bûye dirêjahiya tundiya li ser bingeha zayendî ya ku jin di qadên civakî, pîşeyî û siyasî de rastî wê tên lê ev carê bi amûr û rêbazên nû pêk tê û pêwîstiya pêşxistina têgihîştinê û mekanîzmayên li hemberî wê derdixe holê.

Wan tekez kir ku teknolojiyên dîjîtal cudakariya di jiyana rojane de tune nakin, berevajî vê, wê kûrtir dikin. Qada dîjîtal vediguherî amûreke pêkanîna tundiya sembolîk û ferzkirina çavdêriyê û demxekirina civakî li ser jinan, bi riya platformên ku leza belavbûnê û mezinahiya zirarê zêde dikin.

Yasayên li Tûnisê xwedî gelek wateyan in

Seroka Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê, Reca El-Dehmanî, got ku destpêkirina kampanyaya 16 rojan a çalakiyê li dijî tundiya li ser jinan û tundiya li ser bingeha zayendî, qonaxeke navnetewî ye Tûnis her sal bi beşdariya komeleyên jinan û rêxistinên jinan pîroz dike, ji bo hemû cureyên tundiyê red bike.

Her wiha diyar kir ku komeleyê îsal biryar daye balê bikşîne ser tundiya dîjîtal ya li welat bûye diyardeyeke tirsnak û wiha domand: “Di vê atolyeyê de mekanîzmayên parastinê û cureyên nû yên tundiyê tên nîqaşkirin. Ji ber ku tundiya dîjîtal jî yek ji awayên cudakarî û derxistina jinan ji qadên civakî ye. Ev tundî bi taybetî li dijî parêzvanên mafên mirovan tê meşandin.”

Reca El-Dehmanî tekez kir ku yasayên li Tûnisê xwedî ‘gelek wateyan in’ destnîşan kir ku fermana Hejmar 54, ku ji bo parastina hemwelatiyan di qada dîjîtal de hatibû derxistin, veguheriye amûreke zextê û şûrê li ser serê parêzvanên mafên mirovan, parêzer û rojnamevanan. Da zanîn ku di vê çarçoveyê de, dozên darizandinê û biryarên girtinê yên ji ber daxuyanî û azadiya derbirînê hatine dayîn jî hatine tomarkirin.

‘Tundiya dîjîtal hiyerarşiya civakî kûrtir dike’

Lêkolînera zanista civakî û endama Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê, Fethiye El-Seîdî, di axaftina xwe ya di atolyeyê de got ku qada dîjîtal hiyerarşiya civakî ya di jiyana rojane de ji holê ranake, berevajî vê, wê kûrtir dike.

Fethiye El-Seîdî bal kişand ku tundiya dîjîtal a li ser bingeha zayendî gelek kiryaran dihewîne, armanca wan ya bingehîn ferzkirina pîvanên exlaqî û civakî yên ku çanda baviksalarî ferz dike ye û wiha got: “Ev tundî bêyî ku di navbera temen, rewşa civakî, erk an jî cureya çalakiya wan di qada giştî de cudahiyek çêbike, hemû jinan dike armanca xwe. Ji bo têgihîştina vê diyardeyê divê mirov têgeha tundiya sembolîk bîne bîra xwe. Ji ber ku tundî her dem tenê fizîkî nîn e, bi riya daraz, dabeşkirin û nêrînên civakî yên ku têkiliyên serweriyê wekî tiştekî asayî û qebûlkirî nîşan didin, pêk tê. Ev nêrîn jî cih û nirxa jinan di civakê de bi awayê ku civak li wê dinêre sînordar dike.”

‘Feraseta baviksalar xwe di qada dîjîtal de dide der’

Fethiye El-Seîdî da zanîn ku şîroveyên li ser exlaqê jinan, henekên li dijî wan an jî rolên kevneşopî yên nava malê, ji sînorê heqareta kesane derbas dibin û wiha domand: “Ev şîrove ji nû ve pergala zayendî ya serdest ava dikin û sînorên ku li ser hebûna civakî û siyasî ya jinan tên ferzkirin, xurtir dikin. Bedena jinan di feraseta baviklar de weke aydê civakê tê dîtin û li gorî vê ferasetê divê di bin kontrol, çavdêrî û darazê de be. Ev feraset di qada dîjîtal de her diçe zêdetir xwe dide der. Ji ber ku êdî demxekirin di çarçoveya komeke civakî ya teng de namîne torên dîjîtal û platformên ragihandinê derfeta belavbûna wê ya berfireh û mezinkirina bandora wê zêde dikin.”

Fethiye El-Seîdî di dawiyê de bal kişand ser gelek çalakvanên femînîst her wiha da zanîn ku rûpela fermî ya Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê, rastî êrîşên dîjîtal tê û got ku armanca wan xebat û têkoşîna li dijî van cure êrîşan e.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.