Navenda Nûçeyan – Di roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, êşa jinên Sûriyê careke din tê bîra me. Ji destpêka sala 2024’an ve heta 25’ê Mijdara 2026’an, 912 jin hatine kuştin. Jinên Sûriyê, piştî salên berxwedanê li hember zilm, şer, tundî, koçberî û hilweşîna aborî re rû bi rû dimînin. Tevî hemû zehmetiyan, barekî giran li ser milên wan e. Lê belê, ew her tim li azadî û jiyana bi rûmet digerin.
Di nava du salan de 912 jin hatine kuştin
Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku di sala 2024’an de 227 jin hatine kuştin. Herwiha, li gorî belgekirinên wê, hejmara giştî ya jinên ku ji destpêka sala 2024’an heta 25’ê Mijdara 2026’an hatine kuştin gihîştiye 912 jinan.
Di sala 2024’an de, sedemên kuştina jinan cuda bûn. Di nav wan de sûcên kuştinê, mayîdeyên şer, guleyên bê armanc, pevçûnên çekdarî, bombebaran, teqîn, îdamên qadê û bûyerên din hene.
Kuştinên bi sedemên cuda û binpêkirinên mafê jiyanê
Çavdêriyê destnîşan kir ku binpêkirin gelek cureyên cuda girtine nava xwe. Di nav wan de tasfiyekirinên mezhebî, kuştina jinan bi guleyên kesên nenas an jî di rewşên nezelal de, herwiha dîtina bermayên cenazeyên jinan di gorên komî de hene.
Sûcên bi navê “namûsê” jî, hîn jî jiyana jin û keçan ji aliyê endamên malbatên wan ve, bi hinceta adet û kevneşopiyan, digirin. Ev yek binpêkirineke eşkere ya mafê jiyanê ye.
Jinên koçber di bin şert û mercên dijwar de ne
Di aliyekî din de, jinên koçber ên di nav kampan de hîn jî di bin şert û mercên jiyanê yên zehmet de dijîn. Kêmbûna xwarin, derman, perwerde û derfetên kar, jiyana wan zehmettir dike. Di demekê de ku mekanîzmayên hesabpirsînê lawaz in, tundiya li ser bingeha zayendî û cudakariya li dijî jinan berdewam dike.
Parastina jinan û hesabpirsîna sûcdaran pêwîst e
Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan bal kişandina ser kuştina 912 jinan û destnîşan kir ku avakirina Sûriyeke nû û bicihanîna dadmendiya rastîn bi dirûşmeyan pêk nayê. Divê rayedar û civaka navneteweyî parastina jinan misoger bikin û hesab ji sûcdaran bê bipirsin. Beşdariya jinan a tam û wekhev di pêvajoya diyarkirina paşeroja welat de misoger bikin.




