Navenda Nûçeyan – Di bin siya zêdebûna pevçûnên leşkerî yên berdewam de, jinên ducanî li Yemenê bi astengiyên tenduristî û mirovî yên giran re rûbirû dimînin. Xirabûna pergala tenduristiyê û kêmbûna xizmetên lênêrîna tenduristiya zayînê jiyana wan dixe xeterê, di heman demê de pêlên koçberiyê zêde dibin û gihîştina navendên tenduristiyê dijwartir dibe.
‘380 hezar kes ji ber zêdebûna pevçûnên leşkerî neçarî koçberiyê bûne ‘
Nûnerê Fondda Nifûsa Netewên Yekbûyî li Yemenê, roja 26’ê Mijdarê ragihand ku hejmara kesên ji ber zêdebûna pevçûnên leşkerî ku ji dawiya meha Tebaxê ve koçber bûne, nêzî 380 hezar kesan e. Di navbera wan de nêzî 8 hezar jinên ducanî hene. Her wiha her hefte nêzî 3 hezar malbat bi berdewamî koçber dibin.
Berpirsê Netewên Yekbûyî got ku nêzî ji sedî 35 ji malbatên koçber ji aliyê jinan ve tên birêvebirin. Hinek ji wan jinan hevjînên xwe winda kirine, hevjînên hinek jinên din li deverên xwe mane ji bo şer bikin an jî milk û malên xwe biparêzin. Her wiha bal kişand ku hinek malbat piştî hemû çavkaniyên wan xilas bûne, neçar mane gelek caran koçber bibin.
2 hezar jinên ducanî di xeterê de ne
Li gorî texmînan, her hefte nêzî 600 jinên koçber diwelidin. Her wiha dibe ku nêzî 2 hezar jinên ducanî di dema ducanîbûn û zayînê de rastî pirsgirêkên giran bên û hewcedarî lênihêrîna bijîşkî bibin.
Berprsê Netewên Yekbûyî diyar kir ku hejmara navendên tenduristiyê yên sabît ku xizmetên tenduristiya zayînê pêşkêş dikin, ji peravên rojava heta bajarê Taizê û deverên bakurê wê, ji 27 navendan daketiye 5 navendan. Di navbera wan de tenê du nexweşxane bi kapasîteya kêm dixebitin.
Der barê hejmara malên (cîhazên lênêrîna pitikên nûbûyî) yên ku li Nexweşxaneya Yemenê ya Swêdî dixebitin de, destnîşan kir ku ji ber kêmbûna sotemeniyê, pirsgirêkên elektrîkê û dijwariya gihîştina karmendên bijîşkî bo nexweşxaneyê, hejmara wan kêm bûye.
‘Jin neçar dimînin li ser riyan zarokan bînin cîhanê’
Her wiha da zanîn ku hinek jin neçar mane li ser riyan û di bin daran de zarokan bînin cîhanê. Di navbera wan de çîroka mamosteya zayînê ya civakî heye ku ew jî koçber bûye û nikaribû alavên xwe yên bijîşkî bi xwe re bibe. Ew neçar maye agir vêxe ji bo avê germ bike û alîkariya jineke ku li erdê zarokê xwe bîne cîhanê bike.
Der barê alîkariyên darayî de, berpirsê Netewên Yekbûyî eşkere kir ku fonê ji budceya pêwîst a sala 2026’an tenê ji sedî 27 girtiye. Ev yek piştî ku fonê di sala borî de neçar ma nîvê xizmetên xwe kêm bike çêbûye.
Di welatekî ku 6.2 milyon jin rastî tundiyê hatinê de ne û hejmara jinên di temenê zayînê de digihîje 5.5 milyon kesî, rewşa mirovî û tenduristiya jinan her diçe xirabtir dibe.




