Turbot: Keda jinan şekil da dîroka mirovahiyê

Romana Masiyê Kalkan ya Gunter Grass, bi rêwîtiyekê di nav sedsalan de, bi me dide pirsîn ka di avakirina dîrokê û pêşveçûna mirovatiyê de, hêza desthilatê girîngtir e an jî hûrgiliyên rojane yên ku gelek caran tên paşguhkirin.

Turbot: Keda jinan  şekil da dîroka mirovahiyê

Navenda Nûçeyan – Nivîskarê Alman Gunter Grass, di romana xwe ya epîk Masiyê Kalkan de, çîrokeke gelêrîn a kevnar ji nû ve şîrove dike û bi vî rengî, tevahiya dîroka mirovatiyê dike ber pirs û hesabxwestinê.

Çîrok, bi masîgirêkî ku di Serdema Kevir de masiyekî axîve digre, dest pê dike. Ev masî jê re şarezayî û hêzê dide. Bi hezaran salan, masî dibe şêwirmendê mêran û di avakirina dewletan, danîna yasayan û destpêkirina şeran de alîkariya wan dike. Lê xala herî girîng a veguherîna dramatîk a romanê, dema ku masî têgihîşt şîretên wê ji bo hevkarên wê yên mêr, ji bilî wêrankirin û talankirinê tiştekî din bi xwe re nayne, dest pê dike. Di encama vê yekê de, pişta xwe dide mêran û bi dilxwazî xwe dixe nav torên komek jinan a serdema nûjen. Eşkere dike ku êdî alîgirê jinan e û ji ber sûcên ku li hemberî cîhanê kiriye, xwe radestî dadweriya wan dike.

Gunter Grass bi vê veguherîna sembolîk ve nesekine. Wî tevahiya avahiya romanê li hemberî dema siyasî ya mêran, vediguherîne bilindkirina dema biyolojîk a jinan. Wî pirtûkê li ser bingeha neh mehên ducaniyê, dike neh beşên li pey hev. Çîrok, bi destpêka ducaniya hevjîna vegoter dest pê dike û meh bi meh, beş bi beş pêşve diçe û heta beşa neh a bi dayîkbûna zarok re temam dibe. Gunter Grass, bi vê rêxistina demî ya bizanebûn re, li şûna salnameya mêran a li ser şer û dagirkirinan hatiye avakirin. Bi salnameya jiyanê, mezinbûnê û bendewariyê re diguherîne.

Dîroka rast a mirovatiyê di metbex û rehma jinan de hatiye nivîsandin

Gunter Grass, di vê rêwîtiya dîrokî ya ku bi hezaran salan dirêj dibe de, çîrokên jiyana 11 aşpêjên jin ên efsaneyî û dîrokî bi hev ve girêdide û bi vî awayî teza xwe ya sereke derdixe holê. Dîroka rast a mirovatiyê ne li qada şer ji aliyê lîder û fermandaran re, di metbexan û di rehma jinan de hatiye nivîsandin.

Ji Awa ya aşpêja pêşîn a di Serdema Kevir de mirovan xwedî dikir û dilovanî nîşan dide bigre heta aşpêjên Serdema Navîn, Şerê 30 salan û serdemên birçîbûnê û Lena ya serdema nûjen, xwarin wekî yek ji bingehên herî girîng ên şaristaniyê pêşkêş dike. Ji ber di romanê de metbex ne cihêkî biçûk û dûrî jiyana civakî ye. Berovajî vê yekê ew di nav dînbûna wêranker a mêran de laboratuwara rasteqîn a domandina jiyanê ye.

Îroniya felsefî, di dîmenên darizandina masiyê kalkan de dighîje lûtkeya xwe. Masî, bi sûcdariya hevkariya xwe ya dirêj bi pergala baviksalarî re tê darizandin. Ew di parastina xwe de dibêje piştî ku mêr hemû derfetên xwe yên rêvebirina cîhanê xerc kirin, wan terikandiye. Lê belê Gunter Grass, hevsengiya xwe ya rexneyî diparêze. Ew di nav rûpelên vê darizandinê de hişyarî dide ku serkeftina jinan nebe kopiyeke berevajî ya desthilatdariya îdeolojîk a hişk. Gunter Grass, destnîşan dike ku hêza rasteqîn a jinan ne di dubarekirina zilm û zordariyê de, di parastina jiyanê û pirrengiyê de ye.

Masiyê Kalkan ne tenê romaneke dîrokî an jî hîcw e; hewldaneke berfireh a ji nû ve xwendina avabûna mirovan e. Dema ku xwendevan di beşa 9 de, bi qîrina zaroka nû ji dayîk dibe pirtûkê digre, têdighîje ku Gunter Grass kariye hevkêşeya kevneşopî ya hêzê biguherîne û berovajî bike. Her wiha nîşan dide hêza bingehîn a ku cîhanê ji tunebûnê diparêze û domandina jiyanê misoger dike, ne hêza ku şer dike û desthilatdariyê dimeşîne ye, destê ku xwedî dike û rehma ku jiyanê di xwe de hildigre ye.