Qamişlo – Wekî her sal Navenda Mihemed Şêxo a Çandî li Qamişloyê, di 24’ê Mijdarê de Mihrîcana “Melodiyên Payîzê” li ser sê rojan hembêz kir.
Sê rojên bi mûzîk, stran, huner, sînema û çandê dagirtî bû, çimkî mihrîcanê hunermend û afirîner ên bijartî li hev kom kirin.
Ji Rojavayê Kurdistanê 6 komên govendê, du belgefîlm ên bi sernavê (Mafek Biçûk-Rêwîyên li ser rêya agir) û 80 şêwekar beşdarî mihrîcanê bûn. Melodiyên Payîzê li cihê ku huner bi bedewî û afirîneriyê re hevdîtinê dike ye.
Roja sêyem bi pêşandana belgefîlmê (Rêwiyên li ser rêya agir) ku li ber çapemeniyê girtî bû hat pêşandan.
Paşê Koma Şehîd Welat govendeke herêma Dîlokê a Bakurê Kurdistanê pêşkêş kir û Koma Akord jî gurzek stran gotin.
Piştî pêşandana hûnerên cûda di mihrîcanê de bi dawî bûn, “Melodiyên Payîzê” beşdarvanên mihrîcana xwe xelat kir.
80 şêwekar jê 61 jin ên bi tabloyên xwe yê cûda cûda beşdarî pêşangeha mihrîcanê bûbûn, bi dayina Sertîfîkaya Spasdariyê hatin xelat kirin.
Mihrîcan di nav atmosfereke kêfxweşiyê de bi dawî bû.













