Tûnis - Yasaya Rewşa Kesane li Tunisê ji destkeftiyeke jinan veguheriye "tirsokekê" ku ji bo tirsandina jinan tê bikaranîn, cureyekî tundiya derûnî ku ne tenê di qada giştî de, heta di nava salonên parlamentoyê de jî, tê kirin, em çawa dikarin li hemberî kesên ku parêzvaniya paşvebirina van destkeftiyan dikin, bisekinin? Ev pirs bi taybetî di destpêka kampanyaya "16 Rojên Çalakiyê yên li Dijî Tundiya li Ser Bingehê Zayendî" de girîngtir dibin.
Peyama ‘Destkeftiyên wan ên yasayî û civakî dê paşve neyên girtin’
Endama desteya rêveber a Komeleya Hiqûqnasan Huda Tehrî, diyar dike ku her çend Yasaya Rewşa Kesane wekî "tirsokekê" tê bikaranîn jî, ev rewş negihîştiye asteke berbelav. Huda got ku kesên ku daxwaza guhertina wê dikin, tenê komeke pir biçûk in. Wê her wiha anî ziman ku amûrên ragihandinê yên nûjen û medyaya civakî, belavbûna van ramanan leztir kirine û diyarbûneke zêdetir dane wan, ku ev yek ji bandora wan a rastîn mezintir xuya dike. Wê tekez kir ku alîgirên van ramanan komeke sînorkirî ne û peyameke dilrihetker da jinên Tûnisî: “Destkeftiyên wan ên yasayî û civakî dê paşve neyên girtin.”
Wê her wiha rave kir ku xala 51’emîn a Destûra Bingehîn a sala 2022’yan, dewletê erkdar dike ku mafên ku jinan berê bi dest xistine biparêze û di heman demê de ji bo destekkirin û pêşxistina zêdetir a van mafan bixebite. Wê destnîşan kir ku dema niha, dema xurtkirin û pêşxistina van destkeftiyan e, cihê axaftina li ser paşveçûnê an jî vegerandina demê bo paşve, tune ye.
‘Mafê wê heye ku li dijî kesê ku gefan dixwe, serî li rêyên yasayî bide’
Wê bal kişand ser wê yekê ku gefa berdewam a pirjiniyê an jî qutkirina nefeqeyê ya ji hevjînê re, cureyekî tundiya derûnî ye, tundiyeke ku li gorî Yasaya Hejmar 58 a derbarê rakirina tundiya li dijî jinan de, cezayê wê heye. Wê tekez kir ku di rewşên wiha de, jin ji aliyê yasayî ve aliyê xurtir e û mafê wê heye ku li dijî kesê ku gefan dixwe, serî li rêyên yasayî bide.
Her wiha wê diyar kir ku têkoşîna bingehîn ji van nakokiyên taybet wêdetir diçe, ji ber ku Destûra Bingehîn hîn jî yasaya herî bilind a welêt e. Wê bal kişand ser pêwîstiya lezgîn a damezirandina Dadgeha Destûra Bingehîn, saziyek ku dê ji bo kontrolkirina lihevhatina yasayan bi Destûra Bingehîn re bibe garantor û bi vî awayî rê li ber her kesê ku bixwaze yasayên paşverû derxîne, bigre. Wê got: "Têkoşîna me ya wekî jin, ne tenê parastina destkeftiyên ku me heta niha bi dest xistine ye, her wiha xurtkirin û pêşxistina wan e. Gelek armanc hene ku divê jin ji bo wan bixebitin û hemû hewldanên xwe ji bo wan terxan bikin, bêyî ku qet ji gavavêtina paş ve bitirsin."
‘Ev daxwaz ne ji bo xurtkirina mafên jinan, ji bo paşvebirina wan in’
Profesora zanîngehê û parêzer Sarah Xedher bal kişand ser zêdebûna bangên dawî yên li Tûnisê ji bo guhertina ‘Yasaya Rewşa Kesane’ bilind dibin. Wê hişyarî da ku ev daxwaz ne ji bo xurtkirina mafên jinan, berovajî vê yekê, ji bo paşvebirina wan in jî. Wê da zanîn ku nîqaşên derbarê ‘Yasaya Rewşa Kesane’ de, carna ji qada giştî winda dibin, lê paşê dîsa derdikevin pêş. Her çend gelê Tûnisê dibe ku ev mijar ji aliyê yasayî ve çareser kiribe jî, di asta civakî û di nava çanda serdest de hîn jî nehatiye çareserkirin. Wê diyar kir ku mijara pirjiniyê pir caran di van daxwazên dubare de dibe mijara sereke û wiha got: “Hinek kes daxwaza guhertina yasayê dikin ji bo ku destûrê bidin vê pratîkê û wê wekî ‘mafekî rewa yê mêran bi nav dikin ku ev yek jî li ser şîrove û xwendinên wan ên taybet ên Şerîeta Îslamî hatiye avakirin. Anîna van mijaran nêzîkatiyeke şaş e û pêşîniyên rastîn ên gel, malbat û jinan nîşan nade.”
