Li Mexrîbê li dijî tundiya li ser jinan xwepêşandan

Komeleya Mafên Mirovan a Mexrîbê, di çalakiyekê ku di 25’ê Mijdarê de li Rabatê hat lidarxistin, bal kişand ser tundiya ku jin li herêmên şer pê re rûbirû dimînin û daxwaza rêziknameyên yesayî yên berfireh kir.

Li Mexrîbê li dijî tundiya li ser jinan xwepêşandan

Mexrîb – Komeleya Mafên Mirovan a Mexrîbê  di çarçoveya Roja Navneteweyî ya Jiholêrakirina tundiya li dijî Jinan a 25’ê Mijdarê de li ber avahiya parlamentoyê li Rabatê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan bi dirûşmeya "Bêyî jiholêrakirina hemû cureyên tundî li dijî jinan, demokrasî, edaleta civakî û rûmeta mirovan nabe" hate lidarxistin, tundiya ku jin li deverên şer û li Mexrîbê pê re rûbirû dimînin hate protestokirin.

Çalakvana mafên mirovan Xedîce Riyadî di çalakiyê de axivî û got ku jinên li Filistîn, Sûdan, Sûriye û Lubnanê bi şer, birçîbûn, koçberiya bi darê zorê û binpêkirinên cûrbecûr ên mafên mirovan re rûbirû ne. Xedîce destnîşan ku li Mexrîb jî xizanî, bêkarî, newekheviya mûçeyan û cudakarî tundîtiya li dijî jinan zêde dike. Xedîce Riyadî her wiha tekez kir ku tundîtiya dîjîtal û bêcezatî jiyana jinan tehdît dike.

30 hezar jin rastî tundiyê tên

Komeleya Mafên Mirovan a Mexrîbê ragihand ku di sala 2025’an de, 79,059 gilî û gazindên tundîtiya li dijî jinan hatine çareserkirin, 30,818 doz hatine vekirin û 30,057 jin mexdûr bûne. Ji van, 13,681 jin mexdûrên tundîtiya ji hêla mêrên xwe ve hatiye kirin, bûne.

Komeleyê her wiha ragihand ku di hilbijartinên parlemanî yên 23’ê Îlonê de 628 dozên tundiya dîjîtal li dijî serokên lîsteyên jin hatine belgekirin.

Komeleyê, ku daxwaza guhertina yasaya Hejmar 103.13 a li ser têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan bi qanûneke berfireh ku tundiya dîjîtal û siyasî jî di nav xwe de digire kir û daxwaza guhertinên li yasayên ceza û Malbatê kir. Komeleyê daxwaza lihevhatina yasayên neteweyî bi CEDAW re kir. 

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.