Navenda Nûçeyan – Mersûma hejmar 200 a sala 2026’an, ku Îlham Ehmed ji kategoriya endamên serbixwe ji bo Meclîsa Gelê ya Sûriyeyê tayîn dike, hate weşandin. Bi vê tayînkirinê re, hejmara giştî ya endamên meclîsê ji 205’an bo 206’an zêde bû.
Li gorî dezgehên medyaya herêmî yên Sûriyeyê, biryara tayînkirina Îlham Ehmed ji bo Meclîsa Gel li ser bingeha bendên Danezana Destûrî (Xala 24) û mersûma Hejmar 143 (Xala 45) hatiye dayîn.
Îlham Ehmed di sala 1963’an de li bajarê Efrîn ji dayik bûye û yek ji siyasetmedarên pêşeng ên Kurd li Sûriyeyê ye. Beriya ku ji bo Meclîsa Gelê ya Sûriyeyê were tayînkirin, di postên dîplomatîk ên girîng de cih girtiye.