‘Tevî ku bandora wan a niha sînorkirî ye jî, divê ev deng biçûk neyên dîtin’
Wê bal kişand ser pirsgirêkên lezgîn ên aborî û perwerdeyî ku pêwîstiya wan bi reforman heye, her wiha bal kişand ser pêwîstiya destekkirina ciwanan û çareserkirina diyardeyên cidî yên wekî bikaranîna tiryakê, terkandina dibistanê ya di temenê biçûk de, bêkarî û pêşveçûna sînorkirî. Derbarê awayê rûbirûbûna hewldanên ji bo lawazkirina mafên jinan de, Sarah hişyarî da ku tevî ku bandora wan a niha sînorkirî ye jî, divê ev deng biçûk neyên dîtin. Wê anî ziman ku dîrokê nîşan daye ku pêkan e mafên ku berê wekî mijarên çespandî dihatin dîtin, paşve bên kişandin. Wê tekezî li ser pêwîstiya hişyariyê û rûbirûbûna van bangan bi rêya gotûbêjên rewşenbîrî, zanîn û hişyarkirina raya giştî kir. Her wiha wê bal kişand ser girîngiya perwerdekirina nifşên nû û jinan bi xwe ya derbarê mafên wan de, ji bo ku bikaribin bi awayekî xurt û bi biryar mafên xwe biparêzin.
‘Berpirsiyariya medyayê jî heye’
Çalakvana femînîst Sawsan Al-Jaadî jî destnîşan kir ku ‘Yasaya Rewşa Kesane’, bingeha avakirina dewleta piştî serxwebûnê pêk aniye û nîşaneya herî berbiçav a nasnameya wê ya nûjen e. Wê anî ziman ku di dema derxistina vê yasayê de, ew bi awayekî yekalîker ji pratîk û ferasetên ku maf û rûmeta jinan binpê dikirin, qut bûye.
Wê wiha lê zêde kir: “Di demekê de ku parêzvanên mafên jinan ji bo pêşxistina prensîba wekheviyê daxwaza nûjenkirina Yasaya Rewşa Kesane dikin, dengên dijber derdikevin holê. Ev deng daxwaza 'nûvekolînê' li ser yasayê dikin, ne ji bo pêşxistina wê, belkî ji bo paşvekişandina mafên ku berê hatine bidestxistin.”
‘Gotarên li dijî jinan li ser medyaya civakî, bi awayekî berbiçav zêde dibin’
Her wiha hat gotin ku bangên ji bo paşvekişandina destkeftiyên jinan ku ji nava parlamentoyê bi xwe tên, asta hin parlamenteran nîşan didin. Ev parlamenter, li şûna ku çareseriyê ji pirsgirêkên bingehîn ên gelê Tûnisê re bibînin, wekî bilindbûna bihayên kelûpelan, xirabûna şert û mercên jiyanê û qeyranên di sektorên tenduristî, veguhastin û perwerdehiyê de, an jî pêşniyarkirina çareseriyên aborî û civakî ji bo pêşxistina welêt û baştirkirina rewşa ciwanan, tercîh dikin ku nakokiyan derxin û bala raya giştî bikişînin ser xwe.
Wê bal kişand ser pirsgirêkek mezin a di qada medyayê ya niha de û wiha şîrove kir: “Nebûna çarçoveyên rêziknameyî ji bo misogerkirina hevsengiyê di bernameyên gotûbêjê de û tevlîkirina pisporan ji bo pêşkêşkirina analîzên cidî. Li şûna vê, hewldanek ji bo afirandina hestên tund (sensasyonalîzm) û bidestxistina rêjeyên temaşekirinê yên bilindtir heye. Gotarên li dijî jinan li ser medyaya civakî, bi awayekî berbiçav zêde dibin. Qadeke ku çavdêrî lê tune ye û naverokên bi vî rengî lê rastî eleqeyeke berfireh tên.”




