ŞİLÊR KOYE
Koye – Di çarçoveya ‘16 rojên çalakiyên li dijî tundiya li ser bingeha zayendî’ de, bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jin û Malbatê û Rêveberiya Perwerdeya Koyeyê, perwerde ji bo 50’î şêwirmendên psîkolojîk û mamosteyên şêwirmendiyê hat dayîn. Di perwerdeyê de, rêbazên destwerdanê yên di rewşên tundiya di nava malbat û dibistanan de, her wiha rêyên çareseriyê hatin nîqaşkirin.
Karmenda Yekîneya Hişyarkirinê ya Ofîsa Koye ya ji bo Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jin û Malbatê Behest Warya diyar kir ku armanca perwerdeyê ew e ku mamoste û şêwirmend di aliyê yasayî û derûnê de bên perwerdekirin. Wê da zanîn ku bi vî awayî, mamoste dê bikaribin piştgiriyê bidin xwendekarên ku rastî tundiyê hatine û bi saziyên têkildar re koordînasyonê bikin.
‘Her sal xebat tên meşandin’
Behest Warya da zanîn ku her salxebatên perwerdeyî tên domandin û diyar kir ku çalakiyên hişyarkirinê ne tenê li dibistanan, di gelek saziyên din ên ku bi zarok û jinan re dixebitin de jî tên pêkanîn. Wê bal kişand ser girîngiya dayîna agahiyan ji bo ku alîkariya kesan bikin da ku xwe biparêzin û li dijî cureyên cûda yên tundiyê, di nav de tundiya elektronîk, têbikoşin.
‘Mamoste fêr dibin ka çawa nêzî bûyeran bibin’
Şêwirmenda perwerdeyê li Dibistana Peşewayê Hewrîn Mihemed ku beşdarî perwerdeyê bûye, diyar kir ku divê bernameyên perwerdeyî yên bi vî rengî ji bo hemû beşên civakê berdewam bikin û got: “Ev perwerde derbarê tundiya nav malê, aborî, civakî û dîjîtal de hişyariyê zêde dike. Em wek şêwirmendên perwerdeyê, têgihîştinên hêja bi dest xistine ka çawa nêzîkî bûyerên di nava qada dibistanê de bibin, çawa bi xwendekaran re têkiliyê deynin û di pêvajoya çareserkirinê de çi gavan bavêjin.”




