Navenda Nûçeyan – Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û parêzer Şîrîn Ebadî, di nivîsa xwe ya ji bo 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jinan a di 25’ê Mijdarê de, pêşnûmeyasayek ji bo parastina jinan a ji tundiyê ku bi salan e li Îranê nehatî erêkirin, rexne kir. Şîrîn Ebadî bal kişand ser nezelaliya pêşnûmeyasayê û her wiha li welat komkujiyên berdewam ên jin û zarokên keç.
Ev 15 sal in pêşnûme nehatiye erêkirin
Şîrîn Ebadî, bal kişand ser kuştinên jinan ên vê dawiyê û diyar kir ku nêzîkî 15 sal di ser amadekirina reşnivîsa yekem a pêşnûmeyasayê re derbas bûne, lê yasa hîn jî nehatiye erêkirin. Şîrîn Ebadî, di nivîsa de wiha got: “Temenê pêşnûme yasayê ya ji bo pêşîgirtina li tundiya li dijî jinan, ji jiyana hin jinên ku li Îranê bûne hedefên kuştina jinan, dirêjtir e.”
Şîrîn Ebadî bi vê anîna ber hev, hewl da derengketina di bicîhanîna rêziknameyên yasayî yên ji bo parastina jinan û berdewamiya tundiya ku dibe sedema mirinê, nîşan bide. Li Îranê, gelek rewşên kuştina jinan ji hêla mêr, endamên malbatê, an xizmên xwe yên nêzîk ve hene.
Pêşnûme di navbera hikûmet û dezgehên yasadanînê de diçe û tê
Pêşnûme yasaya parastina li dijî tundiya li ser jinan ku cara yekem nêzîkî 15 sal berê hatibû amadekirin, di nav salan de gelek guhertin derbas kir û di navbera hikûmet û dezgehên yasadanînê de hat û çû. Tevî derbasbûna demê jî, ev pêşnûme hîn jî nebûye yasa.
Rexneyên Şîrîn Ebadî berpirsyariya saziyên dewletê ji bo misogerkirina ewlehiya jinan, bicîhanîna tedbîrên pêşîlêgirtinê li dijî tundiyê û avakirina mekanîzmayên parastinê ji nû ve anî rojevê. Li Îrana ku kuştinên li ser bingeha zayendî û tundiya navmalî berdewam dikin, ev daxwaz di nav pêşîniyên sereke yên parêzvanên mafên jinan de cih digre.




